Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Hevrê Sorxwîn û Azadî rêya me rohnî dikin’
Rojava

‘Hevrê Sorxwîn û Azadî rêya me rohnî dikin’

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Sorxwîn û Azadî bibîr anî û got, “Bicihanîna hêvî û armancên wan wezîfeya me ya herî esasî ye. Em ê tola wan rakin, welatekî azad ê tevahî gel û bawerî di nav de bi xwişk û biratî bijîn ava bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Sibat 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê salvegera şehadeta şehîd Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik de daxuyaniyeke nivîskî weşandin ku 11’ê Sibata 2024’an di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Hevrêyên me yên hêja Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik berî niha bi salekê 11’ê Sibata 2024’an di êrîşeke bêbext a dewleta Tirk a li ser navenda Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Qamişloyê şehîd bûn.

Hevrê Sorxwîn a ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Makuyê ye, ji Bakurê Kurdistanê warê egîdan Gabarê ji bo di berxwedana li hember êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de cih bigire derbasî Kobanê bû, bi esasî tenê ne gelê Kurd, tevahî mirovahî parast.

Hevala me Azadî jî ji warê Mihyedîn, Diljîn û Ferhadan Dêrika Hemkoyê bû, ji roja tevlî nav refên azadiyê bû heya şehadeta xwe ji bo serfiraziya gelan têkoşîn kir.

Hevrê Sorxwîn û Azadî bûn xwedawendên hemdem ên ji bo jiyana li ser esasê paradîgmaya ekolojîk demokratîk û azadîxwaziya jinê nirxên herî pîroz afirandin.

Weke gaziyên şer ji bo me heval Azadî û Sorxwîn nas kir û di bin berpirsiyariya wan de xebitîn, em serbilind û şanaz in.

Her kêliya Sorxwîn û Azadî bi şer, têkoşîn û berxwedan bû. Zanîbûn jiyaneke pîroz di nav rewşên herî awarte de bijîn. Di xisûsa ku ji vê jiyanê soza azadî û wekheviyê bidin gelan bi ser ketibûn.

Sorxwîn û Azadî li ser esasê fikir û bîrdoziya Rêber Apo ji bo avakirina civaka li ser bingehê prensîbên exlaqî yên jina azad di nav têkoşîneke herî bi rûmet de bûn. Ruh û vîna her kêlî û pêvajoyan bûn. Lewma ji dijmin re bûn tirsa herî mezin. Ji ber vê dijmin ew her du pêşeng û qehremanên me kirin hedef.

Bi hêz, coş, ruh û îradeya şehîd didin me û her kêliyê wateyan li jiyan û têkoşîna me bar dikin, em ê ji tevahî astengî û zehmetiyan bibihurin.

Meşa me ya şoreşgerî ya ji aliyê Sorxwînan û Azadiyan rohnî dibe û bi tevlîbûna bi hezaran hevrêyan bênavber didome, wê bi serketinê tacîdar bibe.

Xwedîderketina li nirx, têkoşîn û berxwedana hevrê Sorxwîn û Azadî deynê stûyê me ye. Bi îrade, wêrekî û ruhê Azadî û Sorxwîn pêşxistina berxwedanê, rûmet û kerameteke herî pîroz e.

Careke din di yekemîn salvegera şehadeta heval Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik de em tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tinin. Şehîdên me timî bi me re dijîn. Bicihanîna hêvî û armancên wan erk û wezîfeya me ya herî esasî ye. Em soz didin tola wan rakin, welatekî azad ê tevahî gel û bawerî di nav de bi xwişk û biratî bijîn ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aba: Tirkiye bi rengekî hiqûqî nêzî ‘mafê hêviyê’ nabe
Nûçeya Pişt re Şîlan Kobanê: Ew ê timî ji bo me pêşengên azadiyê bin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Salgin piştî 30 salan tehliye bû: Em bi saya berdêlan li ser piyan e

Bahrî Salgin ê ku piştî 30 salan tehliye bû û wiha got: "Em bi saya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Til Rifetê bombardûman dewam dike

Bombardûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Til Rifetê dewam dike.

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirkeran bombe li Minbicê barandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh piştî nîvê şevê bombe lı bakur rojavayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo şehîd Bêrîtan li bajarên Rojava merasîma bîranînê hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?