Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Li zanîngehan bi rêya êrişên faşîst, têkoşîna sosyalîst hedef tê girtin’
Rojane

‘Li zanîngehan bi rêya êrişên faşîst, têkoşîna sosyalîst hedef tê girtin’

Ciwan têkildarî êrişên faşîst ên li zanîngehan axivîn û ragihandin ku êriş ji ber hedefnîşandana têkoşîna sosyalîst a li zanîngehan hatin kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Gulan 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Êrîşên faşîst ên ku demên dawî li zanîngehan zêde bûne, her ku diçe dijwartir dibin. Herî dawî bi êrişên li ODTU’yê û piştî wê bi hedefgirtina xwendekarên şoreşger re, hewl tê dayîn ku qadên jiyanê yên ciwanên şoreşger ên li zanîngehan bên tengkirin.

Di konsera Îlkay Akkaya ya li Stadyuma Devrîm a ODTU’yê de êrîşeke faşîst pêk hat û piştî ku xwendekarên şoreşger hatin hedefgirtin, 2 xwendekar hatin girtin. Xwendekarên hatin desteser kirin rastî êşkenceyê hatin û li ser medyaya dîjîtal ji aliyê faşîstan ve hatin hedefgirtin. Hin xwendekaran gefên kuştinê xwarin.

Me derbarê êrîşên li zanîngehan de bi Eda Koçak a ji Komunê û xwendekarekî ODTU’yê re axivî. Em ji ber sedemên ewlehiyê navê xwendekarê ODTU’yê yê ku hîn jî gefan dixwe, nadin.

LI ODTU’YÊ JI BO PROVOKASYONÊ AL BI KAR ANÎN

E.F. yê ku di dema êrişên li ODTU’yê de li wir bû û bûyer dîtin, wiha got: “Îdîaya êrîşa li ser alê bi temamî nerast e. Berevajî vê, koma ku ji bo provokasyonê hatibû, xwest alê bi kar bîne û ji bo medyayê dîmenan bide. Bi rojan bû ku propagandayeke wan a amadekirî hebû; dema Îlkay Akkaya derket ser dikê, tîmeke ku nîvê wan ne ODTU’yî bûn di bin ala mezin de dest bi hirhoyî kirin. Di strana heftemîn de, hevalên me li hemberî heqaret û hirhoyîkirinê nekarîn xwe ragirin û mudaxale kirin. Dema mudaxale dest pê kir, koma ku xwe li pişt ala Tirkiyeyê veşart, di rojên pişt re jî dîmen bi vî awayî belav kirin. Ev şerekî ku ji aliyê komên Ulkucu ve hatibû destpêkirin bû û li dijî xwendekarên ODTU’yê yên ku bi hejmar zêde bûn, hat bikaranîn. Par dema Nur Surer hatibû jî hewl dabûn vê bikin lê bi ser neketibûn. Roja duyemîn a şahiyê jî bi alayên Gokturk û nîşana ‘Bozkurt’ê êrişî hevalên me yên UGT’yê kirin, heqaret li me kirin û mudaxaleya fîzîkî li hevalên me yên ku bi wan re nîqaş dikirin, kirin.”

NAXWAZIN LI DIBISTANAN QADÊN XWENDEKARÊN ÇEPGIR HEBIN

E.F. anî ziman ku bingeha van êrîşên li ser ODTU’yê bilindkirina avhewaya tirsê ye û wiha got: “Me ev tişt li ODTU’yê zêde nedidît, lê ji ber ku em li cem hevalên xwe yên li zanîngehên din bûn, me êrişên faşîst didîtin û tecrube dikirin. Helbet armanca wan ew e ku avhewaya tirsê û rastgiriyê bilind bikin û tevgera xwendekaran qels bikin. Naxwazin zanîngeh bibin qadên ku xwendekarên çepgir bi rehetî lê hebin û xwe birêxistin bikin.

Yek ji aliyên ku herî zêde pê dilteng dibin ew e ku ODTU berevajî zanîngehên din hîn jî wekî ‘qadeke rizgarkirî’ tevdigere û kevneşopiyên me yên wekî ‘Meşa Şoreşê’ hîn jî berdewam dikin. Çi dibe bila bibe, her çend demografiya dibistanê biguhere û rastgirî li her derê zêde bibe jî, pratîk û kevneşopiya şoreşgerî kontrolê winda nake û hewaya ‘ODTU ya Şoreşger’ tê parastin. Ev tiştê ku komên Ulkucu herî kêm tehamul dikin e.”

PÊŞEYA ME EW E KU EM DIBISTANÊ JI BO XWENDEKARAN EWLE BIKIN

E.F. diyar kir ku xwendekar li dijî êrişan civînan li dar dixin û pêvajoyê dinirxînin û wiha got: “Wekî pêkhateyên dibistanê, em civînên li ser bingeha rexne û xwerexnekirinê li dar dixin da ku bibînin ka em ê çawa yekîtiyê ji nû ve ava bikin. Em hewl didin pêvajoyê bi vî awayî bimeşînin ku kêm hevalên me bên fîşkirin, girtin û zirarê bibînin. Pêşeya me ya yekem ew e ku em dibistanê ji bo xwendekarên çepgir, jin û LGBTI+’yan ji nû ve bikin qadeke ewle. Parastina paşeroja ODTU ya Şoreşger a ku ji me re maye, erka me ya herî mezin e.” 

LI DIBISTANAN TÊKOŞÎNA SOSYALÎST TÊ HEDEFGIRTIN

Eda Koçak diyar kir ku şêweyên êrişên faşîst ên li zanîngehan guherîne û lez girtine û wiha berdewam kir:” Bi taybetî dema xwendekarên sosyalîst li zanîngehan çalak in, êrişên faşîst pêk dihatin. Lê di demên dawî de li zanîngehên mîna DTCF, Hacettepe, Stenbol, Ege û Dokuz Eylulê ku faşîst lê birêxistin bûne; di çalakiyên ku xwendekar daxwazên xwe yên kampusê an jî giliyên xwe yên li ser rektorên qeyûm tînin ziman, bi şûr, kêr û palayan êriş dikin. Tenê hefteyek berê li ODTU’yê, me pêvajoyek dît ku tê de ne tenê xwendekar, lê rasterast têkoşîna sosyalîst hat hedefgirtin.

2 hevalên me yên şoreşger ji ber ku van êrişên faşîst pûç kirin, hatin girtin. Piştî 19’ê Adarê têkoşîna ciwanan bêtir xuya bû û girseyên xwendekaran ên serbixwe dest bi rêxistinbûnê kirin. Gelek ciwan di vê demê de rasterast bi dewletê re rû bi rû man û tundiya polîsan dîtin. Di vê pêvajoyê de slogana têkoşîna şoreşger û sosyalîst û şêweyên rêxistinbûnê yên ku bi salan e nayên bihîstin, hatin pêşxistin. Ev destkeftî ji bo têkoşîna sosyalîst wekî pozîtîf hatin qeydkirin.

RÊXISTINÊN FAŞÎST ÊN KU CIWANAN DIKIN BINGEHA XWE HENE

Koçak di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li hemberî îhtîmala komkirina komên şoreşger-sosyalîst ên belavbûyî, komên faşîst jî bi telîmatên navendên partiyan û navendên faşîst dest bi tevgera birêxistinkirî kirine. Em vê di nava salekê de dibînin. Em bi pêkhateyên nû yên faşîst re rû bi rû ne. Navê koma bi navê ‘Tevgera Jinên Îstîklalê’ ku provokasyona li ODTU’yê organîze kir, ne tesaduf e. Partiya Zaferê ku wekî muxalifê desthilata AKP-MHP’ê xuya dike, lê di rastiyê de bermayiyê wan e, bûye plankerê vê pêkhateya nû ya faşîst. Sedema ku ew dixwazin di gelek qadên têkoşînê de derkevin pêş, ew e ku têkoşîna sosyalîst û şoreşgeran di pêvajoyeke hêz-komkirinê de ye.”

LI ZANÎNGEHAN NASNAMEYEKE APOLÎTÎK AVA DIKIN

Koçak diyar kir ku yên êrişan dikin çeteyên faşîst in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêza van çeteyên faşîst nîn e ku li hemberî parastina xwendekarên sosyalîst bisekinin. Yên ku xwendekar in jî li dibistanan wekî komên marjînal in, lê qadên burokrasî yên ku dewletê ji wan re vekiriye bikar tînin. Bi propagandaya provokatif dixwazin di nav xwendekaran de têgihiştineke muxalif ava bikin. Nasnameya xwendekariyê wekî nasnameyeke apolîtîk saz dikin.

Her çend piraniya xwendekaran ji van çeteyan û pratîkên wan aciz bin jî, beşek ji vê siyaseta manîpulekirî bandor dibe. Lê belê divê hêza birêxistinkirî ya xwendekaran bersiva pêwîst bide û serdestiya xwe ya îdeolojîk û fîzîkî ava bike. Em jî di qadên ku lê ne de, vê birêxistin dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hakî Karer: Navê hevrêtiya destpêkê û têkoşîna azadiyê
Nûçeya Pişt re Arzû Yilmaz: Desthilatdarî giraniyê dide ser parastina rewşa xwe ya siyasî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fîlozof Lowy: Rojavayî wê berdêla terikandina Rojava bide

Fîlozof Michael Lowy, helwesta Rojavayî ya li hember êrîşên li ser Rojava wekî xiyanetê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Karayilan: Divê mafên nasnameyê yên Kurdan bêne naskirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan xwest, mafên nasnameyê yên Kurdan bêne naskirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê êrîşa li Şamê şermezar kir

QSD’ê êrîşa li ser dêra Mar Ilyas a li Şamê şermezar kir û diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?