Pêncşem, 26 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li gelek bajaran ji bo berdana Mehmet Emîn Çam bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê bersiv da Bahçelî: Pêvajo dereng bikeve wê rîsk mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin hate wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê wê roja Înê hevdîtinê bi Rêber Apo re bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal Aslan: Zimanê aştiyê ne bi sozan bi avakirina qanûnê tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ATK dûrî zanistiyê ye: Mafê jiyan û tenduristiyê yê Mehmet Emîn Çam tê binpêkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmaniyeyê zarokeke keç hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Newroza Milazgirê de banga ji bo ‘mafê hêviyê’ û azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin 4 roj in nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ruhê Hefteya Lehengiyê hêza afirandinê ya berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar li Êlihê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Azadiyê ya Mexmûrê di roja 978’an de didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrîşên DYA-Îsraîlê de Qesra Saadabadê zirar dît

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe: Berxwedan jiyan e
Rojane

Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe: Berxwedan jiyan e

Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe di mîtînga Stenbolê de axivî û got, "Rizgarî bi tenê nabe, yan em hemû bi hev re yan jî ne yek ji me’. Dirûşma têkoşîna me ya azadî jî ‘Berxwedan jiyan e’ ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên xwecihî de bi ser ketibû, li Qada Kartalê bi dirûşma “Em ê ji bo ked, azadiya xwe destûrê nedin qeyûman” mîtîng li dar xist.

Di mîtînga ku bi deh hezaran kes lê amade bûn de Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe axivî.

Dema Viyan Tekçe derket ser dikê gel bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Colemêrgê” berz kirin. Viyan bi Tekçe,  bi Tirkî û Kurdî her kes silav kir. Viyan Tekçe da zanîn ku ew silavên gelê Colemêrgê û Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş êcku dîl hatiye girtin aniye û wiha got: “Têkoşîna gelê Kurd her tim rastî êrîşan hatiye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê 8 sal in ji bo desteserkirina vîna gelê Kurd qeyûman bi kar tîne. Rejîma qeyûmê li Colemêrgê cara sêyemîn tê pêkanîn. Lê belê tişta ku îro tê paşguhkirin ne tenê vîna Colemêrgê ye, vîna Tirkiyeyê ye jî.”

 Viyan Tekçe di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Qeyûm çavkaniyên gel dide hin kesan. Qeyûm darbeyeke siyasî ye. DEM Partî û şaredarî bi feraseta şaredariya ekolojîk, azadiya jinê hatin cem hev. Li ser vê bingehê em bi gelê xwe re jiyana hevpar bi rê ve dibin. Em ji feraseteke ku dibêje em ê bi xwe bajarê xwe îdare bikin tên. Xebata ku em bi şaredariya xwe ji bo xweza, astengdar û jinan dikin, dixwazin ji aliyê qeyûman ve bên tinekirin.

Îdîayên ku hikûmet û derdora wê li ser hemû platforman tên kirin, ti bingehek wan nîne. Di 3’yê Hezîranê de  xwestin ku rejîma qeyûman dîsa bikeve meriyetê. Di pêvajoya hilbijartinê de hemû saziyên dewletê yên li Colemêrgê ji bo AKP’ê xebitîn. Waliyê Colemêrgê beşdarî xebatên hilbijartinê bû. Pere li welatiyan belav kirin. Lê tevî van hemûyan jî em ji hêla gelê Colemêrgê ve hatine hilbijartin. Tu hêz nikare vê rastiyê biguherîne. Rêhevalên hêja, ji bo me girîng e ku em bi we re bin. Ji ber ku qeyûm ne tenê pirsgirêka Colemêrgê ye. Dixwazin qeyûman mayînde bikin. Tişta ku li Zanîngeha Bogaziçiyê qewimî û tengkirina qadên jiyanê yên jinên ciwan nîşan dide ku ev pirsgirêk pirsgirêkek hevpar e. Bi vê wesîleyê ez hemû kesên li vir li ber xwe didin silav dikim.

Tevî her cure kûmpasan jî em ê xwedî li mafê dengdanê û hilbijartinê derkevin. Li Tirkiyeyê 2024’an vîna gelê Colemêrgê desteser kirin. Gelê Colemêrgê wê xwe bi rê ve nebe, wê komek burokratên tayînkirî yên li Enqereyê biryaran bide. Ev jî nîşan dide ku desthilatdariya AKP-MHP’ê desthilatdariyeke dijminê jinan, ciwanan û Kurdan e.

Ger qeyûm şaredariya Colemêrgê bi rê ve bibin û em bêdeng bimînin, vîna gel a li Stenbolê jî wê dikeve xetereyê.  Heke şaredariya Colemêrgê bi qeyûman hat desteserkirin, wê gavê ewlehiya şaredariya Kartalê jî namîne. Divê li Tirkiyeyê her kes vê yekê baş bibîne. Lewma parastina vîna Colemêrgê erka her kesî ye. Em ê ji Colemêrgê heta Stenbolê gelê xwe biparêzin. Em di vê mijarê de bi biryar in. Stenbol, Esenyurt, Kartal û Îzmîrê ya me ye.

Rêhevalên min ên hêja, ev hikûmet çi bike bila bike, wê nikaribe berxwedana li vê qadê bişkîne. Ez dirûşma bingehîn a têkoşîna me ya hevpar dubare dikim; ‘Rizgarî bi tenê nabe, yan em hemû bi hev re yan jî ne yek ji me’. Dirûşma têkoşîna me ya azadî jî “Berxwedan jiyan e’ ye. Berxwedana ji Stenbolê bigihêje Colemêrgê em ê bi ser bikevin. Bi baweriya xwe ya bi berxwedanê ez li vê qadê her yek ji we û Hêzên Ked û Demokrasiyê yên ku vê mîtîngê rêxistin kirine silav dikim.”

Piştî axaftina Viyan Tekçe bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Peyama girtiyan: Em banga têkoşînê dikin
Nûçeya Pişt re Mîtînga Stenbolê bi dawî bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şoreş wêjeya xwe diafirîne

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nerîman Evdikê diyar kir ku Şoreşa Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sirrînê şervan bersiveke tund didin êrişan: Gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin

Li eniya Sirrînê şervanên QSD, YPG û YPJ bi tundî bersivê didin êrişên çeteyên HTŞ,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şirnexê 11 herêm hate qedexekirin

Walîtiya Şirnexê 11 herêm careke din ji bo 15 rojan li çûn û hatinê qedexe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li gelek bajaran ji bo berdana Mehmet Emîn Çam bang hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partiyê bersiv da Bahçelî: Pêvajo dereng bikeve wê rîsk mezin bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin hate wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê wê roja Înê hevdîtinê bi Rêber Apo re bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?