Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê Riza Altun hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şoreş wêjeya xwe diafirîne
Rojava

Şoreş wêjeya xwe diafirîne

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nerîman Evdikê diyar kir ku Şoreşa Rojava hîn ciwan e û got, "Wêjeya rasteqîn a vê şoreşê wê derkeve holê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Gulan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nerîman Evdikê li ser karên wêjeyê, zor û zehmetiyan û wêjeya Kurd a bi şoreşê re afirî, ji ANF’ê re axivî. Nerîman Evdikê anî ziman ku dema karê wêjeyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê nirxandin nabe ku ji pêvajoya beriya şoreşê qut bê nirxandin û got, “Karên wêjeyê yan jî wêjeya Kurd tenê bi şoreşê re destpê nekir. Karên heyî hemû li ser mîrateyekê bi pêş ket. Beriya şoreşê nivîskarên me, helbestvanên me hebûn. Van hemûyan kedeke mezin dan. Neçar man ku li hemberî gelek zor û zehmetiyan têbikoşin. Ked û têkoşîna bi salan ji me re zemîneke girîng afirand.”

DÎWANA WÊJEYÊ XWEDÎ BERPIRSYARIYEKE MEZIN E

Nerîman Evdikê anî ziman ku bi Şoreşa Rojava re şert û merc guherîn, derfet hatin afirandin, gelek destketî bi dest ketin, di karên wêjeyê de jî derfet afirîn û got, “Gelek nivîskar û rewşenbîrên me yên beriya şoreşê ev kar dikirin, ji van derfetan biyanî ne, her wiha gelek ji wan van derfetan weke xewnekê dibînin. Di bikaranîna van derfetan de zor û zehmetiyan dikişînin. Weke min got, bingeh heye, gelek nivîskar, lêkolîner, helbestvan hene û piştî şoreşê nifşekî nû derkete holê. Ev nifşê nû jî bi têra xwe xwedî huner û danhevî ye. Ya girîng ew e ku em van li hev kom bikin, bikin ku tiştên hîn bedew bêne afirandin. Ya rast di vir de berpirsyariyeke mezin a Dîwana Wêjeyê heye. Çapxaneyên me hene, kovarên me hene. Festîvalên wêjeyê têne lidarxistin. Êdî berhemên bi Kurdî bi rengekî hêsanî dikarin bêne belavkirin. Em dikarin pirtûkên xwe bişînin fûarên li derveyî welat. Bêguman ev hemû ji bo me pêşketinên girîng û hêja ne.”

BERHEMEK NÎNE KU ŞOREŞÊ BI XURTÎ NÎŞAN DIDE

Nerîman Evdikê bal kişand ser kêmasiyên ji aliyê bikaranîna derfetan ve û got, “Nakokiyên navbera nivîskarên kevn û yên ciwan de dibe sedem ku hevsengiya navbera kevn û nû de zehmet bike. Niha wêjeyek heye ku bi nifşên nû destpê kiriye. Hem ji aliyê cûreyên berheman ve hem jî ji aliyê naverokê ve gelek guhertin hene. Şoreşeke mezin pêk hat, bi bandora şoreşê derfet afirîn, di astên cuda de guhertin hene. Ji ber vê yekê di navbera berhemeke niha ya nivîskarekî û berhemeke beriya 20 salan de gelek cudahî hene. Nivîskar heman kes e, teknîk û fikrê xwe jî bi heman rengî ye, lê belê li vê derê şoreşek heye û ev şoreş wê teqez bandorê li wê nivîsê bike. Bandora şoreşê wê di helbest, roman, çîrok, gotar û hemû berheman de hebe. Lewma mirov nikare bibêje ku li rojava wêjeya şoreşê nîne, lê mixabin kêmasiyên me jî hene.

Em tiştekî gelekî mezin û pîroz dijîn. Dibe ku rastiyeke me ya şoreşê hebe ku di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin. Ji aliyê nîşandana vê şoreşê bi wêjeyê ve gelek kêmasiyên me hene. Hîn jî berhemek nîne ku şoreşê bi xurtî nîşan bide. Em nikarin bibêjin ku bi temamî nîne, bêguman heye lê belê rewşa heyî ne li gorî asta şoreşê ye.”

PIRSGIRÊKA BINGEHÎN NEBÛNA REXNEGIRAN E

Nerîman Evdikê diyar kir ku li Rojava yek ji pirsgirêkên bingehîn nebûna rexnegirên wêjeyê yên xurt e ku karibin berhemên Kurdî rexne bikin û binirxînin û got, “Yek ji pirsgirêkên me yên bingehîn nebûna rexnegirên wêjeyê ye. Nirxandina berhema hatiye afirandin nîne. Kes nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşanî kesî nade ku bibêje te li vir şaşitî kiriye, yan jî bi vî rengî bikira wê baştir bibûya. Ji ber vê jî pirsgirêka me ya bingehîn nebûna rexnekirinê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Îranê 5 çalakvanên Kurd binçav kir
Nûçeya Pişt re ROJEVA 8’Ê GULANA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Droneya li Helebê hate bikaranîn, ji bo li dijî çeperên Rûs bêne bikaranîn hatibû dayin’

Malpereke înternetê ya li Ûkraynayê weşanê dike ragihand ku droneya li avahiyeke li Helebê xist…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê dagirkerî hate şermezarkirin: Em berxwedanê mezin bikin

Li Amedê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û biryardariya…

Ji aliyê Stêrk TV

YJAD: Komkujiya Parîsê berhemê polîtîkayên bêcezatiyê ye

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJAD) diyar kir ku komkujiyên li Parîsê li dijî Kurdan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga vegerê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Axîn Koçber hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyên Şehîd Sema û Silav Ocalan bi merasîmekê hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişlo û Girkê Legê çalakiyên ji bo zimanê dayikê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?