Şemî, 11 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    29’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji kampanya navneteweyî banga ji bo ‘mafê hêviyê’: Bikevin nava tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 126’an de bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em ê nehêlin ku hêviya aştiyê bê têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Oktay Kelebek re yê di greva birçîbûnê de ye şekir nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê droneyek hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Heya ku berpirsên Komkujiya Parîsê neyên eşkerekirin em ê têkoşîna xwe bidomînin!’
Rojane

‘Heya ku berpirsên Komkujiya Parîsê neyên eşkerekirin em ê têkoşîna xwe bidomînin!’

Parlamenter Ayten Kordû diyar kir ku komkujiya ku 13 salan beriya niha li Parîsê pêk hatiye, rûdana navneteweyî ya tundiya dewlata mêr e û got: ‘’Em jin, heya ku berpirsên rastîn ên Komkujiya Parîsê neyên eşkerekirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû di 13’emîn salvegera Komkujiya Parîsê de ji ANF’ê re axivî. Ayten Kordû bi bîr xist ku ji bo aşitiyeke mayînde û birûmet rûbirûbûn şert e û anî ziman ku yek ji xala herî girîng ya vê yekê eşkerekirina Komkujiya Parîsê ye.

‘EV 13 SAL IN BERPIRSIYARÊN KOMKUJIYÊ NEHATINE EŞKEREKIRIN!’

Ayten Kordû di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di ser qetilkirina yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ya di 9’ê Çileya 2013’an a li Buroya Enformasyona Kurdistanê ya Parîsê de 13 sal derbas bûne lê belê rola aktorên li Tirkiyeyê û navneteweyî ya di vê komkujiyê de nehatiye eşkerekirin.

Ayten Kordû bi bîr xist ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di sala 2013’yan de di dema pêkhatina aşitiyê de hatin qetilkirin û ji ber wê yekê nabe ku qetilkirina her sê jinên Kurd ji vê pêvajoyê cuda bê dîtin.

‘KOMKUJIYA PARÎSÊ RÛDANA NAVNETEWEYÎ YA TUNDIYA DEWLETA MÊR E!’

Ayten Kordu piştre anî ziman ku Komkujiya Parîsê, rûdana navneteweyî ya tundiya dewlata mêr e û got: ‘’Sakîne û hevalên wê li dijî vê zîhniyet û rejîma yekperest mîrateyeke têkoşînê ya girîng hiştin.  Her civak di nava xwe de pêşengên xwe diafirîne. Weke Xwişkên Mirabel, Rosa Luxemburg, Clara Zetkin, Leyla Qasim, Zarîfe û Besêyan, gelê Kurd jî ji hembêza xwe Sakîne derxist. Sakîne Cansiz, li gel têkoşîna xwe ya di nava tevgera jinên Kurd de ji hemû jinan re bû pêşeng. Em jin, heya ku berpirsên rastîn ên Komkujiya Parîsê neyên eşkerekirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’

‘RÛBIRÛBÛN ŞERT E!’

Ayten Kordû di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo aşitiya mayînde rûbirûbûn şert e û yek ji xala herî girîng ya vê yekê eşkerekirina Komkujiya Parîsê ye. Ayten Kordû anî ziman ku lê belê li Tirkiyeyê dewlet û desthilatdarî pêngavên demokratîk ên têkildarî meseleya Kurd ku divê biavêje, naavêje û got: ‘’Bi rastî jî girîngtirîn perçeyê rûbirîbûna li gel heqîqetan,  eşkerekirina kujerên li pişt qetilkirina Sakîne Cansiz û hevalên wê ye.’’

ÊRÎŞÊN LI HELEBÊ…

Parlamenter Ayten Kordû bal kişand ser êrîşên li ser taxên li Helebê û diyar kir ku ev êrîş ne tasadûf in û ev yek anîn ziman: ‘’Rêveberiyeke ku bi zîhniyeta DAÎŞ’ê hatiye avakirin, li dijî gelên li wir ên pirçandî weke gefeke rastîn e û bûyerên li wir wê bandorê li her derê bikin. Qetilkirina sivîlan, bombebarankirina nexweşxaneyan û revandina jin û ciwanan dîsa perçeyekî zîhniyeta DAÎŞ’ê ne. Divê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Di serî de jî divê desthilatdariya li Tirkiyeyê li Sûriyeyê bi vê berpirsiyariyê tev bigere û li şûna roleke wêranker divê ji bo pêkhatina aşitiya li wir hewl bide. Êrîşa li ser Rojava tê wateya êrîşa li ser xwişk-biratiya gelên li wir. Em vê yekê tu caran qebûl nakin û bi awayekî eşkere tînin ziman ku Rojava ne bi tenê ye. Tekane şensê Sûriyeyê, avakirina jiyaneke demokratîk e.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe amade dike ku biçin Helebê
Nûçeya Pişt re Rami Abdulrahman: Mîmarê dorpêçkirin û bombardûmanê Tom Barrack e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Uzuntaş ku di Komkujiya 33 Guleyan de malbata wî hat qetilkirin: Komkujiya li ser Kurdan dewam dike

Celal Uzuntaş ê 81 salî ku di Komkujiya 33 Guleyan de bav, ap û bapîrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Tîma Tendûristiyê: Em ji bo gelê xwe li vir in û em ê her li vir bin

Endamên Tîma Tendûristiya Lezgîn a Kantona Firatê li ser bendava Tişrînê tevlî seferberiya berxwedanê bûn.

Ji aliyê Stêrk TV

Dixwaze di her şert û mercê de xizmeta şoreşê bike

Cîhan Elî a bi wêneyê Mazlûm Dogan ku li ser dîwarê mala wê daleqandiye Tevgera…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

29’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê hatin şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji kampanya navneteweyî banga ji bo ‘mafê hêviyê’: Bikevin nava tevgerê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di meha 126’an de bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?