Ji Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) parlamenter Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, serdanên xwe yên ji bo partiyên siyasî dewam dikin.
Heyetê piştî Partiya DEVA li Meclîsê serdana Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan kir.