Li gorî agahiyan, Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan ji bo hevdîtinê bi Erdogan re bikin ber bi Serokkomariyê ve bi rê ketin.
Erdogan beriya niha di civîna koma partiya xwe de axivî û bal kişand ser karên komîsyonê yên têkildarî meseleya Kurd.
Erdogan got, “Komîsyona me li ber temamkirina raporê ye. Bi eşkerekirina raporê re wê berpirsyarî û wezîfeyeke hîn zêde bikeve ser milê saziya siyasetê. Em jî weke AK Partî em ê çêker û hevgir bin. Ji bo ev pirsgirêk bi rengekî mayinde çareser bibe em ê bikevin bin bar.”

