Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê dawiya vê hefteyê biçe Başûrê Kurdistanê.
Di daxuyaniya DEM Partiyê ya têkildarî serdanê de ev agahî hatin dayin:
“Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku li Îmraliyê du caran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, bi beşên cuda yên civakê û derdorên bi pirsgirêka Kurd re pêwendîdar re hevdîtin û danûstandinan dewam dike. Heyeta me wê dawiya vê hefteyê derbasî Herêma Kurdistanê bibe û bi rayedarên Rêveberiya Herêmî re hevdîtinê bike. Di nava heyetê de endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Komîsyona Têkiliyên Derve û rayedarên partiya me hene.
Heyet wê 16’ê Sibatê roja Yekşemê li Hewlêrê (Erbîl) bi Mesûd Barzanî û Nêçirvan Barzanî re hevdîtinê bike. Heyet wê 17’ê Sibatê roja Duşemê derbasî Silêmaniyeyê bibe û bi lîderê YNK’ê Bafil Talabanî, Kûbat Talabanî û rayedarên YNK’ê re hevdîtinê bike. Di serdanan de wê detayên li ser hevdîtinên li Îmraliyê bêne parvekirin û nêrîn, pêşniyar û fikrê pêwendîdaran ên têkildarî pêvajoyê bêne wergirtin û ji Birêz Ocalan re bêne ragihandin.
Heyeta me beriya niha bi partiyên siyasî re yên ku komên wan li TBMM’ê hene û Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Leyla Guven û siyasetmedarên din ên girtî re hevdîtin kir; pêşniyar, nêrîn û fikrê ku di van hevdîtinan de wergirtî gihand Ocalan.
Li aliyê din partiya me li 42 navendan bi civînên gel û mîtîngan civak li ser vî karî agahdar kir, nêrîn, pêşniyar, fikar û bendewariyên gel bi rengê raporan gihand Heyeta Îmraliyê.”