Emperyalîzma hêza super pêkhatineke aborî ye ku tê de hêzek kapîtalîst hegemonyayê bi dest dixe û hêzên din “dikevin rewşa hêzên nîv-kolonyal.” Immanuel Wallerstein vê yekê wekî “împaratoriya cîhanê” bi nav kir, ku tê wateya “hêzek siyasî ya yekane ji bo tevahîya pergala cîhanê”.
Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser qadeke erdnîgarî ya berfireh gelek awayên kontrolê bi kar anîye. Lêbelê, ew ne împaratoriyeke gerdûnî bû. Hêza cîhanî ya hegemonîk ravekirinek çêtir e, ku behsa bikaranîna nerasterast a hêzê li derveyî sînorên dewleta serdest dike. Bi hegemonyayê, Immanuel Wallerstein mebesta wê yekê dike ku dewletek “di demek diyarkirî de, dikare qaîdeyên lîstikê di pergala navdewletan de destnîşan bike, bi rêbazên siyasî bi karanîna hêza leşkerî ya herî kêm serdestîya aborîya cîhanê (çêkirin, bazirganî û darayî) bike… û zimanekî çandî formule bike ku pê cîhanê kontrol bike.” Sîstemeke hegemonîk dikare di aborîyeke cîhanî de bi “yek dabeşkirina kedê, gelek avahîyên dewletê, her çend di nav pergala navdewletan de be jî… û gelek çandan, her çend bi jeokulturekê be jî” bixebite.
Stratejîya ku ji alîyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve hat pejirandin, pêşxistina sîstemeke siyasî û aborî ya navneteweyî bû ku ji welatên ji alîyê sazûmanî ve lihevhatî, ji alîyê qanûnî û îdeolojîk ve bi modela kapîtalîst a lîberal û reqabetkar a Rojavayî re li hev dihatin. Rêberên wê digotin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hêz û maf bi hev re dikirin yek: ew xwedîyê îradeya siyasî û hêzên leşkerî yên pêwîst bû ku demokrasiya hilbijartinê û mafên mirovan ava bike, ku ev yek, bi sîstemeke aboriya bazarê re, bingeha afirandina dewlemendiyê ava dikir.
Serdestîya axê bi şêweyê neo-emperyalîzmê berdewam dike: dewletên xerîdar li ser bingeha aboriyên lîberal ên transneteweyî têne model kirin ku qaîdeyên wan ji hêla dewleta super ve, hem rasterast û hem jî bi rêya wekîlan, têne ferz kirin. Dewletên Yekbûyî hebûnek leşkerî ya gerdûnî ya mezin diparêze. Di sala 2020’an de, li 80 welatan 750 baregehên wê hebûn. Dewletên Yekbûyî hebûnek leşkerî ya mezin li welatên pîşesazî domand, bi hêzên herî mezin li Japonya (120 baregeh û 53,713 leşker), Almanya (119 baregeh û 33,948 leşker) û Koreya Başûr (73 baregeh û 26,414 leşker). Ev hêz dikarin li dijî Çîn û Rûsyayê werin bikar anîn. Bi taybetî, li deverên mezin ên Hindistan/Pakistan, Afrîka û Amerîkaya Latîn, hebûna leşkerî ya Dewletên Yekbûyî tenê sembolîk e.
Lêbelê, dê xelet be ku mirov bigihîje wê encamê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê destwerdanê di karûbarên dewletên biyanî de nake. Ji sala 2000’an vir ve, wê li Afganistanê (2001–2021), Iraqê (2003–2011), Pakistanê, Lîbyayê, Sûriyê, Yemenê, Somalî, Fîlîpîn, Nîjer û Îranê operasyonên leşkerî pêk anîye. Piranîya baregehên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê îstasyonên piçûk in ku di rewşên awarte de têne bikar anîn an jî ji bo mîsyonên şer têne xurt kirin. Peymanên siyasî û aborî û lihevkirina îdeolojîk bi dewleta hegemonîk re, ku pir caran ji hêla saziyên navneteweyî ve têne piştgirî kirin, maf û erkên dewletên hevkar diyar dikin. Berjewendiyên kolektîf ên dewleta hegemonîk bi rêya cezayên aborî (bi taybetî darayî) û, heger pêwîst be, bi hêza deryayî û hewayî têne misoger kirin.
Piştî vebûna Çînê di sala 1978’an de û hilweşandina bloka aborî û siyasî ya Sovyet-Ewropayê di dawiya salên 1980’an de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wekî hêza hegemonîk a cîhanê derket holê. Ji bo 24 salan, di navbera salên 1990’î (avakirina Rûsyaya piştî Sovyetê) û 2014’an (îlhaqkirina Qirimê ji aliyê Rûsyayê ve), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ti reqîbên siyasî yên cîhanî tunebûn. Lê her gav bi dewletên din re şêweyên hevgirêdayîbûna reqabetê hebûn. Di vê demê de, Çînê şêweyek cuda ya aborî, siyaset, îdeolojî û çandê parast û sînorkirinên li ser destkeftiyên sînor-derbas ji aliyê hikûmetên Çîn û Rûsyayê ve bê guman astengiyeke cidî bû ji bo derketina holê ya dewleteke super a Amerîkî.
Her çend Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di warê potansiyela leşkerî û çavkaniyên aborî de serdestiya gerdûnî bi dest xistibe jî, ne dewleta Amerîkî û ne jî çîna wê ya kapîtalîst xwedîtiya têrker a mal û milkên şîrketan li ser asta gerdûnî tunebû ku çînek kapîtalîst a serdest a transneteweyî biafirînin. Korporasyonên aborî yên pirneteweyî, transneteweyî û yên dewletî derketin holê ku li derveyî kontrola welatekî hegemonîk bûn. Lêbelê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê baregeha piraniya korporasyonên pirneteweyî yên cîhanê bû (û dimîne). Di dawiya sedsala 20’an de, Çînê pêşveçûnek aborî ya girîng bi dest xistibû û ji hêla hejmara korporasyonên transneteweyî ve ji Japonya û dewletên Ewropî bihêztir bû û piştî Dewletên Yekbûyî di cîhanê de di rêza duyemîn de bû. Li welatên Rêxistina Hevkariya Şanghayê (SCO), bi taybet li Çînê, korporasyonên dewletî an yên ku ji hêla dewletê ve têne kontrol kirin, di pîvanek mezin de rê li ber xwedîtiya Rojavayî girtine. Hin pispor bawer dikin ku pêşketina aborî û siyasî ya Çînê dawiya serdestiya Rojavayî û veguheztina hêza gerdûnî ber bi Rojhilat ve nîşan dide. Ev bûye astengiyek cidî ji bo rabûna hem formên ser-dewletî û hem jî ultra-kapîtalîst ên emperyalîzmê û fonksiyona pergala aborî ya gerdûnî têk biriye.
Wê dewam bike…