Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê diyar kir ku hêzên wan li derdora taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê droneke komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê xist xwarê.
Hêzan diyar kir ku ew kom bi awayekî rojane dronên keşfê radikin ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Ev yek binpêkirina zelal a peymana 1ˊê Nîsanê ye, hemwextî wê jî dorpêça li ser her du taxan didome.

