Hêzên Ewlekariyê derbarê êrîşên komên çete yên Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku li ser herdu taxan dom dike de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komên çeteyan saet derdora 15.00’an bi tangan êrîşî Girê Kastelo kiriye û hewl dane derbasî herêmê bibin. Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê bersiva tund daye û êriş têk biriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku çeteyan gelek windahî dane û paşde reviyane.

