Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî yên li Şamê hatin wergirtin, hêzên Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) taxa Zorava dorpêç kirin û avêtin ser gelek malan.
Hate ragihandin ku hêzên HTŞ’ê li derdorê reşandine, malên ku avêtin ser wan talan kirin û heqaret li malbatên li malan kirin.
Hate gotin, piştî serdegirtinê êrîşkaran xwe ji taxê vekişandin, lê belê krîz hîn jî dewam dike.