Berdevkê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî, daxuyaniyek weşand û bersiva îdîayên ku dibêjin ‘Ji bo tevlîbûna nav şerê li Îranê herêm alîkariyê daye partiyên Rojhilatê Kurdistanê’ da.
Pêşewa Hewramî got: “Ew raportên ku li ser rola Herêma Kurdistanê û tohmetên ku dibêjin em beşek ji planek çekdarkirin û şandina partiyên opozîsyonê yên Kurd li nav axa Îranê ne, bê bingehin û em bi tundî red dikin. Em dubare dikin ku ew bi zanebûn û ziyandayînê têne belavkirin.”
Herî dawî Pêşewa Hewramî banga aştî û aramiyê li herêmê kir û êrîşên tirsonek ên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got: “Em bang li hikûmeta federal û civaka navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina van êrîşan û parastina xak, gel û herêma me destwerdanê bikin.”

