Rengîn Ergul destnîşan kir ku bikaranîna mafê hêviyê yan jî bikaranîna mafekî bingehîn ne li Tirkiyeyê ne jî li dewleteke din a ku aliyekî peymanên pêwendîdar in, nabe ku bi şert bê destnîşankirin û got, “Bikaranîna mafekî bingehîn nabe ku bi konjonktureke siyasî, pêvajoyan an jî bi danûstandinên bi rêxistineke siyasî re weke şert bê diyarkirin. Ji xwe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser mafê hêviyê îçtîhatek destnîşan kiriye. Yek ji çavkaniyên bingehîn ên vê yekê jî ‘Biryara Ocalan-2’ ye. Piştî Biryara Ocalan-2 her wiha biryarên cuda jî hene ku Tirkiye tê de hatiye mehkûmkirin, ji aliyê mafê hêviyê ve. Ev biryar ji xwe gelekî şênber e. Her wiha ji sala 2015’an û vir ve jî di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye.
Banga herî bingehîn a ku Komîteya Wezîran li Tirkiyeyê kir, guhertina qanûnê ye. Cihêkariya ku di qanûna berdana bi şert de di qanûnê de heye, ji holê rake. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê cezayê ‘girtina heta mirinê’ weke binpêkirina mafê nedîtina êşkenceyê qebûl dikin û bi vî mafî re jî êşkence bi temamî qedexe ye. Di dema şer, rewşa awarte yan jî demên tevlîheviya siyasî de jî teqez qedexe ye. Bi rengekû mutleq îstîsna hatiye rakirin. Lewma qedexeyeke êşkenceyê heye ku nabe cihê nîqaşê. Ji ber vê jî ti mafê bingehîn nabe ku bi şert an jî helwesta aliyekî di danûstandinan de bê diyarkirin, yan jî bikaranîn. Mafê hêviyê nabe ku bi şertekî ve bê girêdan. Ev yek eşkere ye.”
Rengîn Ergul anî ziman ku hikumetê bi rêya şirîkê xwe yê desthilatdariyê MHP’ê piştrast kir û qebûl kir ku Abdullah Ocalan hatiye tecrîdkirin, ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan pêwîstî bi guhertina qanûnî heye, azadiya wî ya fîzîkî bi rêya qanûnî tê astengkirin, li gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bi rengê qanûnî tê astengkirin û got, “Ev tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku di pêvajoya Komîteya Wezîran de berevajî îdîayên ku di plana çalakiyê ya Tirkiyeyê de hate gotin, ‘ceza îstîsnaî ye’, vê îdîayê têk dibe. Lewma ji aliyê hikumeta Tirk ve bi rengekî fermî hate gotin, tecrîd tê kirin, yanî tecrîda ku di çarçoveya qedexeya êşkenceyê de qedexe ye, bi cih tê anîn, di heman demê de mafê hêviyê û azadiya fîzîkî bi rêya qanûnî tê astengkirin. Divê ev yek ji du aliyan ve; tecrîd û mafê hêviyê cuda bêne nirxandin. Tecrîda ku Tirkiye niha li Îmraliyê dimeşîne li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê jî Tirkiyeyê qebûl kiriye ku li gorî qanûnên xwe jî tevnagere û ji bo di vê mijarê de gavê biavêje destê me xurt dike.
Di mijara mafê hêviyê de, ji ber ku mafê hêviyê hîn di qanûna heyî de nîne, ji bo çêkirina qanûnê pêwîstî bi nîqaşeke demdirêj heye. Şert e ku civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan hem ji bo dema kurt hem jî dema dirêj ji bo nîqaşkirina vê mijarê divê bernameyekê amade bikin. Ji ber ku rejîma Îmraliyê rejîmeke welê ye ku di her demê de bi êşkenceyê tê meşandin. Rejîmeke welê ye ku divê her kes li ber rabe.”
Rengîn Ergul bi bîr xist ku di civînên Komîteya li dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî de dema ku ji hikumeta Tirk dihate pirsîn ku çima hevdîtina Ocalan bi malbatê û parêzeran re nayê kirin, nûnerê Wezareta Edaletê ya hikumeta Tirk timî weke hincet ‘cezayên dîsîplînê’ destnîşan dikir û got, “Lê belê komîteyê careke din pirsî, ‘Yanî qanûnên we heta kengî destûrê dide cezayên dîsîplînê’. Nekarîn bersiva vê yekê bidin. Piştre jî komîteyê di rapora xwe ya çavdêriyê de navê Birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê yek bi yek nivîsî, ji Tirkiyeyê re got divê destûrê bide ku karibin malbat û parêzerên xwe bibînin û heta Tîrmeha 2025’an di vê mijarê de agahî jê xwest. Her wiha ji Tirkiyeyê re got, qanûna xwe ya têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê biguherîne û heta Tîrmeha 2025’an agahiyê bide wan.”
Di dawiya axaftina xwe de Rengîn Ergul destnîşan kir ku ji bo Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevbigere û tecrîdê rake, her wiha neçar bê hiştin ku bikeve pêvajoyeke çêkirina qanûnên demokratîk û cezayê heta bi hetayê ji holê rake, divê civaka sivîl li her qadê têkoşînê mezin bike.