Şahiya ku bi wesîleya 77’emîn rojbûna Rêber Apo li navçeya Xelfetî ya Rihayê destpê kir, li gundê Amara dewam dike.
Meşa ku ji navenda Xelfetiyê ber bi Amarayê ve hatî destpêkirin, bi berzkirina dirûşme û posterên Rêber Apo heya cihê derketina navçeyê dom kir.
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” hatin berzkirin.
Piştî meşa ku heya cihê derketina navçeyê dewam kir, hezar kes wê bi wesayîtan biçin Amarayê.
Li aliyê din li Amarayê jî şahî didome, ji gundên derdora Xelfetiyê jî gelek kes tevlî bûn.
Bi sedan kes li cihê ku Rêber Apo lê ji dayik bû, hatin ba hev.
Di şahiyê de cil û bergên neteweyî bal kişandin. Mehmet Ocalan, Omer Ocalan û Alî Ocalan welatiyên ku hatin qadê, pêşwazî kirin.

