Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Zimanê Kurdî li Baselê bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Altûn û Kaytan li Londonê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hozat: Pêngava azadiyê wê civakî bibe, girseyî bibe
Kurdistan

Hozat: Pêngava azadiyê wê civakî bibe, girseyî bibe

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku Kurdan di pêvajoya berxwedana 25 salan a li dijî Komploya Navneteweyî de şoreşa neteweya demokratîk pêk anîn û got, di sala 26'an de wê pêngava azadiyê civakî û girseyî bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2024 Dema xwendinê: 28 dq.
Parvekirin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat têkildarî qonaxa heyî ya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’, têkoşîna gelê Kurd û dostên wan a li dijî Komploya Navneteweyî û têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

 

Pêngava azadiyê ku bi 10’ê Cotmeha 2023’an de bi dirûşma ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê gihîşt bi milyonan mirovî. Li Rojava gel bi temamî rabû ser piyan. Li Bakurê Kurdistanê meşa azadiyê hate lidarrxistin. Di çarçoveya pêngavê de bi sed hezaran kes li Kolnê di 17’ê Sibata 2024’an de di meşa azadiyê ya mezin de li hev kom bûn. Di vê pêvajoyê de pêngavê destketiyên çawa afirand, çi ispat kir? Aliyên xwe yên kêm hene?

Em di meha Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de ne. Beriya her tiştî hêzên ku komplo pêk anîn bi hêrs şermezar dikim. Her wiha bi pêkhatina komploya navneteweyî re bi dehan hevrê û welatparêzan çalakiya fedaî kirin, berxwedaneke mezin nîşan dan. Li dora wan berxwedaneke heye ku 25 sal in dewam dike. Di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de şehîdên şoreşê û azadiyê hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.

Rêber Apo 25 sal in di nava rejîma qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê de bênavber berxwedaneke mezin nîşan dide, têdikoşe. Ev têkoşîn ne tenê ji bo azadiya Kurdan meşandiye. Têkoşîna Rêber Apo ne tenê berxwedana têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye. Rêber Apo di heman demê de bi navê jinan li dijî rejîma qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê li ber xwe dide. Bi navê gelan li ber xwe dide, bi navê mirovahiyê li ber xwe dide. Lewma têkoşîna Rêber Apo, berxwedana ku dike, bi navê mirovahiyê ye. Têkoşîneke mezin a berxwedana azadiyê ye.

DI NAVA ŞERT Û MERCÊN QIRKIRINÊ DE JI BO MIROVAHIYÊ 5 BERHEM NIVÎSAND

Bi vê ferasetê ji xwe 25 sal in bênavber têdikoşe, timî xwe kûr dike û mezin dibe. Hêza xwe ji vê yekê werdigire, rastiya xwe ji vir bi dest dixe. Ti lîderî di nava şert û mercên ku Rêber Apo tê de ye, di nava şert û mercên êşkence û faşîzmê de xwe negihand kûrbûneke di vê astê de, kûrbûneke entelektuelî, teorîk, felsefîk, îdeolojîk, sîstemî û rêxistinî bi vî rengî nejiya. Nekarî vê veguherîne berhemekê, nekarî vê binivîsîne. Nekarî vê bike malê mirovahiyê, nekarî bike malê dîrokê. Di dîrokê de cara yekê ye tiştekî bi vî rengî dibe. Li nava şert û mercên faşîzm, qirkirin û êşkenceyê yên Îmraliyê, di asteke ku timî şer tê meşandin, şerê qirkirinê, şerê psîkolojîk ê taybet tê meşandin, li cihekî ku ev şer di her astê de dewam dike, Rêber Apo bi navê gelê Kurd, bi navê gelên Rojhilata Navîn, bi navê mirovahiyê, bi navê jinan kûrbûneke bi vî rengî pêk anî, ev yek veguherand berhemeke ji 5 bergan, kir malê civakê, dîrokê ku ev yek di dîroka cîhanê de tiştekî nû ye. Ev yek berxwedaneke bêhempa ye. Di nava van şert û mercan de parastina îradeyê bi xurtî, xurtkirina moral motîvasyonê bi vê astê û kûrkirina hêza wateyê, tiştekî hatiye dîtin nîne.

Bi rastî jî ev yek îradeyeke di ser mirovahiyê re ye, berxwedaneke di ser mirovahiyê re ye. Bêguman ev yek jî xwe dispêre rastiya Rêber Apo, çavkaniya hêza wateyê, têkoşîna azadiyê, dilsoziya xwe ya bi azadiyê re. Û Rêber Apo di nava wan şert û mercan de parêznameyên ji 5 bergan amade kir. Parêznameyên ji 5 bergan tê wateya parastina gelê Kurd, parastina gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê. Rêbertî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, paradîgmaya neteweya demokratîk, projeya sîstema konfederal a demokratîk di nava şert û mercên qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê de, di bin êrîşan de nivîsî, amade kir û kir malê civakê. Ev yek bi rastî jî karekî welê ye ku nayê vegotin, têkoşîneke, berxwedan e, sekneke.

EV BERXWEDAN DI ASTA HERÎ BILIND DE YE

25 sal in li dora vê seknê, li dora sekna berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê têkoşîneke bêhempa dewam dike. Bi pêngava ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ destpê kir û heta niha bênavber dewam kir. Gelê me jî li Kurdistanê, li derveyî welat, li çar aliyên cîhanê bi berxwedaneke bêhempa meşand, dewam kir. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber li ser xeta fedaî berxwedaneke mezin nîşan dan û ev berxwedan di asta herî bilind de ye. Berxwedaneke ku di şexsê Zap, Avaşîn û Metînayê de di asta herî bilind de ye. Xelkê me yê Rojava li dora vê berxwedanê şoreşeke mezin pêk anî ku Rojhilata Navîn, cîhan, mirovahî bi bandor kir, modernîteya kapîtalîst ji bingehê ve hejand û bû çavkaniyeke sûdwergirtinê ji mirovahiyê re. Şoreşeke mezin pêk anî. Bi deh hezaran şehîd da. Berdêlên mezin da. Ev berxwedan di vê çarçoveyê de belav bû. Bandoreke mezin li jinan kir. Bandoreke mezin li civaka Rojhilata Navîn kir. Bandoreke mezin li civaka cîhanê, li mirovahiyê kir û bû sedema veguherîna demokratîk a rasteqîn. Di nava civakê de zîhniyet guherand. Bû sedema şoreşa wijdanî.

Lewma eger mirov bibêje ‘destketî, encama van 25 salan çi ye’ hingî li dora berxwedana Rêber Apo, li dora têkoşîn, paradîgmaya neteweya demokratîk û projeya sîstema konfederal a demokratîk a Rêber Apo şoreşa neteweya demokratîk pêk hat. Bi pêşengiya Kurdan, bi pêşengiya Rêber Apo, bi pêşengiya Kurdan, gerîlayên Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdan şoreşa neteweya demokratîk pêk hat. Gelên Rojhilata Navîn hemû xist nava guherîneke bêhempa, bandor li mirovahiyê kir. Ev yek jî serketineke gelekî mezin e.

Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ di 10’ê Cotmeha 2023’an de destpê kir. Meizn bû, belav bû û dewam kir. Bi pêşengiya dostan destpê kir, bi pêşengiya şoreşgerên enternasyonal, demokrat û sosyalîstan destpê kir, bi pêş ket. Ev yek asteke bilind a berxwedana bênavber a  25 salan e. Piştî Meşa Azadiyê, piştî meşa mezin a 17’ê Sibatê ya li Kolnê, şandeyeke navneteweyî ya li dijî gefa li Îmraliyê çû Tirkiyeyê. Berî wê jî hin şande çûn. Li Tirkiyeyê gelek hevdîtin kir. Hemû karên ku dost, demokrat, şoreşger, sosyalîst, mirovên xwedî wijdan û azadîparêz dikin, hewldanên wan asteke bilind a têkoşîna 25 salan a li dora berxwedan û sekna Rêber Apo ye. Nabe ku jê cuda bê nirxandin. Lewma berxwedana Rêber Apo bi hezkirin û hurmetê silav dikim. Berxwedana demokrasî, wekhevî û azadiyê ku li dora vê berxwedana 25 salan dewam dike, navneteweyî bûye, Meşa Azadiyê ya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, meşa Kolnê ya li Ewropayê û kampanya niha dewam dike, her kesên ku bi hemû hêza xwe tevlî bûn silav dikim. Her kesên ku ked dan vê têkoşînê û têkoşiyan bi vê wesîleyê silav dikim.

TÊKOŞÎNA 25 SALAN GLOBAL BÛ

Destketiya vê pêvajoyê çi bû? Weke ku min got, têkoşîna 25 salan global bû. Lewma paradîgmaya neteweya demokratîk ji Kurdistanê wêdetir belav bû. Herêmî bû û gerdûnî bû. Yanî bû malê civaka Rojhilata Navîn, civaka cîhanê, gelan û mirovahiyê. Niha gelek fîlozof, akademîsyen, nivîskar, hunermend, siyasetmedar, hawirdorparêz, femînîst yanî hemû beşên berxwedêr ên civakê, dînamîkên têkoşînê li dora paradîgmaya neteweya demokratîk, projeya sîstema konfederal a demokmratîk a Rêber Apo di nava piştevaniyeke mezin a bi Kurdan re ne, têdikoşin û xwe digihînin têkoşîna azadiyê ya Kurdan. Xwe digihînin rêbertiya Rêber Apo, tevlî meşa azadiyê dibin, tevlî meşa azadiyê ya bi rêbertiya Rêber Apo dibin. Bi navê mirovahiyê ji bo azadiyê dimeşin. Lewma bêguman gelekî hêja û bi wate ye. Ev yek bi rengekî şênber asta serketinê ya paradîgmaya neteweya demokratîk, asta globalbûyîna pêngava azadiyê nîşan dide ku bi 10’ê Cotmehê re destpê kir. Eger mirovên ku li cîhanê têne naskirin, fîlozof û rewşenbîr îro radibin dibêjin Rêber Apo rêberê me ye, meşa azadiyê ya Rêber Apo meşa me ya azadiyê ye, têkoşîna Kurdan têkoşîna me ye, ev yek serketina paradîgmaya Rêbertî nîşan dide. Asta hêza vê têkoşînê ya 25 salan a li dora Rêber Apo nîşan dide. Ev yek serketine, serketineke mezin e. Destketiya herî mezin ev e. Lewma pêvajoya bi 10’ê Cotmehê re destpê kir nabe ku ji berxwedan û têkoşîna bênavber a 25 salan cuda bê nirxandin. Ev yek asteke nû ye. Asta globalbûyîna têkoşînê, asta xwedîderketina li projeya sîstema konfederal a neteweya demokratîk, asta xwedîderketina li projeyên çareseriyê yên Rêber Apo ji bo mirovahiyê daniye, asta serketinê, asta belavbûna li nava civakê nîşan dide. Bêguman ev yek serketineke mezin e.

RÊBER APO VEGUHERÎ RÊBEREKÎ GERDÛNÎ

Di vê pêvajoyê de hîn bêhtir hate fêhmkirin ku tecrîda li ser Rêber Apo şexsî nîne, bandorê li jiyana her kesî dike, lewma raxist pêş çavan ku dirûşma ‘Azadiya Rêber Apo azadiya min e’ çiqasî rast û şênber e. Daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû xwedî ast û karakterekî global. Girîngiya vê yekê hem ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hem jî ji aliyê veguherîna Rêberekî global hem jî paşeroja Kurdistanê çi ye?

Ya kku Rêber Apo kir rêberekî gerdûnî, paradîgmaya Rêber Apo ye. Rêber Apo di feraseta sosyalîst a heta niha de, di îdeolojiya sosyalîst de berfirehiyeke cidî kir, veguherîneke cidî kir. Çi bû ev veguherîn? PKK destpêkê bi bandora vî fikrî, vê îdeolojiyê ava bû. Ev îdeolojî ji xwe re kir esas û bi vî rengî ava bû. Bêguman çareseriya pirsgirêka Kurd jî di dewleteke sosyalîst de dît. Tevgerên sosyalîst hemûyan, çarenûsa neteweya xwe di dewleteke sosyalîst de dît. Çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê jî di nava sîstemeke jiyanî, civakî ya ne dûrî dewletê û ne dûrî desthilatdariyê de dît. Baş e, vê yekê ji bo mirovahiyê çareseriyeke rasteqîn bi xwe re anî? Marks, Lenîn, Engels rêberên mezin bûn. Hostayên sosyalîzmê ne, bi rastî jî ji bo hemû berxwedanan, ji bo mirovahiyê bûn çavkaniyên mezin ên sûdwergirtinê. Bi rengekî erênî bandor li berxwedana gelan, têkoşîna çînan, têkoşîna zayendê kirin. Bêguman rêberên mezin e. Lê belê çareseriya ku wan afirandin nekarî feraseta çînî, feraseta dewlet desthilatdariyê ji holê rake. Sosyalîzm li ser bingeha feraseta dewletê ya desthilatdariyê şîrove kirin. Nekarîn ji vê zîhniyetê bêhtir wêde biçin. Lewma Rêber Apo şoreşeke mezin kir. Ev rewşa xitimandî ya tevgerên sosyalîst çareser kir. Reel sosyalîzm derbas kir. Teorî, felsefe, îdeolojiya sosyalîzma demokratîk û sîstema vê ya civakî ava kir. Feraseteke sosyalîzmê ya dûrî desthilatdarî û dewletê, feraseteke çareseriya civakî ya xwe dispêre rêxistiniya sîstema konfederal a demokratîk, komunal a demokratîk, feraseta azadiya civakî ya xwe dispêre azadiya jinê û feraseta jiyana bi hev re afirandin. Ev yek hewldaneke nû bû. Ev yek paradîgmayeke nû ye. Ji ber vê yekê jî paradîgmayeke azadîparêz a rasteqîn e. Lewma paradîgmayeke demokratîk e. Paradîgmayeke ekolojîk a rasteqîn e. Jiyaneke dûrî desthilatdarî û dewletê, jiyaneke civakî, sîstema civakî ya dûrî desthilatdariyê koletiya jinê red dike, neteweperestiyê red dike. Zanistîperestiyê red dike, olperestiyê red dike. Qirkirina Xwezayê red dike. Mêtingerî, dagirkerî, her cûre zext, zilm, şer û tundiyê red dike. Jiyana azad a rasteqîn û sîstema azad a demokratîk bi vî mejî, bi vê ferasetê dikare bê birêxistinkirin û avakirin.

Rêber Apo felsefe, îdeolojî, çarçoveya teorîk, pêkanîna pratîk, rêbazên bicihanînê û wezîfeyên vê yekê destnîşan kir. Sîstema ku xwe dispêre vê ferasetê yekbûna bedenê nîşan dide. Rê û rêbazên rêxistiniyê jî destnîşan kir. Ev yek tiştekî bêhempa ye. Lewma Rêber Apo di vê çarçoveyê dema hate nirxandin bêguman rêberekî sosyalîst ê dîrokê, sedsala pêşiya me ye. Ne tenê rêberê Kurdan e. Ew rêberê mirovahiyê ye, rêberê her kesên ji sosyalîzmê, demokrasiyê, azadiyê, wekheviyê azadiya jinê, azadiya xwezayê bawer dikin e. Rêber Apo vê yekê diparêze. Ne tenê diparêze, di ehman demê de bi kedeke fikrî di bin rejîma qirker û êşkenceyê ya Îmraliyê re paradîgmaya vê yekê destnîşan kir. Lewma Rêber Apo bi navê hemû çînên bindest, kedkar û karker, gelên bindest, jin, hawirdorparêz, hêzên ekolojîk rêberekî azadiyê ye.

Her ku ev fikrên Rêber Apo belav dibe û tê naskirin, bi rengekî mezin xwedîderketinek çêdibe. Vaye heval îro timî mînakê didin, ne tenê Zîzek bi dehan, bi sedan fîlozof, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, sosyalîst, hawirdorparêz, femînîst her ku nas dikin ji Rêber Apo re dibêjin ‘erê’, dibêjin, ‘Em jî ji xwe ji bo vê têdikoşin. Rêber APo ji bo nirxên ku em diparêzin têdikoşe. Rêber Apo ji ber wê li Îmraliyê li ber xwe dide. Xwedîderketina li azadiya Rêber Apo, têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo, têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya me ye’.

Rêber Apo lewma veguherî rêberekî gerdûnî. Xwedîderketina li wî jî mezin dibe. Bandora vê paradîgmayê li tevahiya civakê wê gelekî mezin be. Paradîgma her ku belav bû û hate naskirin wê xwedîderketina li fikirên Rêber Apo hîn gerdûnî bibe, têkoşîna azadiyê wê bi tevlîbûneke hîn xurt mezin bibe. Yanî wê mezin bibe. Ji ber vê yekê divê em vê têkoşînê bi kelecan, coşeke mezin, bi îdîa, bi baweriyê dewam bikin.

DI ASTA DUYEMÎN DE WÊ CIVAKÎ BIBE Û GIRSEYÎ BIBE

Hûn dibêjin ku pêngava azadiyê bi meşa Kolnê re gihîşt asteke nû. Gelo ev ast çi ye? Pêngav wê ji niha û pê ve çawa bê meşandin?

Pêngava azadiyê ya ku ji 10’ê Cotmehê û vir ve tê meşandin, asteke gelekî girîng a têkoşîna 25 salan e. Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve piştî meşa Kolnê qala qonaxeke duyemîn tê kirin. Ev pêngav wê bi pêşengiya dostan, bi pêşengiya hêzên dost ên navneteweyî di asta navneteweyî de mezin bibe û dewam bike. Di vê mijarê de bi qasî ku em dişopînin, plansaziyeke gelekî girîng a têkoşînê heye, kar heye, plansaziya kar heye. Ev kar wê dewam bike. Di qonaxa duyemîn de bi esasî ev pêngav wê girseyî bibe û bi vî rengî dewam bike. Wê civakî bibe û girseyî bibe. Ji xwe pêvajoya li pêşiya me derfetên bêhempa pêşkêş dike.

Di demeke nêz de 8 Adarê tê. Bawerim ku di 8’ê Adarê de wê jin bi rengekî xurt tevlî vê pêngavê bibin. Jinan êdî ev yek dît, pê zanin. Gelek derdorên femînîst xwedî li azadiya Rêber Apo derdikevin, têdikoşin. Berxwedana Rêber Apo berxwedana azadiya jinê ye. Têkoşînan Rêber Apo ya ji bo jinan ku di nava têkoşîna 50 salî de meşand, keda ku da, ji aliyê fikrî, teorîk, îdeolojîk, felsefîk, pratîkî ve ew hewldan e ku ti ji rêberên sosyalîst di dîrokê de nekirine. Rêber Apo li ber sîstemê rabû. Li ber sîstema bi serweriya mêr, sîstema modernîst kapîtalîst, sîstema hegemonîk rabû. Têkoşîneke mezin meşand. Ji her alî ve rê li ber jinê vekir, ew zane kir. Di nava jinan de ronakbîriyeke mezin afirand. Asta pêşketinê, asta azadbûnê ya jinên Kurd bandor li jinên li herêmê û tevahiya cîhanê kir. Di nava civakê de veguherîneke mezin a civakî afirand, veguherîneke demokratîk pêk anî. Ev yek bi rastî jî gelekî girîng e.

Di wê baweriyê de me ku jin wê tevahiya meha Adarê, yanî ji 1’ê Adarê û pê ve bi rengekî girseyî û mezin wê tevlî vê pêngavê bibin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya jinan e. Bi vê ferasetê wê tevlîbûn çêbibe. Piştre jî Newroz tê. Di Newrozê de wê tevlîbûneke mezin û girseyî li pêngavê bibe. Di asta neteweyî de wê li tevahiya Kurdistanê tevlîbûneke bi heybet û girseyî li Meşa Azadiyê û pêngava azadiyê bibe. Piştre jî Nîsan tê. 4’ê Nîsanê bi wesîleya rojbûna Rêbertî rojbûna Kurdan û mirovahiyê ye. Ev yek jî wê bi girseyî bê pêşwazîkirin û pîrozkirin. Piştre jî 1’ê Gulanê roja berxwedanê ya karker û kedkaran e. Roja têkoşînê ye. Rastiyeke rêbertî ya gerdûnî heye. Rêbertî rêberekî kedkar û karker e. Bi navê bindestan hemûyan li ber xwe dide, têdikoşe. Temenê xwe yê têkoşînê yê 50 salan da vê yekê. Bi paradîgmaya xwe vê yekê radixe pêş çavan. Sîstema konfederal a demokratîk nîşaneya vê yekê ye. Lewma girseyîbûneke mezin wê bi qonaxa duyemîn re pêk were û di vê mijarê de di serî de jin bang li gelê Kurd û dostan hemûyan dikim ku bi xurtî tevlî qonaxa duyemîn bibin, pêşengiyê jê re bikin. Li her derê bi pêşengiya jin û ciwanan, bi pêşengiya Kurdan û dostan ev meşa azadiyê wê hîn bêhtir gerdûnî bibe, divê bi vî rengî dewam bike. Ev pêvajo ji her alî ve derfetên vê yekê pêşkêş dike.

DI QONAXA DUYEMÎN DE DIVÊ EM TÊKOŞÎNEKE XURT A HIQÛQÎ BIMEŞÎNIN

Aliyekî din jî ew e ku di vê qonaxa duyemîn de divê em têkoşîneke gelekî xurt a hiqûqî bimeşînin. Li Îmraliyê êrîşeke qirkirinê heye. Rejîmeke qirkirinê li Îmraliyê tê meşandin. Qirkirin sûcê li dijî mirovahiyê ye. Niha di bin kontrola hêzên komploger de li nava sîstema navneteweyî ji sîstema Îmraliyê Konseya Ewropayê jî berpirsyar e. Emerîka, Îngilistan û Îsraîl ku serkêşî ji komployê re kirin ji vê yekê berpirsyar in. Ev hêzên komploger hemû ji vê yekê berprisyar in. Dewleta Tİrk di nava vê sîstema Îmraliyê ya navneteweyî de rejîma qirkirinê dimeşîne. Li Îmraliyê şerê qirkirinê dimeşîne. Lewma sûcekî qirkirinê tê kirin. Li Îmraliyê şerê qirkirinê niha li tevahiya Kurdistanê belav bûye. Veguheriye qirkirina li dijî Kurdan. Li ser Kurdan niha polîtîkaya qirkirinê ya 100 salî bi giranî li Îmraliyê tê meşandin û li tevahiya Kurdistanê belav bûye. Li Tirkiyeyê jî li ser civakê zexteke giran a faşîzmê heye. Ji ber vê yekê jî divê em têkoşîneke gelekî cidî ya siyasî, hiqûqî û dîplomatîk bimeşînin li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê. Ev yek gelekî rewa ye. Divê em welê bikin ku yên bi navê hiqûqê tevdigerin lê belê hiqûqa xwe bi cih nînin, ji bo berjewendiyên xweyên siyasî û aboriyê hiqûqa xwe binpê dikin, van dewlet û hêzan hemûyan teşhîr bikin. Divê em maskeyên wan bi her awayî daxînin. Divê em dewleta Tirk teşhîr bikin. Zexteke mezin a navneteweyî li dewleta Tirk bikin. Divê em zexta raya giştî biafirînin. Lewma di vê astê de, divê em qonaxa duyemîn a pêngavê bi rengekî hîn xurt bimeşînin.

Çareseriya pirsgirêka Kurd hêz û encama belavbûna paradîgmaya Rêber Apo ye ku pêngava azadiyê ya Rêbertî şênber kiriye. Divê ev yek hîn baş bê dîtin û karê ji bo belavkirina paradîgma û fikrên Rêber Apo û Rêbertî li her derê hîn bi xurtî pêk bînin. Divê em bi deh qatî ji hewldanên heta niha hatine kirin bixebitin û têbikoşin.

GEL DIBÊJIN, ‘DIVÊ RÊBER APO AZAD BIBE’

Li Îmraliyê berxwedana Rêber Apo, li derve jî berxwedana Tevgera Azadiyê, gel, ciwan, jinan û dostên gelê Kurd ket sala 26’an. Di sala 26’an de divê çi bê kirin? Çi wezîfe dikeve her milê kî/ê? Şêwazekî têkoşîn û pêşengiyê ya hîn xurttir, bi bandor û encamwergir çawa dikare bê pêşxistin?

Têkoşîna ku gelê me 25 sal in li dora paradîgma û berxwedana Rêbertî dimeşîne, niha veguheriye têkoşîneke navneteweyî. Pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke herêmî û gerdûnî. Ev yek di encama têkoşîna gelê Kurd, Tevgera Azadiyê ya Kurd û dostên wan de derketiye holê. Ev serketinekî girîng e, encamekî pir girîng e. Êdî wisa ye ku ev zanebûn di nava gelê Kurd û civak û derdorên ji dervey gelê Kurd de jî pêş dikeve. Azadiya gelê Kurd û azadiya Rêber Apo bi temamî bi hev ve girêdayî ye. Ev ji destpêkê ve jî timî wisa bû. Têkoşîna me ya 50 salan wisa bû. Lê ev zanebûn cara destpêkê di vê astê de, di asta pêş de tê bidestxistin. Ev tiştekî pir girîng e. Êdî gelê Kurd dibêje, “Eger Rêber Apo azad bibe, ez ê azad bibim. Eger Rêber Apo azad bibe wê li Kurdistanê statuyek hebe. Kurd wê mafên xwe yên siyasî û demokratîk bi dest bixin.” Zanebûna vê yekê êdî di gelê Kurd de kûr bûye. Ev pir girîng e. Hebûn û azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibîne û li ser vî bingehî têdikoşe. Divê ev zanebûn hîn kûrtir bibe û di vê çarçoveyê de bi îdîa û xwestekek mezin em vê yekê di sala 2024’an û salên piştre de bimeşînin.

Ji dervey Kurdan gelek derdor mîna min anî ziman azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dinirxînin. Dibêjin ji bo astengkirina qirkirina ekolojîk divê Rêber Apo azad bibe. Dibêjin, ji bo pêşî li zayendparêzî û qirkirina jinan bê girtin, divê Rêber Apo azad bibe. Weke rêberekî gerdûnî, wî dinirxînin. Weke rêberê têkoşîna xwe dibînin. Divê em vê têkoşînê hîn xurttir bimeşînin. Bi heman rengî divê têkoşîna ekolojiyê, azadiyê jinê û ya kedkaran, hemû kesên bindest bi rengî xurt bidome. Ev hat qonaxekî pir girîng.

Em ji hemû serdeman zêdetir nêzîkî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne. Her wiha azadiya gelê Kurd ji hemû serdeman zêdetir nêzîktir e. Lê belê êrîş jî dijwar in. Her wiha li dijî paradîgmaya Rêber Apo êrîşên neteweperest, dînî, paşverû, zayendperest, û piralî jî hene. Di vê serdemê de hin aliyên sosyalîst yên ku li dijî paradîgmaya Rêber Apo derdikevin jî hene. Êrîşên van jî hene. Tekoşîneke piralî yanî li dijî paradîgmaya Rêbertiyê û rastiya Rêbertî jî êrîş hene. Me heya niha hemû gavan êrîşên bi vî rengî pûç kirin. Têkoşîna gelê me û tekoşîna gerîla hemû gavan komplo û Komploya Navneteweyî pûç kiriye. Jixwe niha wisa ye.

Jixwe rejîma êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê jî komployek e û berdewamiya komployê ye. Lê ev komplo hemû gavan bi têkoşîna me hatiye pûçkirin. Bi saya têkoşîna me ya 50 salî û têkoşîna me ya bênavber a 25 salî, îmhaya azadiya fizîkî ya Rêber Apo, tasfiyekirina tevgera azadiya Kurd û qirkirina Kurdan jî hatin pûçkirin. Îro Rêbertî di di tekoşîna xwe de keyiye sala 26’an û Rêber Apo bûye rêberekî cîhanî. Paradîgmaya Rêber Apo, cîhanîbûna Paradîgmaya Neteweya Demokratîk, xwedîderketina navneteweyî gelekî pêş ket. Ev serkeftineke mezin e. Hewce ye em vê bi bawerî û biyardariyeke mezin, bi feraseta têkoşîneke mezin pêş bixin û bi ser bikevin. Rêya serkeftinê têkoşîn e, têkoşîn e û  têkoşîn e. Riya serkeftinê tekoşîna birêxistinî û têkoşîna yekbûyî ye. Têkoşîna me heya roja me ya îro ev yek îspat kiriye. Her wiha tekoşîna me dibe îspatkirina siberojê jî.  Her wiha ez ji gelê me yê têkoşer, dost, şoreşger, demokrat, çepgir, sosyalîst, ekolojîk, femînîst, karker û kedkaran re di têkoşîna wan de serkeftinê ji wan re dixwazim. Encama hemû têkoşînên ku di bin siya paradîgmayên Rêber Apo de teqez serkeftin e. Vê pêvajoya têkoşînê ev yek bi awayekî pir eşkere nîşanî me da.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Koçberî ji mejiyê xwe avêt, ji bo zarokan cihek amade kir
Nûçeya Pişt re Li Xarpêtê kana kromê hilweşiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin li Kobanê hatin bibîranîn

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi pêşandana fîlma Zindana Amedê ya ku…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Mûstafa Tekîk hevrêyekî gelekî hêja bû

DEM Partiyê ji bo Hevserokê Bajarê Êlihê yê DEM Partiyê Mûstafa Mesût Tekîk ê jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevsengiya li Amazonê guherî: Ziwatî û bandora li ser hawirdor û civakê

Ziwatiya ku li Daristanên Baranê yên Amazonê zêde bû, têkildarî paşeroja ekosîstemê pirsgirêkên girîng xist…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?