Sêşem, 19 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Aştiyê: Di vê demê de divê em dayik bibin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Meclîsa Tirkiyeyê wesayita ‘Toros’ hate şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di rojeva komîsyonê de kuştinên kiryar nediyar û windahî hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Beyoglûyê û 16 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê komîsyon rê nede şerxwazan û ji bo aştiyê hewl bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Amed Malazgîrt: Nûreddîn Sofî şoreşgerekî piralî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê: Em dixwazin ji komîsyonê re bibin alîkar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhan Sîncar: Divê dewlet bi lez gavên şênber biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sê şehîd li Amed û Rihayê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Meha Tebaxê li Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Cezayê darvekirinê ya li Şerîfe Mihemedî hat birîn êrîşa li ser mafê jiyana jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emmeline Pankhurst: Têkoşera pêşeng a ji bo mafên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mûhammedî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Milîtanê Apoyî hevrêyê me Argeş Serhed şehîd bû
Kurdistan

HPG: Milîtanê Apoyî hevrêyê me Argeş Serhed şehîd bû

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku Argeş Serhed (Karahan Lokman Ûygûn) ê ku sala 2019'an birîndar bû, piştî ku demekê hate dermankirin, şehîd bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tebax 2025 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Kedkarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, kedkarê çapemeniyê Argeş Serhed ku rastiya şerê li Kurdistanê ji eniya herî pêş ji raya giştî re radigihan, 10’ê Tebaxê ku li Rojava dihate dermankirin, şehîd bû.

HPG’ê têkildarî Argeş Serhed daxuyaniyek da ku sala 2019’an bi giranî birîndar bû û got, “Di nava her şert û mercî de hevrêyê me Argeş ji îradeya şoreşgerî tawîz neda. Em sersaxiyê ji malbata welatparêz a hêja ya hevrêyê me Argeş û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Em ji dil spasiya hevrêyên xwe yên gazî yên hêja û welatparêzên li Rojavayê Kurdistanê dikin ku hevrêyê me Argeş hembêz kirin û di dema dermankirinê de bi salan ked ji bo wî dan. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Rojava yê welatparêz wê bi rengekî hêja hevrêyê me Argeş oxir bike. Keda hevrêyê me Argeş ji bo me hemûyan mezin bû. Em hîn bi xurtî soz didin ku pênûs û kameraya hevrêyê xwe Argeş li erdê nehêlin û dengê wî hîn bi xurtî bilind bikin. Em soz didin ku em ê hewl bidin hêjayî bîranîna wî bin.”

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de li ser şehadeta Argeş Serhed ev daxuyanî hate dayin:

“Ewladê leheng ê xelkê Serhedê û neferê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hevrêyê me Argeş Serhed sala 2019’an li herêma Metînayê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema ku bi erk û wezîfeya xwe radibû di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de bi giranî birîndar bû. Ji bo dermankirinê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li vê derê dema ku dihate dermankirin di 10’ê Tebaxa 2025’an de şehîd bû.

Hevrêyê me Argeş milîtanekî fedaî yê Apoyî, kedkarekî qedîm ê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bû. Bi hevrêtî, tevlîbûn û karê xwe navê xwe bi her kesî da bihîstin. Şoreşgerekî mezin bû. Li hemberî êrîşên şerê taybet ên dijmin li eniya herî pêş bi pênûs, kamera û gotina xwe kedkarekî çapemeniyê bû ku têkoşiya û di vê pratîkê de serketineke mezin bi dest xist. Propagandavanekî xurt bû ku ji heqîqetê hêza xwe werdigirt û ji gelê me re qala gerîla û şerê gerîla dikir.

Hevrêyê me Argeş ji roja ku tevlî bû û heta sala 2019’an ku bi giranî birîndar bû, 11 salan bi rengekî çalak, bêyî tawîzê bide têkoşiya. Di nava 6 salan de ku bi rengekî giran birîndar bûbû û dihate dermankirin, bi îradeya ji pola û eşqa jiyan azad li hemberî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe da û şehîd bû.

Di nava her şert û mercî de hevrêyê me Argeş ji îradeya şoreşgerî tawîz neda. Em sersaxiyê ji malbata welatparêz a hêja ya hevrêyê me Argeş û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Em ji dil spasiya hevrêyên xwe yên gazî yên hêja û welatparêzên li Rojavayê Kurdistanê dikin ku hevrêyê me Argeş hembêz kirin û di dema dermankirinê de bi salan ked ji bo wî dan. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Rojava yê welatparêz wê bi rengekî hêja hevrêyê me Argeş oxir bike. Keda hevrêyê me Argeş ji bo me hemûyan mezin bû. Em hîn bi xurtî soz didin ku pênûs û kameraya hevrêyê xwe Argeş li erdê nehêlin û dengê wî hîn bi xurtî bilind bikin. Em soz didin ku em ê hewl bidin hêjayî bîranîna wî bin.”

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Argeş Serhed ê şehîd bû, bi vî rengî ne:

Nasnav: Argeş Serhed
Nav paşnav: Karahan Lokman Ûygûn
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Rabîa-Şukru
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Tebaxa 2025 / Rojavayê Kurdistan

Hevrêyê me Argeş li navçeya Milazgîr a Mûşê ji dayik bû. Hevrêyê me Argeş li nava malbateke welatparêz mezin bû ku bi xurtî dilsozê çand, ziman û nasnameya Kurd bû. Hest, hişmendî û karakterê hevrêyê me Argeş bi çanda welatparêziyê ava bû. Hevrêyê me Argeş ku ciwanekî jêhatî û zîrek bû, di nava civakê de jî cihê hurmetê bû û di heman demê de li dibistanê jî serketinên mezin bi dest xist. Piştî ku lîse bi serketî qedand çû Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) ku yek ji zanîngehên sereke yên Tirkiyeyê ye. Hevrêyê me Argeş ku ciwanekî rewşenbîr û têgihiştî bû, beşdarî nava kevneşopiya şoreşgerî ya xwendekarên ji ODTU bû û li vir kar kir. Weke ciwanekî Apoyî li vê derê rengê xwe da karên şoreşgerî, bû wesîle ku ciwanên Kurd têkoşîna azadiyê nas bikin. Hevrêyê me Argeş 3 salan li zanîngehê hem xwend, hem jî karên ciwanên şoreşger welatparêz meşand û bi vî rengî kir ku ev kar li ODTU û Enqereyê bi pêş ve biçe.

Hevrêyê me Argeş ji xwe kir esas ku bide ser şopa xalê xwe hevrê Fûat-Hîkmet Tokmak ku sala 1991’ê tevlî nava refên gerîla bû û 29’ê Mijdara 2004’an li Mûsilê di encama komployekê de şehîd bû. Li gel gelek derfetên madî, rêya jiayneke cuda û firsenda kariyerê ya di nava sîstema dijmin de li pêşiya wî hebû jî ev hemû danî aliyekî û biryar da ku bibe neferekî têkoşîna azadiyê ya gelê xwe. Ji bo xwedîderketina li bîranîna xalê xwe hevrê şehîd Fûat û armanca wî pêk bîne, zanîngeh di pola sêyemîn de terikand û biryar da ku bibe şoreşger. Li ser vê bingehê di sala 2008’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û piştî ku tevlî nava karên Komalên Ciwan bû weke şoreşgerekî profesyonel careke din berê xwe da metropolan. Hevrêyê me Argeş bi danhevî, kesayetiya xwe ya cewherî, samîmiyet, dînamîzma xwe ya ciwantiyê û coşa xwe ya şoreşgerî bandor li gelek ciwanan kir û ew bi têkoşîna azadiyê ya gel da naskirin. Di tevlîbûna gelek hevrêyên me ji bo refên gerîla de bi rol rabû. Gelek caran ji aliyê dijmin ve hate binçavkirin û zext lê hate kirin, lê belê li gel van hemûyan jî her tim xwe parast û karê xwe meşand.

Hevrêyê me Argeş ku ji xwe re kir esas ku bi rengekî îdeolojîk tevlî nava PKK’ê bibe, piştî ku karên xwe yên li metropolan bi rengekî serketî qedand berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku hîn di zarokatî de hesreta wî bû. 14’ê Tîrmeha 2010’an di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin de ku rojeke gelekî bi wate û dîrokî bû, li çiyayên Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî ku li Metînayê tevlî perwerdeya destpêkê ya gerîla bû, li vir beşdarî nava kar bû. Bi danheviya xwe ya îdeolojîk, sekna xwe ya rêistinî, çanda welatparêziyê ya ji malbatê wergirtî û coşa xwe ya bilind di nava refên gerîla de zû bi berpirsyariyê rabû. Li Metînayê piştî ku demekê karê arşîvê û çapemeniyê meşand, li vê qada me ya kar berpirsyartî kir. Ji sala 2010’an heta 2013’an li Metînayê û Biryargeha Veguhestin û Îdareyê ya Bakur bi eşqeke mezin karên arşîvê û çapemeniyê meşand. Ji ber pratîka xwe ya serketî û tecrûbeya xwe ya li vê derê, di sala 2013’an de tevlî karên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bû. Du salan bi fedakarekiyeke mezin li navenda me ya ragihandinê kar kir. Li vê saziya me ku ji bo gerîla ji civakê re bê ragihandin bi roleke girîng radibe, ked da. Di mehên dawî yên sala 2014’an de li Akademiya Şehîd Îbrahîm beşdarî nava perwerdeya leşkerî û îdeolojîk bû. Di pêvajoya perwerdeyê kete nava kûrbûneke mezin û li ser wezîfeyên dema nû û taktîkên gerîla xwe perwerde kir. Piştî ku pêvajoya akademiyê bi serketî qedand, sala 2015’an careke din beşdarî nava karên çapemeniyê yên HPG’ê bû.

Hevrêyê me Argeş ku di asteke baş de bi Îngilîzî zanî bû, ji dostên enternasyonalîst ên ku ji bo serdana gerîla dihatin çiyayê Kurdistanê tercûmanî dikir û qala jiyana gerîla dikir. Di 24’ê Tîrmeha 2015’an de dema ku dewleta Tirk bi rengekî topyekûn êrîşî gelê me û tevgera me kir, hevrêyê me Argeş jî weke ‘nûçegihanê şer’ beşdarî nava şerê parastina rewa bû. Hevrêyê me Argeş wê demê bû hevalê me yê destpêkê ku weke nûçegihanê şer çû Zagrosan. Di salên 2015, 2016 û 2017’an de li Zagrosan bi xwe beşdarî gelek çalakiyan bû, ew belge kir û ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. Li gel hevrêya me şehîd Jiyan Amargî-Esma Avşar jiyan, ruhê azadiyê û her kêliya têr û tijî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi belge kir, hem ji civakê re ragihand hem jî li rûpelên dîrokê neqişand. Li hemberî her zor û zehmetiyê li ber xwe da, bi fedakariyeke mezin li gel gerîla di şer de ma, ji xwe re kir esas ku di nava şert û mercên herî zehmet de karên çapemeniyê dewam bike. Êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên ji mirovahiyê bêpar maye teşhîr kir, nîşan da û kir ku bê dîtin. Li gel êrîşên giran ên artêşa Tirk a dagirker ên bi piştgiriya îstîxbarat û teknîkê, hemû rîsk dan ber çavên xwe, gelek nûçe û bername amade kir û di nava şert û mercên herî giran de bi rengekî zindî tevlî weşanê bû. Li çiyê nûçegihaniya şerê aktîf bi pêş ve bir. Ji bo heqîqeta şer a li çiyayên Kurdistanê bigihîne civakê kedeke mezin da.

Hevrê Argeş ji yekîneya me ya çapemeniyê ya li Zagrosan berpirsyarî kir, di sazîbûna karên li vê derê de û afirandina gelek berheman de pêşengî kir. Bi karê xwe li vê derê kevneşopiyeke girîng afirand. Li çiyayên Kurdistanê da ser şopa Gûrbetellî Ersoz, Selçûk Şahan û Halîl Dag, bû fermandar û milîtanekî çapemeniyê yê mezin ku têkoşîna wan bilind kir.

Hevrêyê me Argeş, li her derê ku diçûyê rengê xwe lê zêde dikir û şoreşgerekî wisa bû ku li ser hemû kesên ku pêre diket pêwendiyê bandorek ava dikir. Hevrêyê me, li gel tecrûbeyên xwe yên berfireh di çarçoveya hewcehiyên hevrêyên xwe de zanî li her derê alikariya wan bike. Bi saya sadebûn, kesayeta xwe ya mutewazî, kedkarî û fedekariya xwe derwêşek bû ku barê jiyanê girtibû ser milên xwe. Hemû karên xwe bi hezkirin û bi dil dikir. Ji ber vê yekê hemû karên xwe bi serkeftî bi cih dianî. Tim bi moraleke bilind û rûkeniyekê jiya. Ji bo hevrêyên xwe çavkaniya hêz û moralê bû. Şoreşgerekî wisa mezin bû ku di kêlîyên herî zehmet de û li qadên herî dijwar jî hevrêyên wî pişta xwe didan wî. Girêdayî îdeolojiya azadiya jinan, xwe perwerde kir, hewl da ku kesayeta xwe ji zîhniyeta serweriya mêran rizgar bike û bi jinên azad re hevrêtiya rast pêk bîne ku li gel van yekan di kesyeta xwe de xwe gihandibû asteke girîng. Hevrêyekî me yê hêja bû ku hemû hevrêyên wî yên jin û mêr dixwestin li gel wî bimînin û bixebitin.

Hevrêyê me Argeş, ji bo pûçkirina êrîşên dijmin ên şerê taybet gelekî li ber xwe da û xebitî. Hevrêyê me Argeş ê ku ji heqîqetê para xwe standibû û bûbû neferekî doza azadiyê, bi hêza heqîqetê li hemberî makîneya dijmin a şerê taybet têkoşiya.  Hevrêyê me heqîqet derxist li pêşiya derewên makîneya şerê taybet û derbên giran li polîtîkayên taybet ên dijmînî xistin. Hevrêyê me Argeş, gotina xwe, pênûsa xwe û kameraya xwe li hemberî êrîşên dijmin weke mezintirîn çeka parastinê bi kar anîn û gelek serkeftinên mezin bi dest xistin.

Hevrêyê me Argeş, dîsa dema ku karekî bi vî rengî bi rê ve dibir, di dema amadekirina bernameya bi navê ‘Kurmê Darê’ de ku bi vê bernameyê bi belgeyên şênber nîşanî gelê Kurd dida ku sîxurtî û îxanet tiştên gelekî xirab in, di encama êrîşa artêşa Tirk a sala 2019’an a li ser Metînayê de bi giranî birîndar bû. Hevrêyê me yê ku bi giranî birîndar dibe, ji bo tedawiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Li vir demeke dirêj tedawiya xwe dibîne. Hêvrêyê me Argeş Serhed ê ku bi alîkariya gaziyên me ku fedaiyên gelê me yên mezin in, jiyanê hembêz dike, di 10’ê Tebaxa 2025’an de tevlî karwanê şehîdan dibe.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayika Aştiyê: Di vê demê de divê em dayik bibin yek
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Konferansa Ronakbîrî ya Şengalê bi dirûşma ‘bersiva li fermanan’ destpê kir

Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku weke bersiva 73 fermanan tê lidarxistin, îro bi beşdariyeke xurt,…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêndêk boçûn le ser kitêb 2

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (207)Abbas ValiHesen Qazî komele nûsînêkî benirxî sebaret be Sazmanî Inqîlabî Hîzbî…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

‘Xiyanet li wan mirovan hate kirin ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirin’

Nivîskara pirtûka 'Ronahiya Şengalê' Sara Lucaroni got, "Bûyerên ku niha li Kurdistanê diqewimin yek ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayika Aştiyê: Di vê demê de divê em dayik bibin yek

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Siwêdayê êrîş li 2 gundan hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê hejmara windayan ji sala 1970’î û vir ve dibe ku 300 hezarî derbas bike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Êzidî ji bo xwedîderketina li Şerîfe Mûhammedî bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?