Pêncşem, 30 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îmamoglû, Yanardag û Ozkan hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gor vê pêngava dîrokî divê gavên qanûnî werin pêşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Dema em dibêjin yekîtiya neteweyî, ne tenê Kurdan qesta hemû gelan dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbîn û Qoserê ji bo du şehîdan sersaxiyên girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi pileya 4.0 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ: Mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên ku kêliya dîrokî jiyan: Armanca me ya sereke azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan ji bo çareseriya demokratîk pêngaveke dîrokî avêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên bi dronê yên daxuyaniya dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya Azadiyê Nuda Arîn: Ji bo serketina pêvajoyê her kes divê seferber bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê azadiyê Çeko Ayhan: Gava esasî azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Malbata Cîhan Teha: Ji bo ku mamosteyan bêdeng bikin Cîhan qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Bêrîtan li Eyn Îsayê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Me xeta berxwedanê ya Berîtanê heta roja îro anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F’ê kampa jin û zarokan li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sema Kurdistan: Hevala Bêrîtan ji bo me xet û sozeke

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Antoliyayê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Rêya Azadiyê te Dayikên Kurdan- Jinên Kurd Vedibêjin’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurdî yên Viyana destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de ji Berhemên Jineolojiyê re eleqeyeke mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn li Dortmundê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîrate û berhemên 20 salan ên Şevbêrka Dengêbjan li ser Medya Dîjîtal e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ’ê 2 şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê 2 şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn

HPG-NRÇ’ê 2 gerîlayên li Garê şehîd bûne, bi bîr anî û got, “Em soz didin ku em ê fedaiyên Apoyî yên leheng ti carî ji bîr nekin û qadên xebatê yên ku wan bi ked û sebreke mezin pêş xistine hîn zêdetir mezin bikin û bibin layiqî bîranînên wan.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Îlon 2025 Dema xwendinê: 17 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê şehîdên Xerzanê ev tişt diyar kir:

“Gelê me yê Xerzanê yê leheng û milîtanên pêşeng ên xeta fedaî ya Apoyî, hevreyê me Derwêş û Dijwar di 14’ê Cotmeha 2019’an de li herêma Garê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê şehîdan bûn.

Hevrê Derwêş û Dijwar ji bo parastina hebûna gelê me û dabînkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo tevlî gerîla bûn. Wan dît ku têkoşîneke asayî ji bo serkeftina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê têrê nake û divê bi ruhê fedaî ya Apoyî û gerîlatiya profesyonel şer bê kirin. Li ser vê bingehê ew bûn şopdarên Zîlanan û tevlî Hêzên Taybet bûn. Bi evîneke mezin, girêdan, bawerî, vîn, israr û bi biryardariya serkeftinê, wan li gelek qadan û warên xebatê têkoşîn kirin.

Hevrê Derwêş û Dijwar bi azmûn, ked, wêrekî, helwesta bîrdozî, gihîştîbûna rêxistinî, zîrekiya pratîk, vekirina taktîkî û di xebatên stratejîk ên ku pêşengî lê tê xwestin de cih girtin. Wan di xebatên ku ji gelê me û tevgera me re serweriya stratejîk peyda kirin de, kedeke mezin dan, rola xwe bi serkeftî lîstin û navên xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsîn.

Em soz didin ku em ê fedaiyên Apoyî yên leheng ti carî ji bîr nekin û qadên xebatê yên ku wan bi ked û sebreke mezin pêş xistine hîn zêdetir mezin bikin û bibin layiqî bîranînên wan.

Em ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe Derwêş û Dijwar û gelê Xerzanê yê welatparêz re, ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û li ber bîranîna hêja ya hemû şehîdên me bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.

Agahiyên nasnameyên hevrêyên me yên ku gihîştine şehadetê wiha ne:

Nasnav: Derwêş Arjîn

Nav û paşnav: Sezer Şagban

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Navê dayik û bav: Yuzgul – Bedrettîn

Dîrok û cihê şehadetê: 14’ê Cotmehê 2019 / Garê

 

Nasnav: Dijwar Gulo

Nav û paşnav: Bariş Eren

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Navê dayik û bav: Gevez – Mehmet Alî

Dîrok û cihê şehadetê: 14’ê Cotmehê 2019 / Garê

DERWÊŞ ARJÎN

 

Hevrê Derwêş yek ji şervanên wêrek ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ye li navçeya Tûx a Bedlîsê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Bi çanda kevnar û kevneşopiya berxwedanê ya axa ku lê dijiya teşe girt û bi pêş ket. Hevrê Derwêş di nava malbat û hawîrdorekê de ku girêdayî nasnameya Kurd û di nava têkoşînê de bûn de mezin bû. Piştî ku lîse qedand, dev ji xwendinê berda. Di wan salan de, ew û malbata wî neçar man ku koçî metropolên Tirkiyeyê bikin. Li metropolan, li dijî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên dewleta dagirker a Tirkiyeyê têkoşiya. Ji ber ku ji derdora malbata wî tevlîbûna nava refên gerîla çêbibû û malbat welatparêz bû, fêrî têkoşîna li hemberî dijmin bû. Hevrê Derwêş di salên ku li metropolan bû ciwanên şoreşger ên welatparêz nas kir û li ser heqîqeta xwe cara yekem ronî bû. Bi coş beşdarî xebata ciwanan bû. Di xebatên civakî de derfet ku îdeolojîk a Tevgera Apoyî nas bike, dît. Hevrê Derwêş li ser pêwîstiya derbaskirina welatparêziya klasîk hûr bû. Bandora kûr a rastiya Kurd û Kurdistanî li ser jiyana xwe fêm kir. Hewl da ku dîrok, çand û hişmendiya xwe ya neteweyî qezenc bike û ji bo wê têkoşiya. Piştî ku di sala 2012’an de Şoreşa Azadiya Rojava dest pê kir, salek şûnde hevrêyê me hestiyariyek kûr jiya û beşdarbûna nava têkoşînê weke deynê ji bo gelê Kurd dît. Gava yekem a ku avêt nav xebata ciwanên şoreşger ên welatparêz, lêgerîna xwe ya biryardarî û bi çoş mezin kir. Bi hişmendiya şoreşgerî ya qezenc kiribû re di sala 2013’an de tevlî refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû.

Bi eşqek mezin beşdarî têkoşîna azadiyê bû, bi lez fêrî îdeolojîk û leşkerî bû. Hevrê Derwêş ê ku di demek kurt de zû bi pêş ket, ji bo erkên serdemê bi cih bîne bû namzetekî pêşeng ê gerîla. Hevrêyê me yê ku xwedî kesayetiyek kûr bû, bi baldarî û fedakariyek mezin nêzî perwerdehiyê bû. Hêdî hêdî beşdariya xwe ya li ser bingeha hestyarî veguherand bingehek îdeolojîk. Her ku wî Rêbertî nas kir, hewl da ku li ser bingeha rast a ku bibe hevrêyê Rêber Apo xwedî li pîvanên milîtaniyê derkeve. Hevrêyê me dît ku ev tenê bi kesayetiyek têgihîştî û perwerdehiyeke bilind pêkan e. Di vî warî de beşdariya xurt nîşan da. Hevrê Derwêş ê ku her gav hewl dida ku di têkoşînê de gavek pêşde biçe û dixwest derbên giran li dijmin bide, bi performansa xwe ya pêşketî serketinek bihêz bi dest xist. Di hemû xebatên ku meşandin de ji bo tevkariyeke girîng bike di aliyê pisporbûnê de xwe bi pêş xist. Li ber bingeha hezkirina ji hevrêtiyê xwe û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo, xwe û hevrêyên xwe perwerde kir, bi hêz kir û bi keda xwe di her qada jiyanê de hebû. 

Ji bo felsefeya Rêber Apo di her warî de jiyanî bike û di vê mijarê de serwext bibe, di xwe de destpê kir û di peywirên şoreşê û têkoşînê de bû xwedî kedek mezin. Her kêliya jiyana xwe bi tevahî jiya, hewl da ku bandora kûr a axa xwe li ser pêşveçûna xwe ya hestyarî û rewşenbîrî hîn bêtir xurt bike. Jiyana ku ji ked, hişmendî û afirandina nirxan dûrketiye tê wateya ku ji cewhera xwe dûr bikeve. Ji ber vê yekê, ti carî jiyanek pûç û vala qebûl nekir. Gava ku kêmasiyên xwe didît bi awayekî radîkal bi ser wê de diçû. Hemû astengiyên ku li pêşiya erkên wî yên şoreşgerî asteng, bi biryardariyeke mezin yek bi yek ji holê radikir. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, wekî milîtanekî ku tê hezkirin û sohbet xweş. Bi hêza ku ji erdnîgariya ku cewhera wî pêk dianî girtibû, dikarîbûbin her şert û mercî de li ser piyan bimîne: Şert û mercên dijwar ji bo pêşketina wî bûn bingeha pêngavê.

Hevrê Derwêş ê ku hewl dida xebatên xwe yên di qada leşkerî de veguherîne pêngavekê, ji bo bibe şûngirê fedaî yê Zîlanan di sala 2013’an de tevlî Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me, beşdarbûna xwe di nava Hêzên Taybet de wekî xalek werçerxê ya mezin û fersendeke dîrokî di jiyana xwe de didît, xwe di xeta mîlîtaniya fedaî ya Apoyî de kûr kir. Bi zanîna ku pêşengiya têkoşînê bi pêşengiya jiyanê pêk tê, bi awayekî fedaî beşdarî her kêliyê jiyanê bû. Hevrê Derwêş ê ku ji bo bibe milîtanekî Apoyî, ked da jiyanê û bi afirandina nirxan, her tim li ser vê bingehê beşdarî jiyan û têkoşînê bû. Ew bû şoreşgerekî ku li gorî navê xwe jiya û her gav mîna Derwêşekî jiya.

Hevrê Derwêş bi wêrekiya bêhempa, zîrekiya pratîkî, baweriya bi serketinê, biryardariya xwe ya bê şik û sekna xwe ya bi biryar ku rîskên herî mezin dida ber çavan, di nava Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de rolek girîng û dîrokî lîst. Kesayet klasîk Kurd di şexsê de derbas kir û li hin qadan pêşengiya xebatên ku gavên girîng bi Gerîlayên Azadiya Kurdistanê da avêtin kir. Hevrê Derwêş bi bawerî, ked û sebir bingeha xebatan ava kir, di salên pêş de veguherî qadên ku ji bo gelê me û Tevgera me destkeftiyên stratejîk bi dest xistin. Hevrê Derwêş rola lehengekî fedaî yê Apoyî û wêrek lîst ku navê wî ji hevalên wî re dihat zanîn, lê qehremanî û xizmeta wî ya bêhempa veşartî ma. Bi helwesta xwe ya derwêşî, fedaî, fermandariya pêşeng û hevaltiya xwe me hemûyan kir deyndarê xwe, navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsand.

Hevrê Derwêş timî bi rihê fedaî yê Apoyî têkoşiya, dema ku li ser erkê xwe bû, di êrîşa dijmin a li ser Garê de şehîd bû. Hevrê Derwêş wek şoreşgerekî profesyonel ku dizanibû çawa bi serketî rêya Zîlanan bişopîne, tevlî refên şehîdan bû. Weke hevrêyên hevrê Derwêş, em soz didin ku em ê têkoşîna ku wî hiştiye bi biryardariyek mezin bidomînin, her roj xebata wî ya stratejîk a şoreşger di têkoşîna me de bi biryardarî berfireh bikin û li ser vê bingehê bîranîna wî bi domdarî bidin jiyîn.

DIJWAR GULO

 

Hevrê Dijwar li navçeya Norşîn a Bedlîsê ji dayik bû. Hevrê Dijwar gav bi gav bi rastiya PKK’ê ya ku bûye gel re mezin bû. Ew di malbateke bi rûmet ku ji kevneşopiyeke welatparêziya kûr ve dihat, mezin bû. Ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker a ji bo Kurdistanê bê Kurd bihêle, neçar ma ku bi malbata xwe re koçî metropolan bike. Tecrûbeyên wî yên li metropolên Tirkiyeyê hişt ku ew di temenê xwe yê ciwan de dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bibîne, fêm kir, analîz kir û dest bi hewldana pêşxistina kesayetiyekî ku bikaribe li dijî vê rastiyê yekê têbikoşe, kir. Gelek polîtîkayên dijmin ên ku li hember rastiya PKK’ê têk çûn, ev nêzîkatî jî di şexsê hevrê Dijwar de hate têkbirin. Dewleta Tirk bi mîlyonan Kurdan ji Kurdistanê qut kir û hewl da wan ji koka wan dûr bixe. Lê Kurdên ku koçî metropolan kirin, bi berdêl û zehmetiyên mezin, bi rûmetek mezin li her taxê Kurdistanek afirandin. Tevî her cure terora dewletê, ji kuştinên bêkiryar bigire heta girtin û êşkenceyê, gelê me bi têkoşîneke mezin azadî û rûmeta xwe parast. Zarokên herî hêja yên gelê me ku bi çanda berxwedanê mezin bûn, xwe avêtin eniyên pêş ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û ev berxwedan gihandin serketinê.

Malbata hevrê Dijwar wek malbateke welatparêz a ku vê rastiyê temsîl dike wî mezin kir. Hevrê Dijwar rastiya Kurdnû Kurdistanê derxistibû zanyariyê, di kesayeta xwe bi cih kiribû û bi awayekî xurt jiya. Zanîngeh qezenc kir û li Beşa Rêveberiya Xwecihî ya Zanîngeha Yalovayê xwend. Di salên ku dixwend de li ser bingeha îdeolojiyê bêhtir kûr bû. Jiyana derewîn û takekesî ya modernîteya kapîtalîst red kir û jiyana bi nirxên gelê xwe ve girêdayî be hilbijart. Wekî ciwanekî Kurd ê zana û xwedî wijdan, berî ku tevlî refên gerîla bibe, berpirsiyariya gelek erkên girîng girt ser xwe û bi serketî bi cih anî. Li dijî êrîşên dewletê yên li hemberî xwe tawîz neda û bi serbilindî kesayetekî berxwedêr raber kir. Ji ber vê yekê sê salan di girtîgehê de ma. Hevrê Dijwar vê pêvajoyê weke baştir fêmkirina Rêber Apo û di şorşegeriyê de kûrbûn girt dest. Hevrê Dijwar di sê salên zindanê de bû şopdarê Mazlûman, Çaran, Hayriyan, Kemalan û Sarayan. Piştî ku ji girtîgehê derket, di sala 2016’an de biryar da ku tevlî PKK’ê bibe û li eniyên pêş ev erkên şoreşgerî girt ser xwe û ev biryara xwe bêyî dudilî xiste pratîkê.

Hevrê Dijwar timî coş û kelecana xwe zindî dihişt, bê hesab û bi hezkirina hevrêyên xwe bû yek ji şoreşgerên xweş ên ku ji hêla Rêber Apo ve hatine afirandin. Hevrê Dijwar her gav bi erka ku bibe hevrêyekî rast ê Rêber Apo nêzî têkoşînê bû û perwerdehiya li ser vê bingehê wekî erkek pîroz didît. Bi hêrsa xwe ya li hember dijmin, di demek kurt de di şexsê xwe de pêşketinên çêkir, di aliyê leşkerî de xwe kûrtir kir. Her tim biryardariya wî ya ku timî li eniyên pêş be û biryardariya fedaîtî bûn cewhera jiyana wî. Her ku çû taktîk zanebûna xwe û jêhatîbûna xwe ya bi pêş xist û heta jê hat di nava pêngavên stratejîk ên ku wê dijmin têk bibin de cih girt. Hevrê Dijwar qet bi tiştên ku hebû razî nebû, her gav gava din hesab dikir û li gorî wê têkoşiya.  Li ser vê bingehê ji bo di eniya herî pêş de be û bi profesyonelî bimeşîne tevlî Hêzên Taybet bû. Hevrê Dijwar li vir destpêkek xurt kir, di hemû perwerdehiyên ku beşdar bû û di hemû xebatan de pratîkek xurt nîşan da. Di vî alî de, ew gihîşt asta ku beşdarî erkên girîngtir bibe. Bi saya kesayetiya xwe ya pêbawer, ew bû milîtanekî fedaî yê Rêber Apo ku nirx û têkoşîna Partiyê mezin dike. Bi kesayetiya xwe ya rêzdar û dilnizm, di hemû derdoran de girêdayî nirxên têkoşîn û hevrêtiyê bû û bi vî awayî hezkirin û rêzgirtina hemû hevalên xwe qezenc kir. Hevrê Dijwar mîna di jiyanê de, di xebatên girîng de jî bû hevrêyekî lê tê gerîn. Kesayetiya wî ya enerjîk hişt ku ew bi kelecana zarokatî her tim tevbigere, lê dîsa jî wî karê xwe bi gihîştîbûna şoreşgerekî ku rastiya jiyanê fêm kiribû, pêk anî. Bi van taybetmendiyan, ew ji bo hemû hebrêyên xwe bû îlham. Di her şert û mercî de qet dev ji dîsîplîna xwe berneda. Girêdana wî ya bi şehîdan re, wekî kesayetekî ku bedelên ji bo têkoşînê têne dayîn ji nêz ve dizanîbû, girêdana wî ya ji rastiyê qut nekir. Hevrê Dijwar di her gava ku diavêt de pêwîstiya soza ku dabû şehîdan pêk dianî. Hevrê Dijwar ji bo me bû îfadeya rastîn a girêdana bi şehîdan re û hevrêyên şehîdan.

Hevrê Dijwar di 14’ê Cotmeha 2019’an de di êrîşa dijmin a li ser Garê de wek ewladekî hêja yê gelê Kurd û şoreşgerekî fedaî şehîd bû. Hevrê Dijwar çawa ku bi îdiaya hevrêtiya fedaiyan xwe afirand, em jî wek hevrêyên wî yê têkoşînê dizanin ku tenê bi serketina meşa ber bi Kurdistana Azad bi Rêberê Azad re dikarin bibin hevrêyên wî. Li ser vê bingehê, em di şexsê hevrê Dijwar de soza xwe ya girêdana ji bo şehîdên xwe dubare dikin û soz didin ku em ê têkoşîna wan bigihînin serketinê.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara şopînerên li ser hesabên medyayê ya rojnamevanan sûc hate hesibandin
Nûçeya Pişt re KKB/KOG: Em bejna xwe li ber jinên resen ên çiyayî bi hurmetî ditewînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Êlihê mîtînga ‘azadiyê’: Dem dema azadiya Rêber Apo ye!

Li Êlihê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi dirûşma "Civaka Demokratîk û Azadî" mîtîngek hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyên 2 şehîdên QSD’ê hatin veşartin

Li Hesekê cenazeyên 2 şehîdên QSD’ê hatin veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokên PYD’ê: Çareserî, azadkirina xakên dagirkirî ye

Hevserokên PYD’ê diyar kir ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd têkoşîn didome û got, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG-NRÇ: Mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên ku kêliya dîrokî jiyan: Armanca me ya sereke azadiya Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Berfîn Denîz Gabar: Mîrateya Bêrîtan îro jî dijî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayan ji bo çareseriya demokratîk pêngaveke dîrokî avêt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?