Pêncşem, 5 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hunermendên ku dê li Newroza Amed, Wan û Stenbolê derkevin ser dikê hatin eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Silêmanî û Hewlêrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayramoglû: Rêveçûna pêvajoyê bi gavên dewletê ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Scala: Divê mercên wekhev bêne afirandin û zemîna hiqûqî bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Evîn car din tên veguheztin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî Helebce, Soran û Gare hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanaz Îbrahîm: Kurd wê êdî nebin amûrê kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîşî du cihên Hewlêrê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê: Êrîş wê têkoşîna me qels nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Îdîa bi temamî bêbingeh in

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 partiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê di bin banekê de hatine cem hev û armancên wan?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Pêla duyemîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilat dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY’î bang li Iraqê kir: Divê kujerên Yenar Mihemed bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê: Mafê jiyanê yê jinan gerdûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora binpêkirinên mafên jinan ên li Rihayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di avakirina civaka demokratîk de divê jin bi rola pêşengiyê rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ’ê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi hurmet bi bîr anî
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi hurmet bi bîr anî

HPG-NRÇ'ê got, "Em Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û kadroyên pêşeng ên PKK'ê hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera 43'an a çalakiya wan a dîrokî de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) de hate gotin, “Em Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û kadroyên pêşeng ên PKK’ê hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera 43’emîn a çalakiya wan a dîrokî de bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê, ku li dijî zexta teslîmiyetê û êşkenceya li derveyî mirovahiyê ya li Zindana Amedê bi hişmendiyeke şoreşgerî û baweriyeke xurt hate destpêkirin, rihê berxwedanê yê partiya me PKK’ê nîşan da. Vî ruhê berxwedanê ispat kir ku li hemberî her cûre zext, êşkence û êrîşên li hemberî Apoyiyan, tenê beden jî ma be wê li ber xwe bide û bi vê berxwedanê wê bi ser bikeve. Ruhê Berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ku bi fedakarî û fedaîtiyê ala me ya têkoşînê gihand asta herî bilind, di nava 42 salên derbasbûyî de xeta me ya têkoşînê diyar kir û bû çavkaniya herî mezin a hêzê ku biryardarî û daxwaza berxwedanê da me. HPG jî weke hêza fedaî şopdarê herî pêş ê vê xetê ye. Em diyar dikin ku çawa heta niha hate kirin ji niha û pê ve jî em ê şopdarê ruhê fedaî yê Apoyî bin, bi rengekî rast bi cih bînin û nûnertiya wê bikin. Li ser vê bingehê em Roja Rûmetê ya Neteweyî ya gelê Kurd pîroz dikin.”

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK DEWAM DIKIN

HPG-NRÇ’ê li ser êrîşên dewleta Tirk jî ev agahî dan:

“Li gel agirbesta PKK’ê û biryara rawestandina têkoşîna çekdarî, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gerîla dewam dikin. Hêzên me ji 1’ê Adarê heta 1’ê Tîrmehê heta ku êrîşek bi armanca îmhayê nehate kirin, ti çalakî nekirin.

Dron, ÎHA û SÎHA hîn jî li ser eyaletên Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin. Weke ku me beriya niha jî diyar kir; her karekî keşfê êrîşeke; ji ber ku karekî ji bo amadekariya êrîşê ye.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, Metîna û Xakurkê, karê ji bo çêkirina rêyên leşkerî û baregehên ji bo dagirkeriyê dewam dike.

Di serî de tunela me ya li Qada Berxwedanê ya Dergelê ya li herêma Metînayê, êrîşên îmhayê yên li ser tunel û çeperên hêzên me dewam dikin. Nemaze li hemberî tunela me ya Şehîd Xemgîn a li Dergelê 4 caran bi teqemeniyên xurt, 4 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran jî bi kepçe û sondajan êrîş hate kirin. Hevrêyên me bi teknîkê bersiv dan van êrîşên ji bo îmhayê hatin kirin.

Li ser herêmên Zap, Metîna, Xakurkê û Garê êrîşên bi top, çekên giran û obusan dewam dikin. Ev herêmên me di navbera 27’ê Hezîranê û 13’ê Tîrmehê de 2243 caran hatin bombekirin.

Dagirker banga teslîmiyetê li hêzên me yên li Zap û Metînayê dikin. Ev bang aliyê şerê psîkolojîk ê êrîşên dagirkeriyê ye ku heta niha dewam dike û hewldaneke bêkêr e. Lê belê divê were zanîn ku bangên teslîmiyetê yên bê rûmet ên li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku şopdarên Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ne, hewldaneke giran a tevdanê ye, heqareteke giran e.

Êrîşên artêşa Tirk;

– Di 4 û 5’ê Tîrmehê de li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê 4 caran bi teqemeniyên giran hatin bombekirin.

– 5 û 6’ê Tîrmehê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê 4 caran bi gaza îsotê û gazên kîmyewî yên cuda hatin bombekirin.

– Di navbera 29’ê Hezîranê û 5’ê Tîrmehê de li herêma Metînayê 5 caran hewl hate dayin ku bi amûrên kunkirinê, kepçe û sondajê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê bêne hilweşandin.

– Di 5 û 10’ê Tîrmehê de li herêma Metînayê, tunelên me yên li Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Bêşîlî 3 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.

– Di navbera 27’ê Hezîranê û 13’ê Tîrmehê de li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Dergelê û Serê Metînayê 981 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

– Di navbera 27’ê Hezîranê û 13’ê Tîrmehê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar û Sergelê 602 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

– Di navbera 27’ê Hezîranê û 13’ê Tîrmehê de li herêma Garê qadên Girê Zengil, Dêreşê, Kanî Sarkê, Gûzê, Zêvkê, Sêdarê, Deşta Kafya, Spîndarê, Yekmalê, Mijê, Girgaşê, Girê Reşîd 545 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

– Di navbera 27’ê Hezîranê û 13’ê Tîrmehê de li herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yê Berê Zînê û Sinînê 115 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dema hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi lîderên partiyên siyasî re diyar bû
Nûçeya Pişt re Ne jenderme ye, lê çete ye: Tazmînata leşkerê mirî ji malbatên gerîla xwest
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kongreya DYE’yê qanûna ‘Parastina Kurdan’ di rojevê de ye

Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi rojeva parastina mafên Kurdên li Rojava li hev…

Ji aliyê Stêrk TV

Dijminê xwezayê nahêle gel zeytûnên xwe berhev bikin

Li Kobanê berhevkirina zeytûnan dest pê kir lê belê gundên li ser sînor ji ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Şoreşgera fedaî ya Botanê: Zarîn Aram

Zarîn Aram ku sala 2015'an li gel Zeryan Denîz Amed tevlî kar bû, li her…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi dronan êrîşî Helebce, Soran û Gare hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şanaz Îbrahîm: Kurd wê êdî nebin amûrê kesî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê bi dronan êrîşî du cihên Hewlêrê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê: Êrîş wê têkoşîna me qels nekin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?