Yekşem, 7 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aydin: Divê pêvajo civakî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhangîr Îslam: Rûniştina li hev, mirovan wekhev dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Azîme Kiliç: Heke em qala veguhertinê bikin, divê berî her tiştî pîvana edaletê were pejirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Garcia: Di pêvajoya hevdîtinan de pêwîstî bi vîzyoneke demdirêj heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêya Silêmanî-Kerkûkê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rageşiya li gundê Lacanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ’ê Fermandar Mihrali Yilmaz bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê Fermandar Mihrali Yilmaz bi rêzdarî bi bîr anî

HPG-NRÇ’ê diyar kir ku fermandarê Apoyî Mihrali Yilmaz şehîd bû û got, “Em ê kesayeta fedakar, kedkar, dilnizm a hevrê Mihrali û sekna wî ya bêtawîz a li ser xeta Apoyî ji xwe re mînak bigirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Îlon 2025 Dema xwendinê: 18 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) ev tişt diyar kirin:

“Ewladê bijarte yê gelê me yê Erdexan, milîtanê kedkar û fermandarê Apoyî hevrê Mihrali Yilmaz 14’ê Çileya 2025’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Garê de şehîd bû.

Hevrêyê me Mihrali li pey şopa xalê xwe şehîd Idrîs – Mihrali Yilmaz meşiya, navê wî li xwe kir û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Bi kesayeta xwe ya kedkar, fedakarî û hevrêtiya xwe ya jidil li çiyayên Kurdistanê qasî 22 salan bê sekin têkoşiya. Bi taybetmendiyên di kesayeta xwe ya dilnizm ava kirîn de, bû fermandarek welê ku her hevrê bixwaze pê re bimîne û bijî. Ji Zagrosan heya Heftanînê, ji Bestayê heya Herekolê, ji Gabarê heya Katoyan, ji Sêrtê heya Garê li gelek qadên têkoşînê pratîk meşand. Weke milîtanekî fedayî yê Apoyî pêdiviyên têkoşîna me çi bin, bi cih anîna wan weke armanca xwe ya herî mezin diyar kir. Dema pêwîst kir bi fedakarî xebitî, weke milîtanekî bi wêrek şer kir, di filmê ‘Bêrîtan’ de lîst, fermandarî kir. Hevrêyê me Mihrali bi jiyaneke têkoşînê ya 22 salan nîşanî me hemûyan da ku şoreşgerek dikare çiqas pêş bikeve, dikare piralî be û di heman demê de jî ew qasî dilnizm be.

 

Weke hevrêyên wî em ê fermandarê xwe yê fedayî yê Apoyî Mihrali Yilmaz ê ku timî hêz, bawerî, moral û piştgirî da me ti carî ji bîr nekin, weke ku wî fêrî me kir û nîşanî me da em ê şoreşgerî bikin, armancên wî pêk bînin û bibin layiqê bîranîna wî. Li ser vî bingehî em ji malbata wî ya hêja, gelê xwe yê Erdexan ê welatparêz û tevahî gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Mihrali Yilmaz ê şehîd bû, bi vî rengî ne:

Nasnav: Mihrali Yilmaz

Nav û Paşnav: Tamer Koç

Cihê Jidayikbûnê: Erdexan

Navê Dayik – Bav: Munube – Qasim

Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Çileya 2025’an / Garê

Gelê me yê Serhedê xwedî karakterek welê ye ku bi taybetmendiya xwe ya serhildêr û berxwedêr timî cewherê xwe yê saf û nasnameya xwe diparêze. Li dijî hemû zext û zilman li ber xwe daye, şahidî ji gelek destanên lehengiyê yê egîdan re kiriye. Rû bi rûyê gelek talan û êrîşên dagirkeriyê yên hêz û dewletan maye, lê ti carî serî netewandiye. Lewma çandeke welatparêziyê ya kûr afirandiye, ji nifşan heya nifşan ev kevneşopî gihand zarokên xwe jî û timî zindî hiştiye. Dema ku Tevgera Apoyî cara ewilî derket û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê da destpêkirin, gelê me yê Serhedê bêteredut û pir zû dil da Tevgera Apoyî. Gelê me yê Serhedê bi hezaran zarokên xwe yên bi wêrek tevlî nava refên têkoşînê kir, şoreşgerên Serhedî li çar aliyên Kurdistanê bi lehengiyên destanî navê xwe li dîrokê nivîsandin.

 

Li Kurdistanê welatparêzî hêsan nîne. Ewladê welatekî hatî dagirkirin û tê mêtingehkirin, hîna tu nû ji dayik bûyî rastî înkara ziman, nasname û hebûna xwe tê, ev yek zilmeke li hemberî kesayeta mirov. Her zarok û ciwanê li Kurdistanê mezin dibe, rû bi rûyê vê rastiya bi êş dimîne û eger kariye rûmeta xwe biparêze encex bi têkoşînê dikare hebe. Hevrêyê me Mihrali weke ewladê malbateke ku dizane li Kurdistanê welatparêzî berdêl dayîn e û rû bi rûyê zilmên mezin maye, li Erdexanê hate dinê. Welatparêziya malbata wî û dilsoziya bi kokên xwe re, hevrêyê me di temenekî zû de bi hestên welatparêziyê da naskirin. Hevrêyê me Mihrali ji derdora xizmayetiyê ya kadroyê pêşeng ê Partiya me PKK’ê û şehîdê Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hevrê Akîf Yilmaz bû, ev yek heqîqeta herî mezin bû ku şêwe dida zanebûna wî. Li herêma Serhedê yek ji kadroyên ewilî yê Tevgera Apoyî, yek ji milîtanên ku ewilî Apoyîtî li qadên Qers û Erdexanê rêxistin kirî, hevrêyê me Idrîs – Mihrali Yilmaz bû. Sala 1955’an li Qersê ji dayik bû, sala 1977’an tevlî Tevgera Apoyî bû. Hevrê Idrîs – Mihrali Yilmaz li herêma Serhedê Tevgera Apoyî rêxistin kir, gelek çalakî pêk anîn û di dilê gelê herêmê de cih girtibû. Piştre hevrê Idrîs – Mihrali Yilmaz dîl kete destê dijmin, bi salan li zindanan li dijî dijmin li ber xwe da. Di salên 90’î de dema ji zindanê derket jî, yekser berê xwe da çiyayan û tevlî nava refên gerîla bû. Li çiyayên Kurdistanê gerîlatî û fermandarî kir, têkoşîna xwe domand û sala 1997’an li Serhedê bi lehengî şehîd bû. Hevrêyê me Mihrali ji têkoşîna bi vî rengî ya xalê xwe di salên zarokatiyê de bandor bû. Dema bi dayika xwe re çû zindanê û hewl da xalê xwe yê berxwedêr hevrê Mihrali bibîne, rû bi rûyê muameleya dijmin ma û ev yek di bîra wî de hate qeydkirin. Dema ku fêm kir ji dervey zindan, zext, êşkence û zilmê ti wateya dewleta Tirk a dagirker nîne, di dilê wî de hêrseke mezin li hemberî dijmin kom bû. Sekna bi rûmet a xalê xwe ji xwe re mînak girt. Ji temenê zarokatiyê û şûnde çîrokên lehengiyê yên Apoyiyan guhdar kir, bi xwe dît û mezin bû. Li ser rêya wan meşîn, weke armanca xwe ya herî mezin diyar kir. Hevrêyê me Mihrali di temenek zû de ket ferqa rastiya dijmin, bû şahidê êrîşên înkar û îmhayê yên li ser gelê me hatine ferzkirin. Piştî ku xalê wî di sala 1997’an de şehîd bû, sond xwar ku hesab ji dijmin bipirse.

Hevrêyê me Mihrali qasî 12 salan çû dibistanên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk. Dît ku dibistanên dewletê kes ji cewherê xwe qut dike û hewl dide bike Tirk. Fêm kir ku bersiva herî baş a ji sîstemê re bê dayîn, ew e ku qutbûneke bi kokî ye. Hevrêyê me Mihrali ji ber rewşa aborî ya malbata xwe, neçar ma ku di temenên zû de bixebite. Wateya kedê nas kir û bû xwedî karakterekî kedkar. Hevrêyê me di gelek karan de cih girt, bi saya samimiyet û fedakariya xwe li derdora xwe hate hezkirin û gotina wî dihat guhdarkirin. Hevrêyê me yê xwedî kesayetek gihiştî, tevî hemû ferzkirinên sîstemê kêliyekê jî ji sekna xwe ya bi rûmet tawîz neda. Di salên ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde û PKK’ê berxwedanên mezin raber kirî de, weke ciwanekî Kurd qebûl nekir ku li hemberî tiştên diqewimin bêdeng bimîne. Hevrêyê me Mihrali di hinek çalakiyên civakî de cih girt, dema ji aliyê dijmin ve hate binçavkirin ji sekna xwe ya şoreşgerî ti carî tawîz neda. Hevrêyê me xebatên ku têde cih girtine ji xwe re bes nedît, her roja borî xwesteka xwe ya têkoşînê mezin kir. Di pêvajoyeke ku Komploya Navneteweyî di dewrê de, ji şehadet û çalakiyên çêbûne hêz girt û armancên xwe hîn mezintir kir. Li hemberî nirxên ku Rêbertî û şehîdên me yên leheng bi berdêlên mezin afirandine, ket nava lêpirsînên wijdanî û ji bo di refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cih bigire, lêgerînên xwe kûr kir. Fêm kir ku yekane cihê ku ji şehadeta xalê wî, dîlgirtina Rêbertiya me û hezkirina wî ya azadiyê re bibe bersiv, têkoşîna gerîla ya pîroz a li çiyayên Kurdistanê ye. Hevrêyê me Mihrali tevî ku yekane ewladê xort ê malbata xwe û ferdê ku debara malbatê didomîne bû, ji bo tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bibe di sala 2003’yan de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Mihrali di pêvajoyeke dijwar a ku PKK’ê li dijî tasfiyekeriya navxweyî û îxanetê têdikoşiya de tevlî nava refên gerîlayan bû, beşdarî yekem perwerdeya gerîlayan bû. Di demeke kurt de motîveyî jiyana gerîlayan bû û bi saya tevlîbûna xwe ya bimoral bû şervanekî mînak. Jiyana gerîlayan ji bo xwe weke bihûştekê pênase kir. Hevrêyê me Mihrali yê ku ji bo xwe di îdeolojî û felsefeya Apoyî de kûr bike gelekî hewl da, navê xalê xwe yê şehîd li xwe dike û meşa li ser rêça şehîdan dike mezintirîn armanca xwe. Hevrêyê me yê ku tevî gerîlayekî nû ye jî hem di warê leşkerî de hem jî di warê îdeolojîk de xwe pêş dixe, bi awayekî serkeftî perwerdeyên xwe temam dike. Hevrêyê me yê ku yekem tecrûbeyên xwe yên gerîlatiyê li Zagrosan bi dest dixe, li çiyayên Zagrosan ên biheybet dibe gerîlayekî bihêz. Ji ber ku dizanî jiyana gerîlayan jiyaneke efsûnî ye, hewl da ku hemû kêliyên xwe watedar û bi serkeftinan re bijî. Çiyayên Zagrosan ên ku di hemû pêvajoyên dîrokî de rê nadin dagirkeran û gelê me pişta xwe dide wan, ji bo hevrêyê me Mihrali dibe cihê bîranînên ku tu caran neyên jibîrkirin. Hevrêyê me piştî ku 2 salan li çiyayên Zagrosan gerîlatiyê dike, derbasî Heftanînê dibe. Hevrêyê me yê ku demekê li Heftanînê xebatan bi rê ve dibe, bi saya kesayeta xwe ya zindî, bimoral, bicoş û enerjiya xwe ya herikbar rengê xwe li hemû xebatên ku têde cih digire, zêde dike. Hevrêyê me Mihrali yê ku hemû hemû xebatên xwe bi awayekî serkeftî bi cih tîne, di vê pêvajoyê de ji tecrûbeyên hevrêyên xwe yên rêxistinî, îdeolojîk û leşkerî sûd werdigire û di kesayeta xwe de guherînên mezin pêk tîne.

Hevrêyê pêşeng Halîl Dag – Halîl Ûysal ku mohra xwe li xebatên çapemeniya Tevgera Apoyî dixe, li çiyayên Kurdistanê bi derfet û teknîkên kêm berxwedana Şehîd Bêrîtan Hêvî – Gulnaz Karataş dike film. Ev filmê wî yê ku bi navê ‘Bêrîtan’ tê weşandin, ji aliyê hemû welatparêzên Kurdistanê ve gelekî tê ecibandin û berxwedana Jina Azad a Kurd ji aliyê hemû kesan ve tê naskirin. Hevrêyê me Mihrali jî di vî filmê dîrokî de rol girt, di çêkirina filmî de ked da û berpirsiyariya xwe bi awayekî serkeftî bi cih anî. Ji bo heqîqeta ku li çiyayên Kurdistanê ji aliyê Apoyîyan ve tê jiyîn, bigihîne civakê hemû erkên xwe bi serkeftî bi cih tîne. Hevrêyê me Mihrali, bi vê pratîka xwe nîşan da ku milîtanên Apoyî yên fedaî bes ne şervan in, di hema demê de bi pratîka xwe da îspatkirin ku ew dikarin hemû karan bikin û hunermend in.

Hevrêyê me Mihrali, piştî pratîka xwe ya serkeftî beşdarî dewra perwerdeya îdeolojîk dibe. Hevrêyê me yê ku pêvajoya perwerdeyê ji bo xwe baş dinirxîne û tevkariyê li pêşketina hevrêyên xwe dike, xwe digihîne asteke bilind. Bi çavkaniyên Partiyê yên dixwîne û dersên îdeolojîk karî bibe milîtanekî Rêbertiya me yê tu caran têk naçe. Hevrêyê me yê ku perwerdeya xwe temam dike, pêşniyar dike derbasî Botanê bibe ku ev daxwaz ji aliyê hemû gerîlayan ve tê kirin. Hevrêyê me yê ku demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê pratîkê dimeşîne û tevlî perwerdeyên pisporbûnê dibe, weke gerîlayekî pispor ji bo ku di nava pêvajoya şer de cih bigire, israr dike. Hevrêyê me di sala 2012’an de ku wê salê Şerê Gel ê Şoreşgerî gur dibe, derbasî dilê gerîlayan Botanê dibe.

Li Botanê di gelek çalakiyên ku gerîla bi dewlemendiya taktîkan pêş dixe de cihê xwe digire. Hevrêyê me Mihrali, bi saya cesareta xwe ya di şer de, kesayeta xwe ya durist, şênberkirina milîtaniya Apoyî û fedekariya xwe li Botanê roleke girîng dilîze. Hevrêyê me Mihrali yê gelekî mutewazî û kedkarê doza azadiya gelê xwe, hemû erk û berpirsiyariyên xwe bêyî dudilî bi cih tîne. Ji xebatên binesaziyê heya birêxistinkirina gel, ji perwerdeya şervanên nû heya fermandariya tîm û ekîbê di hemû astan de rol lîst. Bi sedan hevrêyên xwe perwerde kirin û bi hevrêtiya xwe ya ji dil û can ji bo bi hezaran hevrêyên xwe bû hêz û moral. Hevrêyê me, Botanê gav bi gav digere ji Bestayê bigirin heya Herekol, Gabar û Katoyan li hemû qadên wê têdikoşe. Hevrêyê me Mihrali yê ku li gel Botanê yekbûneyê ava dike, xwe li qadên şer pêş dixe, tecrûbeyên mezin bi dest dixe û dibe fermandarekî Botanê yê leheng. Li Botanê heya asta fermandariya herêmê berpirsiyariyan digire ser milên xwe û rola xwe dilîze. Dema ku dewleta Tirk a dagirker ji bo li hemberî gelê me bi ‘Plana Têkbirinê’ komkujiyê pêk bîne û di sala 2015’an de dest bi êrîşên topyekûn dike û gelê me jî bersivê dide wan êrîşan û berxwedanên rêveberiya xweser pêş dikevin, hevrê Mihrali jî derbasî Sêrtê dibe û piştevaniya ciwanan dike. Hevrêyê me dikare tecrûbeyên salan ragihîne ciwanên Kurd ên berxwedêr û planên dijmin têk bibe. Hevrêyê me Mihrali bi saya sekna xwe, fedekariya xwe, cesareta xwe, mutewazîbûna xwe, hevrêtiya xwe ya jidil û taybetmendiyên xwe yên gelparêz ji aliyê hemû kesên ku wî nas dikin ve gelekî tê hezkirin.

Hevrê Mihrali, piştî pratîka li Botanê ya têr û tije, dubare derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Li hemberî Rêbertî û şehîdan lêpirsîna pratîka xwe dike û muhasebeya kûr a kêmasiyên ku di pêvajoya pratîkê de rû dane, dike. Hevrêyê me, xwe li ser taktîkên serdema nû kûr dike û ji bo ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne gelekî li ber xwe dide. Girêdayî vê yekê perwerdeya xwe bi serkeftî temam dike û dubare berpirsyariyê digire ser milên xwe û dest bi xebatan dike. Hevrêyê me berpirsiyariya xebatên ku baweriya zêde hewce dike, digire ser milên xwe û hewl da ku her cure piştevaniyê bide hevrêyên xwe binesaziya şer amade bike. Hevrêyê me Mihrali yê ku bi kedkarî û fedekariya xwe tê naskirin, bi sadebûn, duristî û tevlîbûna xwe ya bêdudilî ya ji bo nava têkoşîna azadiyê hemû erk û berpirsiyariyên bi serkeftî bi cih anîn.

Hevrêyê me Mihrali yê ku ji bo azadiya gelê me xwe feda kir û ji bo nirxên jê bawer dike têkoşîneke bêhempa dimeşîne, di 14’ê Çileya 2025’an de li herêma Garê di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê nemiran dibe. Weke hevrêyên wî em diyar dikin ku em ê kesayeta hevrê Mihrali ya fedekar, kedkar, mutewazî û sekna wî ya bêtawîz a li ser xeta Apoyî mînak bigirin û di şexsê wî de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.’’

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Avesta: Em ê nehêlin ku hundirê pêvajoyê bê valakirin
Nûçeya Pişt re Li Efganistanê bîlanço giran dibe: Zêdeyî 2200 mirî, nêzî 4000 birîndar
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Palinganê bi beşdariya 20 hezar kesî merasîma Hezar Def

Bi beşdariya 20 hezar kesan Merasîma Hezar Def duh li gundê Palingan yê geştiyariyê yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandarê hikumeta Şamê mir

Di êrîşa çeteyên Fetih El Mubîn de fermandarekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

Ji aliyê Stêrk TV

Şampiyon Amedspor!

Amedspor di maça krîtîk a bi Somasporê re bi ser ket û bû şampiyon.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rêya Silêmanî-Kerkûkê hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?