Sêşem, 2 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Piştgiriyeke din ji bo banga Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’ê Îlonê: Aştî tenê bi îradeya hevpar a gelan pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtîngên 1’ê Îlonê: Divê komîsyon bi lezgînî bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan şîna Şehîd Arvîn Çirav asteng kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîmogûllari: Aştiya Tirkiyeyê firsendek dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Veguherîna civakî peywira sereke ya serdema nû ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tulay Hatîmogûllari: Divê ewilî komîsyon bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guleç: Şewitandina çekan wê neyê wê wateyê ku meseleya Kurd çareser bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP û Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Banga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê Ocalan bi gelê xwe re bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê mîtînga 1’ê ÎLonê: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara meha Îlonê ya Newaya Jin derket: Aştiya jinan parastina jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îtalyayê hemwelatiya fahrî dan sê jinên ku cezayê îdamê lê hatine birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan xutbeyên Diyanetê protesto kirin û serlêdana sûc kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî: Em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şengal wê bibe navenda ronakbîriyê ya Êzidiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hûn bi qedexeyê nikarin aştiyê tune bikin, em ê aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê wê dibistana muzîkê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Awazên Çiya bi ‘Dara Jiyanê’ Cejna Vejînê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Em soza xwe dubare dikin ku xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û meşa xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Îlon 2025 Dema xwendinê: 34 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) de ev tişt hatin diyarkirin:

“Em hevrêyên xwe Serxwebûn, Sara, Hêmin, Ronî û Serhed ên di têkoşîna sala 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Hevrêyên me Serxwebûn, Sara, Hêmin, Ronî û Serhed weke ewladên bijarte yên gelên Ereb, Azerî û Kurd tevlî Tevgera Apoyî bûn. Dilê xwe dan feraseta netewa demokratîk a Rêber Apo û karakterê enternasyonalîst ê PKK’ê û ji bo azadiya gelan têkoşîneke fedayiyane berçav girtin. Hevrêyên me yên ku ewladên hêja yên gelê me ne, weke milîtanên xwedî îradeyek xurt li kuderê êrîş li dijî gelê me hebe, şerkirina li wir weke wezîfeya şoreşgerî zanîn. Li parçeyên cuda yên Kurdistanê di bin sîwana ramanê Apoyî de bûn yek û bi kesayeta xwe ya fedayî di têkoşîna me de bûn milîtanên pêşeng. Hevrêyên me êrîşên dijmin bi taktîkên dema nû pûç kirin û hêza Gerîlayên Azadiya Kurdistanê car din îspat kirin. Bi keda xwe ya pîroz û fedakariya xwe cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin. Bîranînên hêja yên hevrêyên me yên ku bi tevlîbûnên xwe yên bêteredut û bi hevrêtiya xwe ya xurt navên xwe li dîroka me nivîsandin, wê her tim di têkoşîna me de bijîn. Di şexsê hevrêyên me Serxwebûn, Sara, Hêmin, Ronî û Serhed de em soza xwe dubare dikin ku xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û meşa xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin.

Em ê têkoşîna azadiyê ya ku ewladên bi wêrek ên gelên me yên Ereb, Azerî û Kurd dewrî me kirine hîn bilindtir bikin û teqez armancên wan pêk bînin, da ku bibin layiqê wan. Weke hevrêyên wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Serxwebûn, Sara, Hêmin, Ronî û Serhed em ji gelên xwe yên Ereb, Azerî û Kurd re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Serxwebûn Demhat

Nav û Paşnav: Azad Çagala

Cihê Jidayikbûnê: Gever

Navê Dayik – Bav: Vahîde – Faruk

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Tebaxa 2020’an / Xakurkê

 

Nasnav: Sara Dilsoz

Nav û Paşnav: Emîne Elî

Cihê Jidayikbûnê: Reqa

Navê Dayik – Bav: Uveyş – Abdulkadîr Xelef

Cih û Dîroka Şehadetê: 18’ê Adara 2020’an / Avaşîn

 

Nasnav: Hêmin Ûrmiye

Nav û Paşnav: Suheyl Bayramzade

Cihê Jidayikbûnê: Tehran

Navê Dayik – Bav: Simin – Ferheng

Cih û Dîroka Şehadetê: 3’yê Nîsana 2020’an / Xakurkê

 

Nasnav: Ronî Xezal

Nav û Paşnav: Mehmet Salih Surer

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Xezal – Ferhan

Cih û Dîroka Şehadetê: 3’yê Nîsana 2020’an / Xakurkê

 

Nasnav: Serhed Qelqelî

Nav û Paşnav: Onder Bagli

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Yadîgar – Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: 3’yê Nîsana 2020’an / Xakurkê

SERXWEBÛN DEMHAT

 

Hevrêyê me Serxwebûn li bajarê qedîm ê Kurd Geverê ku bi welatparêzî û berxwedêriya xwe cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt, di nava malbatek welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me yê ku bi exlaq û zanebûna welatparêziya kûr mezin bû, di temenekî zû de li hemberî Partiya me PKK’ê sempatî hîs kir. Hevrêyê me li derdoreke welê mezin bû ku her roj dijmin êrîş dike û zext û êşkenceyê li hemberî gelê me pêk tîne. Di temenekî zû de bû şahidê rastiya dijmin. Li dibistanên ku navenda polîtîkayên asîmîlasyonê ne, ji ber zihniyeta yekperest a dijmin zimanê wî yê dayikê Kurdî qedexe bû, ev yek bû sedem ku hevrêyê me bikeve nava nakokiyên kûr. Ji bo alîkariyê bide malbata xwe, di karên cuda de xebitî. Hevrêyê me armanc kir ku bi xwe li ser lingê xwe bisekine û alîkariyê bide her kesê derdora xwe. Ji ber vê taybetmendiya xwe ji aliyê derdora xwe ve hate hezkirin. Hevrêyê me di nava civakek polîtîk a mîna Geverê de salên xwe yên ciwantiyê derbas kir, li hemberî bûyerên civakî bû xwedî refleks. Hevrêyê me hingî ku temenê wî mezin bû polîtîkayên qirêj ên dijmin ên ku li Kurdistanê pêk dianî, baştir fêm kir. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin zêde kir. Li dijî polîtîkayên zext, êşkence û çewisandinê yên dijmin weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet ket nava lêpirsînên kûr. Ji çalakiyên Tevgera me yên di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de bandor bû û lêgerînên xwe kûr kir. Ji şehadeta hevrêyên me yên ku pêşengî ji van çalakiyan re kir, pir bandor bû. Bi taybetî hêzeke mezin ji lehengiyên di şerê li Botanê de girt. Di pêvajoyeke welê de ku dewleta Tirk windahiyên mezin dan û gerîla bi operasyonên şoreşgerî çalakiyên dîrokî pêk anî, ket nava lêgerîna tevlîbûnê.

 

Hevrêyê me di sala 2013’an de biryar da ku tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibe, di vê pêvajoyê de dît ku rêya herî baş a tolhildana Sara, Fîdan û Leyla yên li Parîsê hatin qetilkirin, tevlîbûna nava refên gerîla ye. Li ser vî bingehî hevrêyê me yê ku tevlî gerîla bû û li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî perwerdeyên gerîla bû, bi dîrayeteke mezin pêşketin nîşan da. Ji kêliya destpêkê ya tevlî nava refên azadiyê bû û vir ve ji hevrêtiya gerîla û jiyana wan a kolektîf bandor bû, sîstema modernîteya kapîtalîst hîn kûrtir lêpirsîn kir û hewl da pêşketinên xurt pêk bîne. Ji sekna gerîlayan a bi exlaqê PKK’ê re bûye yek, moralek mezin girt û ji perwerdeyan dersên mezin derxist. Bi dersên îdeolojîk û leşkerî di her warî de guhertin raber kir û bû milîtanekî ji hemû wezîfeyan re amade. Piştî ku bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand, di nava xebatên Partiyê yên li herêma Xakurkê de cih girt. Bi sekna xwe ya gihiştî ya di jiyanê de û bi tevlîbûna xwe ya bi moral hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me kêliyekê jî nesekinî û hewl da her xebatê pêk bîne, xwe ji bo wezîfeyên herî zehmet pêşniyar kir. Hevrêyê me di nava demek kurt de hem têkildarî hakimiyeta li ser araziyê hem jî jiyana gerîla, tecrube qezenc kir. Demekê di nava xebatên kurye de cih girt. Hevrêyên xwe bi rengekî saxlem gihand cihê wan û wezîfeyên xwe bi layiqî bi cih anî. Di xebatên binesaziyê de kedek mezin da, xwest ji her pêdiviya hevrêyên xwe re bibe bersiv û xwedî dilsoziyeke xurt a hevrêtiyê bû. Hevrêyê me Serxwebûn weke milîtanekî fedayî yê Apoyî her wezîfeya xwe bi ciddiyet bi cih anî. Girîngiya pêvajoya amadekariya şer dizanî û di her xebatê de fedakarî û kedek bêhempa nîşan da. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya bi moral a ji jiyanê re her kêliya xwe ji bo xizmeta hevrêyên xwe bike derbas kir û bû şoreşgerekî bêhempa.

 

Hevrêyê me Serxwebûn 29’ê Tebaxa 2020’an dema li ser wezîfeya xwe şehîd bû. Mîrateyeke têkoşînê ya bêhempa li pey xwe hişt. Bi bawerî û dilsoziya xwe ya bi nirxên Partiyê, kesayeta xwe ya kedkar û hevrêtiya xwe ya xurt di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ku hevrêyê me Serxwebûn dewrî me kiriye, di şexsê wî de teqez bi serketinê tacîdar bikin da ku bibin layiqê hemû şehîdên xwe.

SARA DILSOZ

Ereb ku yek ji gelên herî qedîm ê Rojhilata Navîn e, bi dilsoziya xwe ya bi ziman, çand û herî girîng jî xaka xwe tê zanîn. Dilsoziya gelê Ereb a bi xaka wê re, li erdên rast jî kiriye xwedî tecrube. Ku erdên rast di aliyê leşkerî de dezavantaj e. Çi dibe bila bibe ji bo mayîna li xaka ku kok lê danîne, israr kir û hebûna xwe parastiye. Dîroka têkoşînê ya gelê Ereb, bi hezaran çîrokên cuda yên ku vê rastiyê îspat dikin tejî ye. Berxwedêrî di karakterê gelê Ereb de şîn bûye û bûye taybetmendiyeke mirovî ya jêneveger. Lewma tevî ku modernîteya kapîtalîst û hêzên wê yên hegemonîk Rojhilata Navîn di aliyê leşkerî de gelek caran fetih kir, bi ti rengî hegemoniya xwe ya îdeolojîk û çandî nekariye ava bike. Sedemê vê yê herî girîng ew e ku gelên Ereb, Kurd, Fars, Ermenî, Asurî, Suryanî, Durzî û gelên din ên Rojhilata Navîn mejî û dilê xwe ji koka xwe qut nekirin û li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîst li ber xwe dan.

Hevrêya me Sara weke ferdek a gelê Ereb ê berxwedêr li bajarê Reqa yê Sûriyeyê hate dinê. Li aliyekê çanda serwer a civaka kevneşopî, li aliyekê îdeolojiya Baas a ku faşîzmê ferz dike, li aliyê din jî rû bi rûyê êrîşên modernîteya kapîtalîst ên li ser çanda gelan ma û bi vî rengî mezin bû. Weke jineke ciwan ji ber ku dilê wê bi daxwaza azadiyê tejî bû, ti paşverûtiyê nekarî li ser hevrêya me Sara hakimiyetê çêbike. Li dijî zihniyeta desthilatdar a mêr ket nava lêpirsînê, aliyê hovane yê vê zihniyetê yê ku jinê kole dike, pir zû ferq kir. Bi vê fikrê berê xwe da lêgerîna jiyana azad, her cure tahakkûma ku xwest li ser ruh û bedena wê hakimiyetê çêbike red kir. Sala 2011’an dema li Rojhilata Navîn bihara gelan çêbû, bajarê Reqa yê ku hevrêya me Sara lê dijiya, ji van geşedanan bandor bû. Destpêkê demek tarî ya hêzên hegemonîk û desthilatdaran qewimî. Her hêzek mêtinger hewl da gelê Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, pêvajoyeke bi xwîn bi salan dom kir. Hevrêya me Sara li Reqayê şahidî ji van hemûyan re kir û neçar ma ku bi hovîtiya DAÎŞ’ê ya bûyî bela serê hemû mirovahiyê re bijî. Ji ber ku çeteyên DAÎŞ’ê bajarê Reqa ji bo xwe weke paytext diyar kiribûn û hovîtiya xwe ya herî dermirovî ji bo çewisandina gelê Reqa bi kar anîbû. Sala 2017’an Hêzên Sûriyeya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji bo zuhakirina kokê DAÎŞ’ê û rizgarkirina Reqayê operasyon pêş xistin. Dema operasyon bi serketî qedandin, gelê Reqa azad bû. Jinên Reqayî yên ku bi kefenê reş hatibûn hepskirin û tevahiya bajarê Reqa, bi rengê azadiyê hatin boyaxkirin. Hevrêya me Sara bû şahidê vê pêşketina şoreşgeriyê ya mezin. Rizgarbûna Reqayê ya ji tarîtiya DAÎŞ’ê, dît. Hingî ku şervanên azadiyê şopand û nas kir, heyrantiya wê zêde bû û bi hestek minetdariyê ya mezin sembolên azadiyê yên fedayî yên serdema me ji xwe re mînak girt. Lêgerîna azadiyê ya di dilê wê de û hezkirina jiyana azad, di sekna bi heybet a yekîneyên jinên azad de bersiva xwe dît.

Hevrêya me Sara çawa ku Rêber Apo yê îlhama azadiyê, îdeolojiya wê û derfetê têkoşînê daye nas kir, bû ferdekî vê têkoşînê. Bêyî teredut û bi hezkirin ber bi vê jiyana azad ve meşiya. Di sala 2018’an de ji Reqayê heya çiyayên azad ên Kurdistanê bi rê ket. Navê kadroya jina pêşeng a destpêkê ya Tevgera Apoyî Sara – Sakîne Cansiz li xwe kir û mîna wê bû şerker û şopdara jiyaneke evîndara azadiyê. Hevrêya me Sara pir zû fêrî çiyayan bû, li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya gerîla ya destpêkê dît û li Avaşînê tevlî pratîkê bû. Xwe pir bi şans dît ku tevlî jiyana azad a Tevgera Apoyî, PKK û PAJK’ê bûye û hewl da heqê vê jiyanê bide. Jiyan û kesayeta xwe bi azadiyê hûnand û bû jineke Ereb a bi wêrek a li çiyayên Kurdistanê bûye pispor. Bi saya tecrubeya ku ji gerîlatiya YJA Starê girtî, bû xwedî cesareteke ku li dijî hemû artêş û zihniyeta desthilatdariya mêr têbikoşe. Li eyaleteke mîna Avaşînê ku derfetên wê kêm e û şert û mercên wê zehmet e, gerîlatî kir, xwe pêş xist û bû xwediyê kedek mezin. Mil da milê jinên Kurd ên bi wêrek û têkoşîna wê girêdanên kûr û dîrokî yên di navbera gelê Ereb û Kurd de hîn xurttir kir.

Ewlada hêja ya gelê me yê Ereb, jina bi wêrek û şervana azadiyê hevrê Sara, 18’ê Adara 2020’an li qada Dola Şîvê ya Avaşînê şehîd bû. Hevrêya me Sara bi bedewî, milîtanî û têkoşîna xwe tam li gorî çiyayên Kurdistanê bû. Şehadeta wê ya zû em êşandin. Em soz didin ku têkoşîna wê ya ji bo azadiya gelan û jinan teqez bi ser bixînin. Li ser vî bingehî, di serî de malbata wê ya hêja em ji gelê Ereb ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

HÊMIN ÛRMIYE

 

Hevrêyê me Hêmin weke ferdekî ji malbata Azerî li bajarê Tehranê ji dayîk dibe. Hevrêyê me yê ku di serdemeke ku felsefeya Rêbertiya me ya yekîtiya gelan esas digire li seranserê cîhanê belav dibe de ji Tevgera Apoyî hez dike, destpêkê dixwaze Partiya me lêkolîn bike. Dema ku fêm dike jiyana di nava pergala modernîteya kapîtalîst de ji azadiyeke sexte pêk tê, lêgerînên xwe kûrtir dike. Fêm dike ku Tevgera me bes ne têkoşîna gelê Kurd e, di şexsê gelê Kurd de nûnertiya hemû gelan dike. Her çend di temenekî biçûk de têkoşîna me ya azadiyê ya di pêşengtiya Partiya me PKK’ê de pêş dikeve, bibihîze jî geşedanên li gel Şoreşa Azadiya Rojava rû didin bi heyraniyeke mezin dişopîne. Jiyan û îdeolojiya Rêbertiya me ya ku Tevgera Apoyî ev qasî bi fedaiyane şer dike û mimarê gerîlayên ku mirin kuştine, dixwîne û gelekî jê bandor dibe. Nebûna pêwendiya derdora wî ya nêzik ya li gel Tevgera me dibe sedem ku hevrêyê me lêgerînên xwe kûrtir bike. Ji Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya gel û baweriyên cuda di bin banekî de tîne li ba hev û derfeta pêşerojeke azad pêşkêş dike, bandor dibe û biryara tevlîbûna nava refên azadiyê distîne. Her çend destpêkê ji bo sepandina vê biryara xwe ya pîroz gelekî hewl bide jî nekarî pêwendiyan peyda bike. Di vê pêvajoyê de bi tu awayî dev ji biryara xwe bernade û bêyî westan ji bo pêkanîna armanca xwe hewleke mezin nîşan dide. Di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî de ku Tevgera me li Bakurê Kurdistanê da destpêkirin, berxwedana destanî ji çapemeniyê dişopîne û operasyonên şoreşgerî bi heyraniyeke mezin dişopîne. Hevrêyê me yê ku êdî weke xwediyê biryareke teqez ji lêgerînên xwe re bersivekê peyda dike, berê xwe dide çiyayan û tevlî nava refên gerîlayan dibe.

Hevrêyê me yê ku di sala 2013’yan de bi zehmetiyeke mezin xwe digihîne nava refên gerîlayan, bi moraleke mezin tevlî dibe. Hevrêyê me şanaziya ku di nava refên gerîlayan de û şadiya têkoşîna ji bo mirovahiyê dijî, yekem perwerdeya xwe ya gerîlatiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê distîne. Hevrêyê me yê ku di pêvajoya perwerdeyê de dixwaze Tevgera me ji hemû aliyan ve nas bike, çavkaniyên Partiyê dixwîne û dikeve nava lêgerînên kûr. Hevrêyê me di nava demeke kurt de adapteyî jiyana gerîlayan û şert û mercên çiyayan ên dijwar dibe, ji dersên dibîne encamên mezin bi dest dixe. Bi qasî ku berfirehiya îdeolojî û felsefeya Apoyî, nêrîna Neteweya Demokratîk a hewl dide azadiya hemû gelan dabîn bike û karekterê PKK’ê yê enternasyonalîst fêm dike, bi awayekî şênber dibîne ku tercîheke çi qasî rast kiriye. Bi dil û can ji sosyalîzma demokratîk bawer dike û ji bo azadiya gelan têkoşînê hembêz dike. Bi xwesteka xwe ya li hemberî dersên leşkerî û îdeolojîk û tevlîbûna xwe ya bi kelecan bala hevrêyên wî dikişîne. Hevrêyê me yê ku bi awayekî serkeftî perwerdeya xwe temam dike, li qadên pratîkê beşdarî xebatan dibe. Hevrêyê me yê ku di demeke kurt de di xebatên pratîkî de tecrubeyan bi dest dixe, ji bo bidestxistina tecrûbeyên îdeolojîk jî hemû kêliyên xwe weke perwerdeyê digire dest û dixwaze xwe pêş bixe. Hevrêyê me yê ku di pêvajoya pêş dikeve de  ji bo ku erkên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne û dixwaze weke gerîlayekî pispor taktîkên serdema nû bisepîne, giraniyeke mezin dide perwerdeyên pisporbûnê. Hevrêyê me yê ku di sala 2018’an de perwerdeya pisporbûnê dibîne, di pêvajoya perwerdeyê de hem tecrûbeyên leşkerî hem jî yên îdeolojîk bi dest dixe. Hevrêyê me yê ku tim û tim di nava lêgerîn û hewla xwe pêşxistinê de ye, li gel dersên distîne karî bibe gerîlayekî pispor. Li gel tevlîbûna xwe ya ji bo dersan a bi çoş sekneke mînak nîşan dide. Hevrêyê me yê ku li ser parêznameyên Rêber Apo û perwerdeyên leşkerî xwe kûr dike, di hemû waran de tecrûbeyan bi dest dixe û berê xwe dide qadên pratîkê. Di gelek xebatan de kedên mezin nîşan dide. Hevrêyê me yê ku li herêma Xakûrkê bi kesayeta xwe ya mutewazî û kamil tê naskirin, weke gerîlayekî fedekar navê xwe li dîroka têkoşîna me zêde dike, hemû erk û berpirsiyariyên xwe yên şoreşgerî bi cidiyeteke mezin bi cih anîn.

Hevrêyê me Hêmin di 3’yê Nîsana 2020’an de li herêma Xakûrkê di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê nemiran dibe. Weke hevrêyên wî em ê kesayeta kedkar û hevrêtiya jidil a hevrêyê xwe Hêmin tu caran ji bîr nekin û bîranînên wî bikin egera mezintirkirina têkoşîna xwe. Girêdayî vê yekê em dubare hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

RONÎ XEZAL

Hevrêyê me Ronî, li bajarê dêrîn ê Serhedê û sembola berxwedanê li Wanê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Hevrêyê me yê ku li derdoreke welatparêz û di nava malbateke de mezin dibe, girêdayî cewhera xwe mezin dibe. Ji ber ku girêdayî ziman û çanda xwe bû ji bo Tevgera me ya Azadiyê li cem sempatiyeke mezin peyda dibe. Hevrêyê me yê ku li derdoreke ku ne biyaniyê Partiya me ye zarokatiya xwe derbas dike, di temenekî biçûk de têkoşîna me nas dike. Mezinbûna hevrêyê me ya li Taxa Xaçortê ku weke taxa serhildanan û bi hezar gerîlayên xwe tê naskirin, dibe zemîn ku di nava gelek çalakiyên civakî de cihê xwe bigire. Hevrêyê me yê ku li derdoreke ku haya wê ji polîtîkayên dejenekirinê yên dijmin heye ku dixwaze ciwanên Kurd ji cewhera wan veqetîne, mezin dibe, dixwaze di nava xebatên ciwanên welatparêz de cihê xwe bigire. Ji bo alîkariya aborî bide malbata xwe jî xebitî. Hêmana kedê di temenê zarokatiyê de nas dike. Hevrêyê me yê ku di dibistanên asîmîleker de heya lîseyê dixwîne, dixwaze fêm bike ku dewleta Tirk polîtîkayên asîmîlasyonê çawa pêk tîne û ji bo ku ciwanên Kurd ji cewhera wan dûr bixe serî li kîjan rê û rêbazan dide. Hevrêyê me her çend dixwaze di nava xebatên ciwanên welatparêz de cihê xwe bigire jî ji ber hin sedeman neçar dimîne ku vê biryara xwe taloq bike. Ji bo tevlîbûna nava refên gerîlayên ku li hemberî polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dijmin ên li ser gelê me û Tevgera ferz dike bi fedaiyane li ber xwe didin û destanên lehengiyê dinivîsînin, lêgerînên xwe kûrtir dike. Têkoşîna di serdema Berxwedana Rêveberiya Xweser de ya ku di salên 2014 û 2015’an de hem li Rojavayê Kurdistanê hem jî li Bakurê Kurdistanê dest pê dikin, dibin sedem ku hevrêyê me jî weke hemû ciwanên Kurd ên welatparêz berê xwe bide nava refên gerîlayan. Hevrêyê me li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst weke her Kurdekî birûmet dizane ku rasttirîn biryara tevlîbûna nava refên gerîlayan e û di sala 2015’an de li ser Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîlayan dibe.

Meraq û eleqeya wî ya li hemberî jiyana gerîlayan, bala hevrêyên wî dikişîne. Hevrêyê me yê ku ji bo standina perwerdeya gerîlayan a sereke derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe, di demeke kurt de adapteyî jiyana gerîlayan dibe. Hevrêyê me yê ku di perwerdeyan de gelekî ji pêwendiyên hevrêtiya gerîlayan û ji şêweya jiyana komunal bandor dibe, di pêvajoya perwerdeyê de tevlîbûneke çalaktir nîşan dide. Hevrêyê me pêwendiyên di nava pergalê de û pêwendiyên hevrêtiya xurt a di nava refên gerîlayan de berawird dike û lêgerîna heqîqetê kûrtir dike. Hevrêyê me yê di serdemeke ku dijmin li hemû qadan bi konsepteke nû êrîş dike de dizane ku bicihgirtina nava refên gerîlayan erka wî ya dîrokî ye, di dersên leşkerî de tecrûbeyên mezin bi dest dixe. Li gel xwendina çavkaniyên Partiyê, di kesayeta xwe de guherînên sade pêk tîne. Hevrêyê me yê ku perwerdeyên xwe yên ewil bi awayekî serkeftî temam dike, bi îdîa, biryardarî û zanyariyeke mezin li herêma Xakûrkê beşdarî pratîka gerîlayan dibe. Di xebatên pratîkî de tecrûbeyan bi dest dixe û perwerdeya xwe ya îdeolojîk di bin hemû şert û mercan de jî didomîne û ev yek dibin sedem ku hevrêyên wî gelekî jê hez bikin. Hevrêyê me yê ku di demeke kurt de xwe digihîne asta ku berpirsiyariyan bigire ser milên xwe, li gorî bendewariyên serdemê tev geriya. Hevrêyê me yê ku xwediyê kûrbûnên taktîkên gerîlayan û derblêxistina dijminî ye, di nava hemû xebatên têde cih digire de di vê mijarê de rênîşanderiya hevrêyên xwe jî kir. Bi saya tevlîbûna xwe ya bêyî hesab û kesayeta xwe ya kedkar ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin. Polîtîkayên dijmin ên tasfiyekirinê yên li gelê me û Rêbertiya me ferz dike, dizane û hêrsa xwe her roj kûrtir dike. Hevrêyê me dizane ku wê bes bi şerkirina li hemberî dijmin a weke gerîlayekî profesyonel û xwedî tecrûbeyên îdeolojîk nirxan biparêze, bibe bersiv û girêdayî vê yekê dixwaze hemû kêliyên jiyana xwe bi perwerdeyê derbas bike. Li herêma Xakûrkê bi dîsîplîn û hesasiyeteke mezin li nêzî hemû xebatan dibe. Hevrêyê me yê ku wê weke gerîlayekî sade û durist tim û tim di nava têkoşîna me de cihê xwe bigire û were bibîranîn, prensîbên Apoyî heya kêliya dawîn a jiyana xwe parastin.

Hevrêyê me Ronî yê ku di 3’yê Nîsana 2020’an de li herêma Xakûrkê di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe, bi israra xwe ya têkildarî terza jiyana Apoyî û hevrêtiya xwe ya xurt navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka têkoşîna me zêde kir. Tevlî nava gerîlayên ku li hemberî sepandina planên qirêj ên dijmin dibin asteng û destana dinivîsînin bû û têkoşîneke bêyî dudilî û bê navber meşand. Weke hevrêyên wî yên têkoşînê em soza xwe dubare dikin ku em ê hemû gavan bîranînên şehîdên xwe zindî bigirin û xeyalên wan pêk bînin.

SERHED QELQELÎ

Hevrêyê me Serhed li navçeya Qelqelî ya Wanê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Hevrêyê me yê ku ji ber ku malbata wî welatparêz e girêdayî cewhera Kurdbûnê mezin dibe, di zarokatiya xwe de rastiya dijmin nas dike. Li gundê xwe dibe şahidê zext û zulma dewletê. Ji ber vê yekê tim li hemberî dijmin sekneke bipîvan û bihêrs nîşan da. Ji ber ku ji derdora wî ya nêzîk ji bo nava refên gerîlayan tevlîbûn hebûne û bi çîrokên lehengiya gerîlayan mezin bûye, ji bo Partiya me li cem sempatiyeke mezin peyda dibe. Yekem nakokiyên xwe li dibistanên pergalê ku navendên asîmîlasyona dewleta Tirk in, jiya. Weke ciwanekî Kurd ê heyranê gerîlayên ku li çiyayên azad ji bo parastina destkeftiyan bedêlên mezin didin û şer dikin, xeyala rojên ku bibe gerîla dike. Hevrêyê me yê ku têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya bêhempa ya ji bo azadiya gelê me dimeşînin ji nêz ve dişopîne, bi taybetî di pêvajoya Şoreşa Azadiya Rojava de ji berxwedana li hemberî komkujiya ku li Şengalê li gelê me yê Êzidî tê ferzkirin bandor dibe û biryara tevlîbûna nava refên gerîlayan distîne. Li hemberî xwesteka dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze xwesteka xwerêveberiya gelê me bi komkujiyê biçewisîne û hovîtiya li hemberî Berxwedana Rêveberiya Xweser disepîne, dizane ku bersiva herî baş tevlîbûna nava refên gerîlayan e û di sala 2015’an de li Botanê tevlî nava refên gerîlayên azadiyê dibe.

 

Ji bo standina yekem perwerdeya gerîlayan derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Hevrêyê me yê ku beşdarî perwerdeyan dibe, ji atmosfera gerîlayan a germ û pêwendiyên hevrêtiya wan hêzeke mezin digire. Bi saya tevlîbûna xwe ya bimoral û durist di nava demeke kurt de ji hevrêyên xwe fêrî gelek tiştan dibe. Hevrêyê me yê ku bi jixwebaweriyeke mezin beşdarî perwerdeyan dibe, bi tevlîbûna xwe ya ji bo perwerdeyên hem leşkerî hem jî îdeolojîk karî bibe şervanekî nû yê mînak. Hevrêyê me yê ku di adaptebûna jiyana çiya û gerîlayan de zehmetiyan nabîne, bi saya tecrûbeyên xwe yên ji jiyana gundan bi dest xistine, bi hêsanî motîveyî hemû xebatan dibe. Hevrêyê me yê ku piştî perwerdeyên xwe bi serkeftî temam dike û li herêma Xakûrkê beşdarî xebatan dibe, tim û tim kûrbûnên xwe didomîne. Hevrêyê me yê ku hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran hemû caran zindî digire, giraniyeke mezin dide perwerdeyên leşkerî. Hevrêyê me beşdarî berxwedana ku Tevgera me bi ruhê seferberiyê li hemberî komkujiya li ser gelê me yê Êzidî ya li Şengalê dide destpêkirin, dibe û hewl da ku mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bîne. Li hemberî trajediya êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û bêparastinhiştina gelê me ya ji aliyê hêzên hevkar ve hêrseke mezin li cem peyda dibe. Di serkeftina ku bi bedêlên mezin û xwîna şehîdên me hatiye bidestxistin de kedeke mezin dide.

Hevrêyê me yê ku gelekî dilsozê şehîdên me ye, ji bo hesabpirsîna ji komkujiyên li ser gelê me hatine kirin û tolhildana şehîdan, pêşniyar dike ku perwerdeyên pisporbûnê bistîne. Hevrêyê me Serhed ê ku hem xwediyê tecrûbeyên şer e û hem jî di warê îdeolojîk de xwediyê kûrbûnan e, ji hemû erkên dijwar re xwe pêşniyar dike û dixwaze ji pêvajoyê re bibe bersiv. Bi taybetî jî li ser hunera şerê gerîlayan xwe kûr dike û di nava çalakiyên serkeftî yên li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê de cihê xwe digire. Li gel biryara HPG’ê ya vekişîna ji Şengalê ya di sala 2018’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe û li çiyayên azad têkoşîna xwe didomîne. Li hemberî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dane destpêkirin, di sepandina taktîkên serdemê de bû xwediyê lêgerîn û hewleke mezin. Bi sekna xwe ya bibiryar a derblêxistina dijmin di gelek mijaran de alîkariyê dide hevrêyên xwe. Hevrêyê me yê ku li herêma Xakûrkê bi fedekariya xwe ya di nava xebatan de û israra xwe ya tolhildanê tê naskirin, bi dilsoziyeke mezin a ji bo nirxên Partiyê, hemû erkên Partiyê bi serkeftî bi cih tîne. Hevrêyê me Serhed ê ku bi saya hevrêtiya xwe ya jidil û durist ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Serhed ê ku dibe milîtanekî ku haya wî ji pêvajoya dîrokî ya heyî heye, li gorî ruhê serdemê tevdigere û dibe yek ji şehîdên me yên hêja ku navê xwe li dîroka têkoşîna me zêde kirine.

Hevrêyê me Serhed ê ku di 3’yê Nîsana 2020’an de li herêma Xakûrkê di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe, heya nefesa xwe ya dawîn karî bibe gerîlayekî wêrek ê xeta Apoyî ya tu caran têk naçe. Weke hevrêyên wî yên têkoşînê em ê mîrateya ku ji me re hiştiye bigihînin serkeftinê û soz didin ku em ê xeyalên hemû şehîdên xwe pêk bînin.’’

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji DBP û Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Banga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê
Nûçeya Pişt re Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar şehîd bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 13’Ê ADARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Nûnera felsefeya xwişk û biratiya gelan: Dîrok Cudî

Tevgera Azadiyê ji destpêka avabûna xwe ve heta niha di nava xwe de gelek netewan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Tulay Hatîmogûllari: Divê ewilî komîsyon bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Guleç: Şewitandina çekan wê neyê wê wateyê ku meseleya Kurd çareser bûye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji DBP û Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Banga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?