În, 19 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meclîsa ISIG’ê: Di nava salekê de herî kêm 72 karkerên zarok jiyana xwe dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Ji bo Mafê Hêviyê divê tavilê gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Robert Pfaller: Banga Abdullah Ocalan firsendeke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hiqûqnas Ayşe Bîngol: Komîte ji bo reformê zexta siyasî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sîncanê berdana bi şert a 12 girtiyên jin tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev biryar ji aliyê hiqûqî ve paşketî û lawaz e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Botanê pêşkonferansa xwe diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê goreke komî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên Amedê: Em daxwaza azadiya Rêber Apo dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA-Starê Doga Pîrdogan û Nûjiyan Sîncar li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 31 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ şehîd Zenda bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Prof. Bromberger: ‘Jin Jiyan Azadî’, serhildaneke li hemberî pergala baviksalar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê gef û zexta li ser aktîvîstên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo dermankirina Zeyneb Celaliyan bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Zeyneb Celaliyan name

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Linzê bîranîna Jîna Emînî û jinên hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ’ê bang li jinan kir: Ber bi civaka demokratîk û aştiyê gavê biavêjin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunera Mizgîn, hunermenda nemir Merziye Rezazî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanoya Kurd hilberîna xwe her tim dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    JI 5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Sînan Dersim re demek kurt ma

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herfordê ji bo piştgiriya bi Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî konser tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurd a Swîsreyê armanc dike ku zimanê dayikê li hemû kantonan belav bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara 37’an a Kovara Ciwanên Welatparêz derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ’ê şehîdên Garê bi bîr anî
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê şehîdên Garê bi bîr anî

HPG-NRÇ’ê 5 gerîlayên li herêma Garê şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Wan xwe bi tevahî ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bexşandin û hewl dan bi awayekî fedayiyane hemû erkên têkoşîna me bicîh bînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Îlon 2025 Dema xwendinê: 36 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd, ev agahî parve kirin:

“Endamên Hêzên Taybet, xwedî taybetmendiyên bilind, mîlîtan û fermandarên fedaiyên Apoyî Hewram Şaho, Baran Mamo, Haydar Mûnzûr, Zana Stêrk û Karker Mazlûm, di 16’ê Çileya 2019’an de li kampa me ya li Garê di qezayekê de gihîştin şehadetê. Em hevrêyên xwe yên şehîd bi hezkirin, rêzdarî, minetdarî û bi dilsoziya herî kûr bibîr tînin.

Hewram, Baran, Haydar, Zana û Karker hevrêyên me yên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê, her yek ji cihekê cuda tevlî gerîla bûn, di nav hawirdora PKK’ê de bûn yek. Wan taybetmendiyên yekbûnê ya Tevgera Apoyî di kesayetiya xwe de ava kir û bûn mirovên azad, kesên sincî, mîlîtanên fedaî û şoreşgerên bi hêz. Wan esasê civakî yê sincî û siyasî yê ku ji malbat û hawirdora xwe wergirtibûn, bi îdeolojiya Apoyî re kirin yek û bûn şervanên hêza têkneçûnê. Ew li pey Zîlanan bûn û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tevlî Hêzên Taybet bûn. Wan xwe bi tevahî ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bexşandin û hewl dan bi awayekî fedayiyane hemû erkên têkoşîna me bicîh bînin.

Her yek ji wan di qada xwe de pispor bû û bûn zanyarên zanistî, li çiyayên Kurdistanê bi îmkanên kêm berhemên mezin afirandin û têkoşîna me ya gerîla pêş xistin, herwisa bûn hevrêyên jêhatî. Di mîlîtantiya fedaî ya Apoyî û gerîlatiya profesyonel de bûn pêşengên mînak û bi serkeftî bersiv dan erkên demê. Em salan e êşa windakirina van hevrêyên fedaiyên Apoyî yên bi qîmet di qezayekê de dijîn. Em van hevrêyên xwe yên Apoyî yên fedaî bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku ji bo jiyandina bîranîna wan, mezinkirina xebatên wan û bi serxistina armancên wan em ê ji niha û şûn ve bi hêztir bixebitin da ku em bibin layiqê hevrêyên xwe yên şehîd.

Li ser vê bingehê, em ji malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Hewram Şaho

Nav û Paşnav: Madih Gulistanî

Cihê Jidayîkbûnê: Kamyaran

Navê Dê-Bav: Pexsan Serifyan – Wacit

Dîrok û Cihê Şehadetê: 16 Çile 2019 / Garê

Nasnav: Baran Mamo

Nav û Paşnav: Umît Çînkiliç

Cihê Jidayîkbûnê: Hatay

Navê Dê û Bav: Ayşe – Hasan

Dîrok û Cihê Şehadetê: 16 Çile 2019 / Garê

Nasnav: Heyder Mûnzûr

Nav û Paşnav: Mihemed Zilkifli

Cihê Jidayîkbûnê: Mereş

Navê Dê û Bav: Cennet – Silêman

Dîrok û Cihê Şehadetê: 16 Çile 2019 / Garê

Nasnav: Zana Stêrk

Nav û Paşnav: Guney Dînar

Cihê Jidayîkbûnê: Îzmîr

Navê Dê û Bav: Kudret – Mihemed Nurî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 16 Çile 2019 / Garê

Nasnav: Karker Mazlûm

Nav û Paşnav: Xalib Osman

Cihê Jidayîkbûnê: Efrîn

Navê Dê û Bav: Kevser – Xalib

Dîrok û Cihê Şehadetê: 16 Çile 2019 / Garê

HEWRAM ŞAHO

 

Hevrêyê me Hewram li bajarê Kamyaranê yê Rojhilatê Kurdistanê, di malbateke welatparêz û girêdayî nirxên neteweyî de ji dayik bû. Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe, ji temenekê biçûk ve li gorî nirxên netewî yên xwe hate perwerdekirin. Wekî her zarokekî Kurd, zû fêr bû ku welatê me Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye û ev rewşê qet nepejirand. Bi taybetî li dibistanê ji ber ku her tim xwe di bin zextê de hîs dikir, li hemberî rejîma heyî hêrseke mezin hîs kir. Bi bandora devdora xwe, xwedî kesayetiyekî pir durist û xwezayî bû, ji ber vê yekê di nav civakê de hate hezkirin û her tim wekî kesekî ku hêvî lê tê kirin hate dîtin. Ji ber vê yekê xwe li hemberî civaka xwe berpirsiyar dît û hewl da pirsgirêkên gelê me fêm bike û bibe bersiv.

Di serdema ciwaniyê de nakokî û lêgerînên wî yên li ser jiyanê zêde bûn û ji bo bersivdana van lêgerînan ket nav hewldanan. Wî dizanibû ku pirsgirêka herî mezin a gelê me pirsgirêka azadiyê ye û ev pirsgirêk tenê bi têkoşînê dikare were çareserkirin. Wî dizanibû ku li Rojhilatê Kurdistanê û li çar parçeyên Kurdistanê bi awayên cuda têkoşîna ji bo azadiya gelê me tê meşandin. Rastiya Partiya me PKK û Rêber Apo, ku di nîvê sedsala dawî de mohra xwe li dîrokê xist, bala wî kişand. Bi taybetî têkoşîna fedakarane ya gerîla li dijî dagirkeran, bandoreke mezin li ser hevrêyê me Hewram kir. Herwisa xwebexşandina gerîla ji bo azadiya gelê me û ji bo vê yekê bêdudilîtiya wan, bû sedem ku hevrêyê me Hewram zêdetir li ser vê yekê kûr bibe. Tevlîbûna xizmên wî yên nêzîk ji bo nav refên gerîla, di sala 2008’an de derbên giran ên ku gerîla li artêşa Tirk a dagirker xist û mezinbûna têkoşîna azadiyê, rêya têkoşînê ya hevrêyê me Hewram diyar kir. Li ser vê bingehê, di heman salê de wî berê xwe da çiyayên serhildêr ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû, bi vî awayî hilbijartina xwe ji bo jiyana azad kir.

Perwerdeya xwe ya yekem li Herêmên Parastinê yên Medyayê wergirt, tişta ku yekem car bala hevrêyê me Hewram kişand, têkiliyên kûr ên hevrêtiyê yên gerîla bûn. Wî têkiliyên gerîla ji hemû têkiliyên civakî germtir dît, ji bo fêmkirina razên vê hevrêtiyê, wî zanî ku divê xwe di her warî de perwerde bike. Di warên jiyanî, îdeolojîk û leşkerî de kûr jiya û zû fêm kir ku formula ku partiya me PKK serxistî ye, ruhê hevpar û şêwaza jiyana komunal e ku li dora hişmendiya azadiyê hatiye afirandin e. Ji bo afirandina van taybetmendiyan di xwe de her tim di lêgerînê de bû.

Perwerdeyên xwe bi serkeftî qedand û bû gerîlayekî azadiyê yê jêhatî. Hevrêyê me Hewram, ji bo ku tiştên di perwerdeyan de fêr bûyî di jiyanê de bi cih bîne, zû xwest ku derbasî qadên xebata pratîkî bibe. Li ser vê bingehê, li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî xebatan bû, di her xebatê de bi fedakarî, duristî û şêwaza xebata dîsîplîn bû mîlîtanekî mînak. Her çiqasî xwedî pratîkeke serkeftî bû jî, tu carî xwe têr û tejî nedît. Girêdana wî ya bi Rêber Apo re her tim di têkoşîna wî de xuya bû, di kesayetiya xwe de berxwedêriya Rojhilatê Kurdistanê û girêdana bi çanda xwe ya resen bi awayekî bi hêz di sekna xwe ya jiyanî de nîşan da. Di diyalogên xwe yên bi hevrêyên xwe re de her tim bi pîvan, xwedî dîsîplîna xwe, perwerdekar û fedakar bû, ev yek bû sedem ku wekî milîtanekî fedayî yê Apoyî yê rastîn û Kurdekî bi rûmet di dilê hevrêyên xwe de cihekî taybet bigire. Wî her kêliya jiyanê wekî qonaxeke têkoşînê dît û di hemû xebatên ku tê de cih girt encamên girîng bi dest xist, bi vî awayî nirxên partiyê bilind kir.

Wî wekî erkekî dît ku asta têkoşînê ya ku Rêbertiya me û hevrêyên me yên şehîd bi fedakarî û berdêlên mezin afirandine, hîn zêdetir bilind bike, wî zanîbû ku tenê bi vî awayî dikare layiqî nirxên şoreşê be. Li ser vê bingehê, ji bo mezinkirina têkoşînê ew bû şopdarê Zîlanan, bi vê biryarê tevlîbûna wî ya Hêzên Taybet, li gorî wî cihê herî baş bû ji bo pêkanîna vê yekê.

Di nav Hêzên Taybet de bi perwerdeyên ku dît, hem di warê îdeolojîk û hem jî di warê leşkerî de bû şoreşgerekî jêhatî û profesyonel. Di pêşxistina têkoşîna azadiyê de ya ku wî li dijî dijmin bi taktîk û rêbazên dewlemend pêş xist, xwedî kedeke mezin bû. Guncavbûna wî ya ji bo pêşketinê û xwedîbûna wî ya hişmendiyeke pratîkî ya bilind, ji bo derbên mezin li dijmin were xistin, roleke mezin lîst.

Bi pisporbûna di xebata ku tê de cih girt, bû sedem ku serkeftinên girîng bên bidestxistin û di pratîkîzekirina Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de jî para xwe lîst. Wî dizanibû ku mîlîtanên fedaiyên Apoyî divê di jiyanê de jî mînak û pêşeng bin û wî di kesayetiya xwe de felsefeya Apoyî bi serkeftî temsîl kir. Hevrêyê me Hewram, bi aliyên xwe yên xwezayî, sade, dilnizm û lêkolîner, hem wekî mînak hate girtin û hem jî ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hate hezkirin û rêzdarî dît, wekî fermandarekî fedaiyê bi nav û deng derket pêş. Em hevrêyê xwe Hewram ê ku di 16’ê Çileya 2019’an de li Garê gihîşt şehadetê, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û diyar dikin ku em ê ala têkoşînê ya ku wî ji me re hişt, bi hişmendiya layiqbûna li hemû şehîdên leheng, bi rûmet bilind bikin.

BARAN MAMO

 

Hevrêyê me Baran li bajarê Îskenderûnê, di nav malbateke Elewî ya welatparêz û girêdayî kokên xwe de, ku ji navçeya Bazarcix a Mereşê ye, ji dayik bû. Ji eşîra kevnar a Sînemilî bû, her çendî ji ber zext û polîtîkayên dijmin neçar mabû dûrî axa pîroz a Kurdistanê bijî jî, wî karîbû esasa xwe ya Kurdîtiyê û nasnameya xwe biparêze. Her wiha girêdayî baweriya Elewîtiyê bû, wî karîbû nirxên ku Elewîtiyê dide mirov û xwezayê di kesayetiya xwe de temsîl bike. Ji ber ku malbata wî hem ji aliyê Kurdîtiyê hem jî ji aliyê Elewîtiyê ve her tim di bin zordariya dijmin de bû, neçar ma koçî Ewropayê bike. Ji ber vê yekê, hevrêyê me Baran piraniya jiyana xwe dûrî welatê xwe derbas kir, lê tevî hemû êrîşên îdeolojîk û çandî yên modernîteya kapîtalîst, wî karîbû xwe biparêze. Di bin bandora şehadetên ku li hawirdora wî ya nêzîk çêbûn de bû, her tim di lêgerîna layiqbûna li rastiya şehîdan de bû. Wî dizanibû ku ev yek tenê bi tevlîbûna têkoşînê mimkun e, ji ber vê yekê hevrêyê me Baran di destpêkê de tevlî xebatên ciwanên welatparêz ên şoreşgerî bû. Xebatên ciwanan ji bo wî bûn zemînek ku ew hebûna xwe biparêze, girêdana xwe ya bi welat re bidomîne û şerê azadiyê yê li Kurdistanê hîs bike.

 

Her ku çû zêdetir kûr bû, ji kêmasiyên xwe xelas bû û di hewldana gihîştina rastiyê de bû. Bi sekna xwe ya jiyanî û rêhevaliya xwe ya bi hêz, wî bandor li ciwanên Kurd ên ku neçar mabûn koçî Ewropayê bikin kir û ew ber bi têkoşînê ve kişand in. Bi xebatên xwe yên serkeftî, rêzdarî û hezkirina gelê me wî hevrêyên xwe tevlî têkoşînê kir. Bilindbûna têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê, berfirehkirina polîtîkayên zordarî û qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me û tevgera me, hevrêyê me Baran zêdetir ber bi têkoşînê ve anî. Wî dizanibû ku helwesta herî rast a li hember êrîşên dijmin, mezinkirina têkoşînê ye û ev yek tenê bi vegera Kurdistanê û tevlîbûna refên gerîla pêkan e.

Hevrêyê me Baran, ciwanekî Kurd ê ronakbîr û xwedî xwendinê bû, ku li zanîngehê beşa Endezyariya Mekanîkê qedandibû û master kiribû. Her çendî li Ewropayê û di nav sîstema modernîteya kapîtalîst de ji bo wî gelek îmkanên jiyana rehet hebûn jî, wî van hemûyan red kir û hilbijart ku ji bo mezinkirina hêviya jiyana azad li welatê xwe têbikoşe. Li ser vê bingehê, di sala 2010’an de bi bawerî û biryareke bilind berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî gerîla bû û yekem gav ji bo bûyîna şervanekî bêwestan ê têkoşîna azadiya gelê me avêt.

Bi bandora baweriya Elewîtiyê, evîna wî ya ji xwezayê re mezin bû û rêzdariya wî ji mafê jiyana her zindiyekî re hebû. Hevrêyê me Baran perwerdeyên xwe yên yekem di nav gerîla de wergirt û di vê pêvajoyê de îmkan dît ku bi xwezaya Kurdistanê re bibe yek. Her nefesa ku bi azadî hilda, ruhê wî nû kir, xwe nû kir û îmkan dît ku esasa xwe ya Kurdîtiyê zêdetir derxe holê. Her çendî di derbarê îdeolojiya Apoyî de xwedî hin zanyariyan bû jî, di nav jiyana komunal a gerîla de wî ev felsefe wekî şansekî mezin dît ku di pratîkê de bi cih bîne. Bi hewldan û sekna xwe ya di vî warî de, hemû Hevrêyên xwe jî zêdetir teşwîq kir. Her wiha bi têkilî û baldariyeke mezin tevlî perwerdeyên leşkerî bû, xwest bi awayekî çalak tevlî Şerê Gel ê Şoreşgerî yê ku partiya me pêşxistî ye bibe. Ji ber ku ew difikirî ku dereng tevlî refên gerîla bûye, bi tempoyekî bilind tevlî bû û armanc kir ku di demeke kurt de di warê îdeolojîk û leşkerî de jêhatî bibe.

Bi van hewldan û keda xwe, hevrêyê me Baran bandor li hemû hevrêyên xwe kir, bi nêzîkatiyên xwe yên bi wate rêzdariyê di nav hawirdora xwe de çêkir. Demekê li gel fermandarê me yê efsaneyî Şehîd Fazil Botan – Ehmed Şeker tevlî xebatan bû, di vê pêvajoyê de hem di warê leşkerî de jêhatî bû û hem jî di gihîştina esasa PKK’ê de ceribandinên pir girîng bi dest xist. Ji ceribandinên dewlemend û rêhevaltiya kûr a Fazil heval bandor bû, bi vî awayî biryar da ku têkoşîna xwe bi awayekî çalaktir bimeşîne. Li ser vê bingehê, pêşniyar kir ku biçe qadên ku şer lê bi tundî diqewime, her çendî di vê mijarê de israr kir jî, ji ber bawerî û ewlehiya ku jê re dihat hîskirin, ji bo xebatên stratejîk ên ji bo tevgera me girîng in hate erkdarkirin. Di van xebatan de, di derxistina pêşketinên girîng û gihîştina qonaxeke pêşketî de xwedî kedeke mezin bû. Lê dîsa jî, ew difikirî ku asta tevlîbûna wî ji bo hêviya azadiyê ya gelê me têrê nake. Ji ber vê yekê, ji bo mezinkirina têkoşîna xwe û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, pêşniyar kir ku tevlî xebatên Hêzên Taybet bibe û ev pêşniyara wî hate pejirandin. Di nav Hêzên Taybet de, bi perwerdeyên ku wergirt, di demeke kurt de bi şêwazê fedaîtî ji bo jiyanê derxist holê û di her gavê de hewl da xwe ji nû ve biafirîne, di hemû meşên şoreşê de bi vê têgihiştinê tevdigeriya.

Di pêvajoya perwerdeyê de, bi perwerdeyên îdeolojîk ên ku wergirt, sîstema modernîteya kapîtalîst bi hemû aliyên wê bi awayekî hişmendî fêm kir û li dijî vê yekê di kesayetiya xwe de têkoşîneke bêeman da destpêkirin. Her ku têkoşiya, xwe baştir nas kir û hewl da prensîbên Modernîteya Demokratîk ên ku Rêber Apo pêş xistiye di kesayetiya xwe de biafirîne. Her ku di paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo de kûr bû, rastiya gelê me baştir fêm kir û di wan demên ku dûrî Kurdistanê jiya de kêmasiyên xwe telafî kir.

Piştî qedandina perwerdeya xwe, dîsa di xebatên stratejîk de erk wergirt, bi asta moral û îdeolojîk a ku gihîştibû, di xebatên xwe de pêşketinên bi kalîte tomar kir. Bi taybetî ji bo pratîkîzekirina taktîka şer a serdema nû, ji bo pêşxistina teknîka ku gerîla bi kar tîne, bi fedakariyeke bêhempa tevlî bû. Erkên serdemê yên li hember gelê me, şehîdên me yên leheng û Rêbertiya me wekî berpirsyariyeke wijdanî dît, bi kûrbûna di şêwaza fedaîtiyê de, her xebata ku wergirt bi serkeftî encam da. Ji ber vê yekê, her tim xwedî sekneke ku wekî mînak dihat girtin bû, bi hevrêtiya xwe ya bi hêz jî karî di dilê hemû hevrêyên  xwe de şopên kûr bihêle. Hevrêyê me Baran ê ku di 16’ê Çileya 2019’an de li Garê gihîşt şehadetê, bi bîranîna xwe ya hêja û berhemên bêhempa yên ku heta îro hîştine, di dil û têkoşîna her gerîlayekî azadiyê de dijî.

HEYDER MÛNZÛR

 

Hevrêyê me Heyder li navçeya Elbîstan a Mereşê, di nav malbateke welatparêz û girêdayî kokên xwe de ji dayik bû. Ji ber ku herêma Mereşê ji mêj ve cihê têkoşîna nasnameyê û Kurdîtiya bi wate ye, her tim rastî polîtîkayên zordarî û tunekirinê yên dijmin hat. Li civaka me ya Elewî her tim îdeolojiya Îslama Sunnî hate ferzkirin, ji ber vê yekê bi qetlîamên hovane re rû bi rû ma. Hevrêyê me Heyder di nav hawirdoreke wisa de, di malbateke ku têkoşîna girêdayîbûna bi kokên xwe dida, mezin bû. Li hember zordariyên dijmin neçar ma koçî rêyên koçberiyê bike û ligel malbata xwe koçî Elmanyayê kir. Di navenda sîstema kapîtalîst de ku ji bo tunekirina Kurdîtiya azad her tiştî dike, her tim hewl da ku bi esasa xwe, nasnameya xwe û xewnên azadiyê yên di dilê xwe de mezin kir re dilsoz bimîne.

 

Li hember jiyana sexte ya sîstemê neket, ji bo gihîştina rastiya gelê xwe têkoşiya. Bi kesayetiya xwe ya nazik û bi wate, her tim di nav hawirdora xwe de hate hezkirin û bandor çêkir. Di dibistanên sîstemê de pênc salan xwend, lê paşê baştir fêm kir ku jiyan di wan dibistanan de nayê fêrbûn, li gorî wî berovajî, ew navendên dûrxistina ji nasnameya wî bûn. Jiyana xwe bi kedê ava kir û her tim ev yek pêş xist. Ji ber welatparêziya malbata xwe, zû Tevgera Azadiya Kurdistanê û têkoşîna wê nas kir. Dema ku li Elmanyayê bû, nakokiyên wî bi sîstemê re zêde bûn. Dûrxistina mirovan ji civakbûnê di nav azadiyên sexte de û nebûna nirxê ku ji mirov re tê dayîn dema mijar gelê Kurd bû, ew ber bi lêpirsînên kûr ve bir.

Her ku nakokiyên wî bi sîstemê re kûr bûn, wî xwest têkoşînê baştir fêm bike û erk bigire. Hevrêyê me Heyder di sala 2011’an de biryara xwe da, berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên ku dikaribû têkoşîna nasnameya xwe ya resen bide û tevlî refên gerîla bû.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya xwe ya yekem a gerîla wergirt, her tim di hewldana gihîştina qonaxeke baştir de bû. Bi coşeke mezin tevlî pêvajoya perwerdeyê bû, hewl da her tiştê ku di perwerdeyê de fêr bû di jiyanê de bi cih bîne, ji destpêkê ve îspat kir ku ew ê bibe mîlîtanekî Apoyî yê rastîn û gavên xwe yên yekem li ser vê bingehê avêt. Nirxê ku dida hevrêtiyê, nîşan da ku nirxê wî yê ji mirov re çiqas mezin e. Mîrateya bi hezaran salan di xwe de ava kir û ev yek kir bingeha têkoşîna xwe, bi vî awayî bû rêber ji hevrêyên xwe re.

Li hember zirarên ku dijmin bi salan afirandibû, tu carî nepejirand ku mirov bi destê xwe xeletiyê bike û di têkoşîna xwe de hewldana derxistina vê yekê nîşan da. Gotina ‘bedewiya hundirê mirov di derve de xuya dike’ di hevrêyê me Heyder de îfadeya xwe dît. Di rûkeniya wî de esasê mirovbûnê xuya dikir. Bi evîn, sadebûn û duristiya xwe, îspat kir ku ew şoreşgerekî ku taybetmendiyên mirovê gihîştî di kesayetiya xwe de temsîl dike.

Di hemû xebatên xwe de hewl da ku encamên girîng bi dest bixe û hîn zêdetir pêş bixe. Hevrêyê me bû milîtanekî ku her tim bawerî pê hebe û hêviya siberojê dida. Hevrêyê me ji bo xwe ji refên herî pêş ên têkoşînê re amade bike, hewldaneke mezin da. Hevrêyê me ji bo hem di branşên leşkerî de bibe profesyonel hem jî têkoşîna xwe li ser zemînekê îdeolojîk bide rûnişkandin, hewldanek mezin da. Li ser vê bingehê her tim xwend, lêkolîn kir û lêhêrbûnên xwe belavî derdor kir û ji bo ya herî rast bibîne timî nîqaş meşandin. Hevrêyê me Heyder fêm kir ku milîtanekî Apoyî divê di fedayîtiyê de bigihije wateyê. Fedayîtî xwe ji bo jiyaneke azad feda kirine û di rastiyê de ev yek avakirina jiyanê ye, li ser vê yekê timî ket nav lêhêrbûnên kûr. Li ser vî bingehî pêşniyara wî ya ji bo derbasî Hêzên Taybet bibe, hate qebûlkirin. Hevrêyê me di perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî yên di Hêzên Taybet de dîtî, derfet dît ku di asta pêş de lêhêrbûn bike û zelal bibe, ji bo xwe ji her alî ve tam amade bike ket nava hewldanek mezin. Bi sekna xwe eleqe dît û bawerî dida. Hevrêyê me Heyder nîşanî her kesê da ku fedayîtiya Apoyî divê xwedî jiyan û sekneke çawa be. Berpirsyariya wî ya xwezayî ya di jiyanê de, tarzê xebata wî û feydeyên dayî têkiliyên hevrêtiyê bûn sedem ku ew ji xebatên girîng û stratejîk re were hilbijartin. Hevrêyê me hewl da ku rol û mîsyona di xebatên krîtîk ên Tevgera me de girtî ser xwe, bi layiqî bi cih bîne. Di hemû xebatên xwe de serketineke hêja raber kir û hate pejirandin. Hevrêyê me bi dilsoziyeke kûr bi Rêber Apo ve hate girêdan, li gorî pêdiviyên vê dilsoziyê jiya.

Nasname û çanda gelê Kurd ê qedîm, her tim jiyan kir û da jiyankirin. Hevrêyê me Heyder ev nirxên ku ji cewher û baweriya wî hatine, bi îdeolojiya Rêber Apo re kir yek. Îspat kir ku ew ji her alî ve milîtanekî fedayî yê Apoyî ye û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrêyê me Heyder 16’ê Çileya 2019’an li Garê şehîd bû, di dilê gelê xwe û hevrêyên xwe de weke lehengekî nemir cih girt. Tevkariyên wî yên ji bo têkoşîna nasnameya xwe, dê her tim bên bîranîn û mîrateya wî dê ji aliyê me hevrêyên wî ve timî zindî bê hiştin.

ZANA STÊRK

 

Hevrêyê me Zana li navçeya Pasûr a Amedê di nava malbatek welatparêz de hate dinê. Amed bajarekî welê ye ku serhildan pir lê çêdibin û rastiya gelê têkoşer lê zindî bûye. Amed yek ji navendên esas a Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye. Dijmin li dijî gelê berxwedêr polîtîkayên herî hovane û zextkar heta dawiyê bir û bû sedem ku bi hezaran malbatên Kurd bi neçarî koç bibin. Malbata hevrêyê me Zana jî ji ber sedemên wiha neçar ma ji metropolên Tirkiyeyê koçî Îzmîrê bike. Hevrêyê me li navçeya Konak a Îzmîrê hate dinê. Li ciheke ku hestên Kurdistanî lê zêde ne, mezin bû. Bajarê Îzmîr ji bo bi hezaran malbatên Kurd bû mekaneke neçarî, zextên dijmin li vir jî dewam kirin. Hevrêyê me Zana yê di nava zehmetiyên wisa de mezin bû û ji ber ku di nava rastiya malbateke xwedî kokên xwe de mezin bû, zimanê xwe yê dayikê tevî hemû zextên sîstemê ji bîr nekir û pê re jiyan kir. Dema li dibistanên sîstemê dixwend, zimanekî din weke nasnameya esas lê hate ferzkirin û li dijî vê yekê ji temenê xwe yê biçûkatiyê ve ket nava nakokiyan. Hevrêyê me bi demê re fêm kir ku ew bi ziman, çand û civaka xwe dikare bibe xwe. Hevrêyê me ji bo van nakokiyan derbas bike ket nava lêgerînan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hîn zêdetir nas kir. Hevrêyê me ji rastiya şehîdan û bi taybetî ji sekna têkoşîna dîrokî ya Kemal Pîr û Mehmet Hayrî Dûrmûş pir bandor bû. Dema êrîşên li ser Kobanê û Şengalê destpê kirin, êdî biryar da ku gav bavêje. Hevrêyê me zanî ku ev biryardarî encex li çiyayên azad bi tevlîbûna têkoşîna hebûnê dê şênber bibe û sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Zana, bi coşeke mezin gav avêt çiyayên Kurdistanê ku bi hesreta wê dijiya û li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdehiya xwe ya ewil a gerîlatiyê wergirt. Hevrêyê me yê ku bûyer û diyardeyên di nava jiyanê de analîz kir û rastiya têkoşîna şehîdan nas kir bi perwerdehiya wergirtî re li gorî rêgezên şoreşgeriya rastîn xwe ava kir. Hevrêyê me, her çend kurt be jî perwerdehiya ku di nava PKK’ê de wergirtibû bandoreke kûr li ser jiyana wî kir û biryardariyeke domdar nîşan da ku xwe pêş bixe. Tevî temenê xwe yê ciwan, bi helwesta xwe ya gihîştî li ser rêya rast, meşiya. Hevrê Zana, berjewendiyên xwe yên takekesî na, civak û nirxên wê esas digirt. Bi helwesta xwe ya jîr û bawermend, hewl da ku li çiyayan temsîla civakbûn û nirxên mirovî bike. Bi armanca ku bibe milîtaneke rastîn a Rêber Apo, wî di her warî de xwe pêş xist. Kêmasiyên xwe yên fîzîkî bi xurtkirina hêza xwe ya fikrî telafî kir û ji bo xurtkirina jêhatîyên xwe yên taktîkî derbasî Hêzên Taybet bû. Li vir ji perwerdehiya ku beşdar bûye gelek bandor bû, li ser rêya fedaîbûnê lêhûrbû û ew wekî rêya herî bi rûmet a jiyanê girt dest. Tevî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li Îzmîrê jî, ew bi kokên xwe yên welatparêz re dilsoz ma û bi çanda PKK’ê ev aliyê xwe hîn bêtir pêş xist. Hevrê Zana wekî milîtaneke mînak pratîkeke serkeftî nîşan da. Bi helwesta xwe ya bawer û jîr, beşdarî xebatên stratejîk bû û mîsyonên girîng girt ser milên xwe. Bi pêşketinên heyî têr nebû, her tim ber bi pêş ve diçû û hewl dida ku xwe li gorî şêwaz û taktîkên şer ên serdema nû amade bike.

Hevrê Zana di temenê xwe yê ciwan de jiyanek tijî jiya û di 16’ê Çileya 2019’an de li Garê şehîd bû. Amed, bajarê ku tovên pêşîn ên Tevgera Azadiya Kurdistanê lê hatin çandin, bi hezaran têkoşer tevlî têkoşîna azadiyê kir û ji bo vê doza pîroz ewladên xwe yên leheng feda kiriye. Hevrê Zana wê di têkoşîna azadiyê ya hevrêyên xwe û gelê xwe de weke berdewamiya vê mîrateyê û şehîdekî bêdawî bê bîranîn.

KARKER MAZLÛM

Hevrê Karker, di nava malbateke Efrînî ya welatparêz de ku dilsozê tevgera têkoşîna azadiyê bû û ji kêliya ku Rêber Apo cara yekem derbasî Rojava bû bedel da, ji dayik bû. Efrîn, bi nasname û çanda xwe ya kûr a Kurdewar, yek ji bajarên pêşîn bû ku xwedî li tevgerê derket. Hevrê Karker di hawîrdorek wisa de mezin bû, ji nasnameya sexte ya ku ji hêla rejîma Baas ve hatibû ferzkirin xwe parast. Her çend malbata wî ji ber sedemên aborî koçî Helebê kiribû jî, ew di hawîrdorek malbatî de ku dilsozê çanda xwe bû, mezin bû. Tevî zilm û zordariya rejîma Baas, wî nasnameya xwe ya Kurd parast û pêşveçûna şoreşê dît. Hevrê Karker, ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve dixwest tevlî berxwedanê bibe, di sala 2016’an de bi tevlîbûna hêzên azadiyê re xewna xwe pêk anî. Di temenê xwe yê ciwan de tevlî têkoşînê bû û perwerdehiya xwe ya ewil wergirt. Têkiliya wî bi têkoşînê re ji ber çanda malbat û derdora wî, hêz da wî ku zû xwe pêş bixîne û enerjiya xwe tev analîzê vê rêyê bike. Bi kesayetiya xwe ya enerjîk, ew zû edapteyî her hawîrdorek ku ew lê bû, dibû. Ew ji bo nûbûnan vekirî bû û ji bo fêrbûnê xwesteka wî hebû. Hevrê Karker bi baldarî guhdarî dikir û çavdêriya derdora xwe dikir û kedeke mezin dida ku tiştên ku fêr dibû bixe pratîkê.

Di pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bi rastiya şehîdan gelek bandor bû û her tim weke ciwanekî Kurd ji bo bibe layiqê berdêlên tên dayîn, lêhûrbûnên kûr jiya. Hevrê Karker xwedî li têkoşîna ku bi hezaran qehreman li dijî hişmendiya qirker dimeşandin derket û li ser vê bingehê biryar da ku berê xwe bide çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bibe. Bi kesayetiya xwe ya rêzdar, dilnizm û dilovan hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir û bû çavkaniya moralê. Xeyala wî ya herî mezin ew bû ku li çiyayan gerîla be û wî ev xewn li çiyayên Kurdistanê pêk anî. Hevrê Karker tevlîbûna gerîla wekî gava herî mezin a jiyana xwe didît û bê navber hewl da ku bigihîje asta milîtaniya ku ev gav hewce dike. Bi xwestekeke mezin, daxwaz kir ku tevlî Hêzên Taybet bibe. Ji ber ku ew hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê leşkerî xwe pêş xistibû, daxwaza wî hat qebûlkirin. Hevrêyê me Karker ku xwedî biryardariyeke mezin e ku xwe weke milîtanekî rastîn a Apoyî pêş bixe, bi xwesteka mezin a tolhildana li dijî sûcên li ser gelê Kurd xwe ji têkoşînê re amade kir. Bi taybetî dagirkirina Efrîn, koçberkirina gelê wê û talankirina jîngeha wê ya xwezayî hêrsa wî zêde kir. Bi zanîna ku şerê li dijî dijmin ne tenê hêza fîzîkî, di heman demê de hêza derûnî jî hewce dike, girîngiyek mezin da pêşxistina xwe di vî warî de. Bi vî rengî, ew di warê rewşenbîrî û pratîkî de bû gerîlayekî hîn xurtir.

Hevrê Karker di temenê xwe yê ciwan de, tevahiya jiyana xwe bi têkoşînê re derbas kir. Li gorî baweriya xwe jiya, xeyalên xwe pêk anî û kêfxweşiya wê dît. Weke milîtanekî Apoyî, heta nefesa xwe ya dawî berpirsiyariya xwe bi cih anî û di 16’ê Çileya 2019’an de li Garê şehîd bû. Bîranîna wî wê di têkoşîna şoreşgerî de her bijî.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meclîsa ISIG’ê: Di nava salekê de herî kêm 72 karkerên zarok jiyana xwe dest dane
Nûçeya Pişt re Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Botanê pêşkonferansa xwe diyarî Rêber Apo kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk li Efrînê di mehekî de herî kêm 40 kes revandin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan tespît kir ku dewleta Tirk a dagirker di meha Hezîranê de zarokek…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk dagirkeriyê giran dike, Bexda û Hewlêr lê temaşe dike

Dewleta Tirk a dagirker van rojên dawî hejmara leşkerên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêde…

Ji aliyê Stêrk TV

KONGRA-GEL: Em Cejna Qurbanê bi berxwedanê pîroz bikin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL Cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Sûdanê li dijî kampa penaberan êrîş: 75 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Îranê pêşnûmeqanûna têkildarî qedexeya êrîşa li ser tesîsa nukleer, paşve kişand

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump Baregeha Hewayî ya Bagram a li Efganistanê jinûve dixwaze

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Botanê pêşkonferansa xwe diyarî Rêber Apo kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?