Çarşem, 17 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dr. Ulgen: Xizmeta tenduristiyê zehmet bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gavên baweriyê bêne avêtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê berê yê FARC’ê: Zemîna hiqûqî nebe pêvajoyên aştiyê nameşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Em li benda destpêkirina pêvajoya derxistina qanûnan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arkaş: Em ê bi hev famkirinê aştiyê bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK’ê alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên gelê Rojavayê Kurdistanê gihîşt Çemçemalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Teziya Çiya Farqîn bi rengekî girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK cara 14’an li hev rûniştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agirî civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    FIFA’yê xelata alîgirên herî baş da alîgirên Zaxoyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jina Elewî ya ji Humsê, Buşra: Rizgarî nîne, qirkirina sîstematîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di asta navneteweyî de êrişên li ser parêzvanên mafên jinan zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Kujer tên parastin an jî bêceza têne hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirinên li Îranê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê bang li Tehranê kir ku Nêrgiz Mihemedî berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Fermandar Berfîn Nûrhaq fermandara hezkirin û kedê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG NRÇ’ê şehîdên Zapê bi bîr anî
Kurdistan

HPG NRÇ’ê şehîdên Zapê bi bîr anî

HPG NRÇ’ê gerîlayên ku sala 2022’yan li Zapê şehîd bûne, bi bîr anî û got, “Bi berxwedanî, wêrekî, fedekarî, pisporiya xwe ya di taktîkê de û ruhê fedaî yê Apoyî, Zap veguherandin keleha berxwedanê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 50 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Em hevrêyên xwe Dengtav Gîvara, Raperîn Karaz, Nûjiyan Egîd, Ronî Çiya Alidaş, Bawer Qamişlo û Dilsoz Kobanê yên ku di sala 2022’yan de li Zapê bi ruhê Apoyî yê fedaî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, teqemeniyên qedexe û hemû taktîkên şer li ber xwe dan û rê li ber dagirkeriyê girtin û tevlî karwana şehîdan bûn, bi hezkirin, hurmet û minetdarî bibîr tînin.

Hevrêyên me her yek ji wan mîna bîrdariya qehremaniyê, jidil bi paradîgmaya xwişk-biratî û siberoja azad a Apoyî bawer kirin û tevlî nava refên PKK’ê bûn. Weke ewladên leheng ên gelên Kurd û Ereb li çiyayên azad mil dan milê hev û bi fedekariyek mezin têkoşîn kirin. Tevî derfetên kêm û şert-mercên zehmet, ji bo parastina hebûna gel û pêkanîna azadiya wê li dijî her cûre êrîşê sîngên xwe kirin mertal. Xwe di gerîlatiya modernîteya demokratîk de kûrtir kirin û şêwayek ku teknîka şer a demê têk bibe, pêş xistin. Ew bi berxwedanî, wêrekî, fedekarî, pisporiya xwe ya di taktîkê de û ruhê fedaî yê Apoyî, Zap veguherandin keleha berxwedanê. Hevrêyên me yên ku ji bo siberoja azadiya gelan bêteredût xwe feda kirin, mîrateyek ku tu carî neyê jibîrkirin li dû xwe hiştin û navê xwe li dîrokê neqişandin.

Em soz didin ku em ê têkoşîna destanî ya ewladên leheng ên gelê Kurd û Ereb bigihînin serketinê, armanca wan pêk bînin û teqez siberoja azad a gelan pêk bînin. Li ser vê bingehê em di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe, ji tevahiya gelê Kurd û Ereb ên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Dengtav Gîvara

Nav û Paşnav: Mîlad Şerko Zerrîn

Cihê Jidayikbûnê: Sine

Navê Dayik-Bav: Zeferan- Gaffûr

Cih û Dîroka Şehadetê: 26 Tebax 2022/ Zap

 

Nasnav: Raperîn Karaz

Nav û Paşnav: Sema Dalçîçek

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik-Bav: Hanim- Kadrî

Cih û Dîroka Şehadetê: 5 Mijdar 2022/ Zap

 

Nasnav: Nûjiyan Egîd

Nav û Paşnav: Dilşa Ahmet

Cihê Jidayikbûnê: Tirbespiyê

Navê Dayik-Bav: Emîne- Taha

Cih û Dîroka Şehadetê: 5 Mijdar 2022/ Zap

 

Nasnav: Ronî Çiya Alidaş

Nav û Paşnav: Ahmet Fûrkan Kaya

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik-Bav: Muslume- Hûseyîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 5 Mijdar 2022/ Zap

 

Nasnav: Bawer Qamişlo

Nav û Paşnav: Hasan Alî Alîso

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Navê Dayik-Bav: Vedha- Alî

Cih û Dîroka Şehadetê: 5 Mijdar 2022/ Zap

 

Nasnav: Dilsoz Kobanê

Nav û Paşnav: Mûstafa Seydo

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Navê Dayik-Bav: Fuziye- Muhammed

Cih û Dîroka Şehadetê: 5 Mijdar 2022/ Zap

DENGTAV GÎVARA

 

Hevrê Dengtav li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de jidayik bû. Tevî hemû zilm û êşkence jî dilsoziya bêdawî ya malbata hevrêyê me ji bo çand, kevneşopî û nirxên civakî yên Kurdewarî, hişt ku li gorî cewhera xwe mezin bibe. Hevrêyê me yê ku 12 sal li dibistanên Îranê perwerde dît, tevî polîtîkayên asîmlasyon û qirkirinê jî xwe ji nû ve ava kir û nirxên xwe parastin. Li aliyek dibistan xwend û li aliyê din ji bo tevkarî li debara malbata xwe bike, di karên cuda de xebitî. Ji ber taybetmendiyên xwe yên kedkar, xebatkar û fedekar ji aliyê malbat û hewirdorê ve dihat rêzkirin. Hevrê Dengtav dizanibû her çend dewleta Îranê bêje ew hin mafê gelê me nas bike jî li aliyê din bi polîtîkayên şerê taybet re êrîşên qirkirinê li dijî gelê me dimeşîne, vê rewşê tu carî qebûl nekir. Ji ber vê yekê, wî bawer dikir ku têkoşîna li dijî rejîmê pêwîst e. Siyaseta dewleta Îranê ya gefxwarina li dijî Kurdên şoreşger û welatparêz bi rêya darvekirinê re, di hevrê Dengtav de hêrsek mezin çêkir. Bi taybetî di 9’ê Gulana 2010’an de darvekirina Şirîn Elemhûlî, Ferzat Kemanger û hevrêyên wan bandorek mezin li ser hevrêyê me Dengtav kir. Hevrêyê me yê bawer kir ku divê teqez tola hevrêyên şehîd bê hilanîn, dizanîbû ji bo vê divê di nava têkoşîneke rêxistinkirî de cih bigire. Hevrêyê me yê ku li ser vê bingehê ket nava lêgerînan, rastiya têkoşînê û Rêber Apo nas kir. Di sala 2011’an de, hewldana dewleta Îranê ya dagirkirina Qendîlê û berxwedana destanî ya ku bi pêşengiya hevrêyê me yê şehîd Simko Serhildan de li dijî wê pêş ket, dewleta Îranê neçar kir ku paşve gav bavêje. Vê berxwedana dîrokî ruhê têkoşînê û biryardariya hevrêyê me Dengtav hîn xurttir kir. Her wiha rastiya ku tevî hestek welatparêziyê ya xurt û potansiyela şoreşgerî ya bilind, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê nebûna avahiyek rêxistinî, bandorek kûr li ser hevrê Dengtav kir. Ji ber PKK’ê di vî warî de taybetmendiya tevgera herî bi îdîa di aliyê teorî û pratîkê de bû, ev yek bû fektorek diyarker li ser biryardayîna hevrêyê me. Hevrêyê me Dengtav piştî lêhûrbûnek xurt biryar da ku bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bibe. Li ser vê bingehê di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

 

Hevrêyê me Dengtav, li herêma Qendîlê perwerdeya şervanên nû dît û di demeke kûrt de hînê jiyana çiya û gerîla bû. Ji hevrêtiya gerîla û jiyana komunal bandor bû û diyar kir ku di vî warî de jiyan û îdeolojiya PKK’ê naşibihe tu rêxistin ango tevgerên din. Hevrêyê me dît ku serketina têkoşînê bingeha xwe ji piştgiriya gel digire û li ser vê bingehê hê xurttir tevlî jiyanê bû. Hevrêyê me yê ku derfet dît bi perwerdeyên îdeolojîk ên ku wî dît re rastiya Rêber Apo ji nêz ve nas bike, zû fêm kir ku felsefeya Rêbertî ji bo şoreşa rastîn a li Kurdistanê derfeta herî mezin peyda dike. Ji ber vê sedemê wî diyar kir ku tevlîbûna jiyana Rêbertî, tê wateya tevlîbûna şoreşê. Hevrêyê me di pêvajoyeke ku êrîş li ser gelê me dijwar bû de tevlî nava refên gerîla bû, ji ber vê yekê, bi berpirsyarî tevlî perwerdeyên leşkerî bû. Hevrê Dengtav ê ku xwe di hunera şerê gerîla de pêş xist, ji tecrûbeyên şer a têkoşîna me dersên xurt wergirt.

Hevrê Dengtav hevrêyekî bi taybetmendiyên xwe yên gihîştî, dilnizm û fedakar milîtanekî Apoyî yê mînak bû. Piştî ku perwerdehiya xwe bi rengekî serketî qedand, tevlî xebata li herêma Qendîlê bû. Li vir demekê tevlî xebatên pratîkî bû. Piştî êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kerkûkê bi israr pêşniyar kir ku derbasî berxwedana li qadê bibe. Hevrê Dengtav girîngiya dîrokî û civakî ya Kerkûkê ji bo gelê me dizanîbû û ji ber vê bi îdîa û biryardariyeke mezin tevlî têkoşînê bû. Hevrêyê me, derbasî deverên ku êrîşên DAÎŞ’ê lê zêde bû û di nav hêzên pêşîn de bû ku li hember êrîşên çeteyan bersiv da. Ji tecrûbeyên şer ên hevrêyên li cem xwe sûdwergirt û di demek kurt de bû gerîlayek HPG’ê ya jêhatî. Bi helwesta xwe ya wêrek û bêrawestan, hevrê Dengtav beşdarî gelek çalakiyan bû û di şikandina êrîşên dagirkeriyê yên çeteyan de roleke girîng lîst.

Piştî ku bi rengekî serketî erkê xwe li Kerkûkê temam kir, hevrê Dengtav vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê û li herêma Zapê ku yek ji wan herêmên ku herî zêde êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk giran bibû, hate wezîfedarkirin. Bi saya tecrûbeyên xwe ya şer û jêhatîbûnên xwe yên bi dest xistî, hevrê Dengtav zû adepteyî pratîka li Zapê bû û bi awayekî çalak beşdarî têkoşîna li wir bû. Bi taybetî di dema pêngavên şoreşgerî ya ku di sala 2016’an de dest pê kir de, hevrê Dengtav beşdarî şerê li eniyên pêş bû û şêwazek têkoşînê ya fedaî nîşan da. Ew bû nîşana giyana fedaî ku li bajarên Kurdistanê pêş diket û li çiyayên Kurdistanê dewam dikir. Hevrêyê me bi saya wêrekî, tevlîbûna xwe bi rengekî fedaî û sekna zelal a di pîvanên milîtaniya Apoyî de weke fermandarê komê hat wezîfedar kirin. Hevrêyê me her çend ev yek ji bo xwe weke serbilindiyek dît jî, di heman demê de dizanîbû ku berpirsiyariyeke mezintir e. Bi vê hişmendiyê, hevrê Dengtav têkoşîna xwe hîn zêdetir xurt kir û bi tempo, pêşbînî û hewldanên xwe yên ji bo pêşxistina fermandariya xwe, ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak. Hevrê Dengtav ku bi baweriyeke mezin nêzîkî taktîka tunela şer bû, bê westan û fedakarî xebitî da ku xebata di vî warî de pêş bixe û berfireh bike. Hewldanên wî, ku bi vê re jî sînordar nebûn, bandor li hevrêyên xwe jî kir û teşe da hişmendî û îradeya wan jî. Hevrê Dengtav bi van taybetmendiyên xwe jî bû fermandarekî şer ê rastîn. Şehadeta hevrêyên wî, ku ew bi wan re jiya, mil bi mil şer kir û bi hev re xeyala siberojek azad kir, bandorek kûr li ser wî kir. Hevrêyê me, her çend demekê hin zehmetiyan kişand jî, bi zanebûn ku hewce ye ew hê xurtir bersivê bide van şehadetan, vê serdemê veguherand lêhûrbûneke kûr. Hevrê Dengtav, pêşniyar kir ku perwerdehiyê bibîne da ku xwe ji hêla îdeolojîk ve bêtir xurt bike. Hevrê Dengtav, ku demekê perwerdehiya akademîk wergirt, di bingeh de ev pêvajo veguherand sedemek girîng ji bo berfirehkirina têkoşîna xwe. Roj bi roj têgihîştina xwe ya îdeolojiya Rêber Apo kûr dikir. Hevrêyê me pîvanên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de zindî dikir û wateya cîhana xwe hîn firehtir dikir.

Daxwaza hevrê Dengtav a vegera herêma Zapê piştî qedandina perwerdehiyê hate qebûlkirin. Ew derbasî herêma Zapê ku li wir xwe nas kirirbû, bi têkoşînê re bibû yek û hevrêtiyên bêhempa ava kiribû, bû. Hevrê Dengtav di sala 2022’yan de li tunelên şer ên Karker li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dagirker ên li ser herêma Zapê li ber xwe da. Di van tunelan de, ku dewleta Tirk hemû çavkaniyên xwe seferber kir, pêşengiya berxwedanek destanî kir. Dewleta Tirk ji ber ku nekarî berxwedana hevrêyên me yên li herêma Karker bişkîne, serî li rêbazên nemirovane da.  Li hemberî van êrîşan, hevrêyê me Dengtav, ku ligel hevalên xwe di tunelên şer de tevlî karwanê şehîdan bû, careke din bêhempabûna milîtaniya Apoyiyan temsîl kir. Wek hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê teqez Kurdistana azad a ku xeyala wî bû, pêk bînin.

RAPERÎN KARAZ

 

Hevrêya me Raperîn li navçeya Karaz a Amedê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêya me ji ber vê taybetmendiya malbata xwe girêdayî cewherê xwe mezin bû. Her çendî ku demekê li dibistanên dewleta Tirk xwendibe jî, zêde ji polîtîkayên qirkirinê yên sîstemê bandor nebû û nirxên xwe parast. Lewma weke kesek cewherî ma. Lê belê hevrêya me destpêkê rastiya dewleta Tirk li van dibistanan nas kir, rastiya qirkirinê ya li hemberî gelê me hîn baştir fêm kir. Hevrêya me Raperîn piştî dibistan qedand, bi malbata xwe re jiyana xwe domand. Lêgerînên wê yên ji bo jiyanê her roj zêdetir bûn. Hevrêya me ket ferqa cînayetên li hemberî jinê û zehmetiyên ku jin di nav civakê de pê re rû bi rû dimînin. Zanî ku weke objeyekê li jinê tê nêrîn û ti carî ev nêzîkatî û hewldan qebûl nekirin. Hevrêya me fikirî ku tiştên bi serê jinê tên ne qedera wan e û fêm kir ku divê li dijî vê yekê têkoşîn were meşandin. Hevrêya me jiyaneke wiha qebûl nekir û li ser vê esasê ket nava lêgerînan. Di vê pêvajoyê de eleqeya hevrêya me ya ji bo tevgera me ya azadiyê hîn zêdetir bû. Bi taybetî pêşengbûna jinê ya di nava têkoşînê de û li ser rêya azadiyê avêtina gavên girîng, pir bandor li hevrêya me Raperîn kir. Lewma hevrêya me biryar da ku di nava refên têkoşînê de cih bigire. Destpêkê li navçeya Karaz dest bi xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz kir. Hevrêya me bi van xebatan derfet dît ku têkoşîna me ya azadiyê hîn ji nêztir nas bike. Hingî ku dahûrandin û nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinê xwend, girêdana wê ya ji bo Rêbertî û têkoşînê xurt bû. Di heman demê Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku şoreşa jinê ye, bandor li hevrê Raperîn kir. Her wiha ji xizmên wê yên nêz gelek hevrêyên me tevlî nava refên gerîla bûn û li Rojava tevlî refên şoreşê bûn û şehîd bûn, vê yekê jî bandor lê kir. Li ser vê esasê hevrêya me lêgerîn û lêhêrbûnên xwe hîn zêdetir kir û fikirî ku divê bi rengekî hîn aktîftir tevlî têkoşînê bibe. Sala 2015’an di mîtîngekê de bi berdayîna dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ’ê di nava 10 hezar kesan de bombe teqand û gelek welatparêzên me şehîd bûn. Ev yek ji bo hevrê Raperîn bû xala werçerxê. Hevrêya me zanî ku êdî bi rastiya dijminekî wiha re nayê jiyîn û weke bersiva komkujiyan biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Li ser vî bingehî hevrêya me ji qada Licê berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî.

 

Hevrêya me Raperîn gihişte çiyayên ku ji zarokatiyê ve mereq dikir. Tevî ku demek kurt li qada Licê ma, li vir ji peywendiyên samîmî û dirûst ên gerîlayan û ji israra wan a di jiyana azad de bandor bû. Hevrêya me tiştên ku li vir fêr bû, kir bingehê hemû jiyana xwe ya gerîla. Piştre hevrêya me derbasî Botanê bû û di nava qadên operasyonê yên dewleta Tirk de ma. Hevrêya me Raperîn pir zû têkoşîna gerîla nas kir û her zehmetiyeke ku jiyan kir, kir zemînê têkoşîneke hîn xurttir. Hevrêya me du hefteyan li Botanê ma, li vir tecrûbeyên girîng qezenc kir û piştre ji bo xwe hîn baştir perwerde bike derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me li herêma Zapê perwerdeya şervanên nû dît û li vir bi dersên ku dîtî derfet dît ku rastiya Rêbertî hîn baştir fêm bike. Dîsa hevrêya me bi dersên dîrokî yên PKK û Kurdistanê rastiya me ya gel û di nava vê de rastiya xwe hîn baştir fêm kir. Di kesayeta xwe de li dijî taybetmendiyên xwe yên ku ji bo bicihanîna paradîgmaya Rêber Apo ya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê dibin asteng, ket nava têkoşîneke bêhempa. Hevrêya me Raperîn her roja borî di xwe de pêşketin afirand. Êdî weke jineke çiyayî û azad hîn aktîf, bi coş û kelecan tevlî têkoşînê bû. Di pêvajoya perwerdeya leşkerî de, dewleta Tirk êrîş bir ser Berxwedana Rêveberiya Xweser a li Bakurê Kurdistanê û li gelek bajaran li hemberî gelê me komkujî pêk anîn. Ev yek bû sedem ku hevrê Raperîn bi rengekî hîn aktîftir tevlî bibe. Hevrêya me xwest demildest perwerdeya xwe biqedîne û derbasî pratîkê bibe, bi hemû hêza xwe li ser perwerdeyan lêhêrbûn kir. Di pêvajoya perwerdeyê de hevrêya me bi lêhêrbûna xwe ya xurt, tevlîbûna xwe ya fedakar û dirûst ji hevrêyên xwe re bû mînak. Perwerdeya xwe bi rengekî serketî temam kir.

Piştî perwerdeya şervanên nû, hevrê Raperîn derbasî Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê bû. Li vir du salan têkoşîn meşand. Hevrêya me mîna ku xeyal dikir derfet dît ku li zinarên çiyayan têbikoşe, di her nefesa xwe ya li vir standî de azadî hîs kir. Li vê qada ku tecrûbeya xwe ya pratîk a ewilî lê jiyan kir, tiştên ku di perwerdeyê de fêr bûye xiste pratîkê. Hevrêya me bi alîkariya hevrêyên xwe jî demek kurt fêrî xebatên pratîkî bû, bi eşq û coş tevlî her xebatê bû. Lewma hevrê Raperîn zehmetî nas nekir, roj bi roj bû pispor. Sala 2016’an di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de gelek hevrêyên ku nas dikir, şehîd bûn. Hevrêya me ji van şehadetan pir bandor bû û fikirî ku divê teqez tola van hevrêyan were hilanîn. Hevrêya me dizanî ku ev jî bi mezinkirina têkoşînê dibe û li ser vê bingehê hîn zêdetir tevlî xebatên pratîk bû. Hevrêya me Raperîn gelek caran pêşniyar kir û xwest biçe qadên ku êrîşên dijmin lê dijwar in. Di vê mijarê de pir israr kir. Hevrêya me şervaneke YJA Starê ya dirûst, samîmî, bawerî û hêvî dide ye. Hevrêyên wê jê re pêşniyar kirin ku ewilî tevlî perwerdeyên pisporbûnê bibe. Hevrê Raperîn li ser pêşniyara hevrêyên xwe tevlî perwerdeyên Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed bû, li vir perwerdeyeke berfireh dît. Hevrêya me di vê taktîka ku nava têkoşîna me nû ye de, bû pispor. Piştî perwerdeya xwe qedand, xwest biçe qadên şer lê dijware û barê hevrêyên xwe sivik bike.

Hevrêya me Raperîn bi sekna xwe ya di nava jiyanê de, tecrûbeya di warê leşkerî de û bi îdîa û biryardariya xwe ya ji bo darbe li dijmin bixe, hevrêyên xwe îkna kir û li ser vî bingehî derbasî herêma Zapê bû. Hevrêya me li vir li dijî êrîşên dijmin gelek çalakî pêk anîn, her çendî ku barê hevrêyên xwe sivik bike jî ti carî xwe bes nedît. Timî xwest hîn zêdetir têbikoşe û tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne. Hevrêya me Raperîn bi taybetî sala 2021’an dema dewleta Tirk li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin, bi rengekî aktîf tevlî berxwedana li Zapê bû. Li vir di gelek çalakiyan de bi roleke aktîf rabû. Di serî de Qadên Berxwedanê yên Çemço û Werxelê, hevrêya me li gelek qadên Zapê wezîfe girt ser xwe. Li her derê bû sedem ku berxwedan were mezinkirin. Hevrêya me Raperîn bi pêşengiya YJA Starê reng da berxwedana destanî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bi sekna xwe ya di vê pêvajoyê de bû milîtaneke mînak.

Hevrêya me Raperîn 5’ê Mijdara 2022’yan li Qada Berxwedanê ya Şkefta Birîndaran di şerê li dijî dijmin de heya nefesa xwe ya dawî bi fedayiyane li ber xwe da û şehîd bû. Weke şopdarên wê em soz didin ku di şexsê wê de armanc û xeyalên hemû şehîdên xwe pêk bînin.

NÛJIYAN EGÎD

 

Hevrêya me Nûjiyan di nava malbateke welatparêz de li bajarê Tirbespiyê ya Rojava, ji dayik bû. Di hawîrdoreke welatparêz de mezin bû û di temenê xwe yê biçûk de derfet dît ku Tevgera me nas bike. Hevrê Nûjiyan, bi dilsoziya xwe ya bi nasname û kevneşopî re mezin bû û hê di zarokatiya xwe de xeyal dikir ku bibe gerîla. Hevrê Nûjiyan ji miltîhanên jin ên ku ji nêz ve nas kir û carinan bi wan re sohbet kir, bandor bû. Hevrêya me, rola ku di nava civakê de ji jinan re hatiye dayîn lêpirsîn kir û hewlda encamên zîhniyeta serdest a mêran fêm bike. Hevrêya me ku di temenek biçûk de lêgerînên wê dest pê kirin, roj bi roj xwe hîn bêtir nêzîkî Tevgera Azadiya Kurdistanê hîs kir. Hevrêya me çîrokên têkoşîna fedaiyane û qehremaniya gerîlayan a li dijî artêşa Tirk guhdarî kir û bû heyrana berxwedana gerîlayan. Bi taybetî di dema Şoreşa Rojava de, hevrê Nûjiyan derfet dît ku Partiya me ji nêz ve nas bike û ji şerê ku diqewimî pir bandor bû. Dîtina êrîşên çeteyên barbar ên DAÎŞ’ê û desteka dewleta Tirk ji bo wan li hemberî destketiyên Rojava ku Rêbertiyê me bi kedeke mezin afirandibû, biryardariya wê ya bersivdayînê xurtir kir. Ruhê seferberiyê yê Tevgera me di Berxwedana Kobanê de, parastina destketiyên gelê me û dayîna bedelên giran ji bo wê, hişt ku hevrê Nûjiyan mîna gelek ciwanên Kurd di aliyê wijdanî de lêpirsîn bike. Hevrêya me, ku bi xwe pêvajoya şoreşê jiya û dixwest xwe wekî jineke ciwan fêm bike, hewcedariya têkoşîneke mezin fêm kir û biryar da ku tevlî nava Partiya me PKK’ê bibe. Wekî jineke ciwan, wê fêm kir ku têkoşîna herî bi rûmet û watedar li dijî êrîşên dijmin, tevlîbûna nav refên gerîla ye.

 

Hevrêya me, ku di sala 2016’an de ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên şervanên azadiyê bû, serfirazî û kêfxweşiya şervanê azadiyê yê gelê me jiya. Piştî demekê li Rojava ma, hevrêya me derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li hember bedewiya xwezaya çiyayên Kurdistanê heyran ma. Hevrêya me, ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdehiya şervanên nû wergirt, zû hînê jiyana gerîla bû. Morala wê ya bilind, helwesta wê ya dîsîplînkirî û xwesteka wê ya fêrbûnê ya di dema perwerdeyê de, bala hevrêyên xwe kişand. Hevrêya me, ku di perwerdehiyê de lêhûrbûnên kûr jiyan, bi biryardariyeke mezin xwe ji bo xebata pratîkî amade kir. Hevrêya me, piştî ku perwerdehiya xwe ya şervanên nû bi serkeftî qedand, li herêma Metîna tevlî xebatên Partiyê bû. Hevrêya me tecrûbeya xwe ya ewil li vir bi dest xist. Ji bo ku di hêla leşkerî de xwe pêş bixe, hewldaneke mezin raber kir. Di ferqa êrîşên dijmin de bû û ji ber vê yekê xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş xist. Bi hevrêtiya xwe ya xurt û tevlîbûna xwe ya bi coş, zû hezkirin û baweriya hevrêyên xwe qezenc kir.Hevrê Nûjiyan, ji bo ku xwe di warê leşkerî de pêş bixe, pêşniyar kir ku tevlî perwerdehiya pisporî bibe. Dema ku di şaxên leşkerî de jêhatîbûn bi dest xist, bi dersên îdeolojîk ên ku wergirt re jî, zanînek girîng bi dest xist. Hevrêya me, parêznameyên Rêbertiya me û nivîsên li ser artêşbûna jinê xwendin, nîqaş kir û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Di pêvajoya perwerdehiyê de, hevrê Nûjiyan li ser taktîkên demê ka çawa dikare darbên xurttir li dijmin bide lêhûrbû û xwest ku biçe qadên şer.

Ji bo ku tevlî hevrêyên xwe yên ku ruhê demê temsîl dikirin û bi rengekî fedaî li hember êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didan bibe, derbasî herêma Zapê bû. Hevrê Nûjiyan bêdudilî peywirên xwe yên şoreşgerî li dijî operasyonên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2022’yan de li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dest pê kirin, bi cih anî. Hevrêya me, hem di tîmên bi tevger de û hem jî di tunelên şer de gelek ked da, her peywirê ku girt ser milên xwe bi dilsozî, dirustî û layiqî bi cih anî. Hevrê Nûjiyan di 5’ê Mijdara 2022’yan de, di êrîşa dijmin a li herêma Zapê de, tevlî karwanê şehîdan bû. Em careke din dubare dikin ku em ê rêya serketinê ya ku hevrêya me Nûjiyan ji me re vekiriye bişopînin û diyar dikin ku em bi hurmetî û minetdarî li ber bîranîna hemû şehîdên xwe bejna xwe ditewînin.

RONÎ ÇIYA ALIDAŞ

 

Hevrêyê me Ronî li bajarê Amedê ku bûye sembola berxwedanê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Ji ber ku di nava malbateke welatparêz de mezin dibe hê di zarokatiya xwe de ji Tevgera me hez dike. Hevrêyê me yê ku li gorî çand û exlaqê Kurdî mezin dibe, weke kesekî girêdayî nirxên xwe yên neteweyî mezin dibe. Hevrêyê me yê ku demekê diçe dibistanên ku bûne navenda asîmîlasyonê yên zîhniyeta dagirker, dikeve nava nakokiyan. Cudabûna zimanê derdora malbata wî û zimanê li dibistanê û bi awayekî rehet neaxivîna zimanê xwe yê dayîkê dibin sedem ku hevrêyê me dest bi lêpirsînan bike. Ji bo alîkariya debara malbata xwe di gelek karên cuda de dixebite. Di dema karkirina xwe de pê dihese ku nirxên ku bi ked û bi xwêdan eniya xwe bi dest dixe gelekî bi qîmet in. Hevrêyê me di kesayeta xwe de karektereke kedkar pêk tîne û vê taybetmendiya xwe tim û tim diparêze. Bi saya kesayeta xwe ya kamil û kedkar karî bibe kesekî ku ji aliyê derdora xwe ve gelekî tê hezkirin û jêre rêz tê girtin. Hevrêyê me ku her çend mezin dibe mereq û eleqeya wî ya ji bo Partiya me jî zêde dibe, ji hevrêyên me yên ku di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih digirin gelekî bandor dibe. Hevrêyê me hewl dide jiyan, uslûb û terzên kadroyên PKK’ê yên dibîne ji xwe re mînak bigire. Ji şehadetên di serdema Şoreşa Rojava û Berxwedana Rêveberiya Xweser de gelekî bandor dibe. Di pêvajoya Berxwedana Kobanê de ruhê serhildanê yê li Bakurê Kurdıstanê û piştevaniya dewleta Tirk a ji çeteyên DAÎŞ’ê re dibin sedem ku hevrêyê me ji lêgerînên xwe re bersivê peyda bike. Hevrêyê me yê ku di pêvajoya Berxwedana Sûrê de li Amedê ye, rastiya şerî dibîne û dixwaze ji zulma tê kirin re bibe bersiv. Di serdemeke ku dewletê bi hemû hêza xwe êrîş dikir û di pêşengtiya hevrêyê me fermandar Çiyager Hêvî-Cîhat Turkan de destan dihatin nivîsandin de biryara tevlîbûnê stand.

 

Hevrêyê me yê ku di sala 2016’an de tevlî nava refên têkoşînê dibe, her çend dixwaze bigihîje çiyayên azad jî demekê li Colemêrgê di nava xebatên YPS’ê de cih digire. Tevî ku şervanekî nû ye jî berpirsiyariyan digire û destpêkeke bihêz dike. Piştî ku demekê vê xebatê bi rê ve dibe, ji bo perwerdeya şervanê nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Hevrêyê me yê ku ji xwezaya Zagrosan a nuwaze efsûnî dibe, serbilindiya bûna li cihê xeyal dikir û şervantiya azadiya gelê me jiya. Hevrêyê me di demeke kurt de adapteyî jiyana gerîlayan dibe û bi awayekî çalak tevlî dersan dibe. Hevrêyê me yê ku ji têkiliyên hevrêtiyê hêzeke mezin digire, bi saya tevlîbûna xwe ya bi coş û moral ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hate pîrozkirin. Di pêvajoya perwerdeyê de bi saya dersên îdeolojîk û leşkerî di kesayeta xwe de hin guherîn pêk anîn. Hevrêyê me yê ku terzejiyana Apoyî esas digire û dixwaze di hemû kêliyên jiyana xwe de cih bide rastiya şehîdan, xwepêşvebirina di dersên leşkerî de esas girt. Li gel xwendina çavkaniyên Partiyê kir armanc ku xwe di warê îdeolojîk de pêş bixe. Hevrêyê me yê ku li hemberî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ênli ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dane destpêkirin, ji bo bicihanîna erkên xwe yên şoreşgerî pêşniyar dike, karî di kesayeta xwe de nûnertiya ruhê serdemê bike. Hevrêyê me yê ku li Zapê daxilî xebatên pratîkê dibe, di demeke kurt de derfeta sepandina tiştên ku hîn bûne, bi dest dixe. Sekna wî ya bibiryar a têkildarî sepandina taktîkên serdemê ya di nava tîmên bejahiyê de ji hevrêyên wî dibe moraleke mezin. Weke gerîlayekî pispor di gelek xebatan de cih digire. Di çalakiyên ku têde cih digire derbeyên mezin li dijmin dixe. Hevrêyê me dibemilîtanekî Apoyî ku têkneçûyîna îradeya Apoyî nîşanî hemû cîhanê dide. Bi saya kesayeta xwe ya kedkar û biryardariya xwe ya derblêxistina dijmin egerên erk û berpirsiyariyên xwe yên serdemê bi cih anîn.

 

Hevrêyê me yê ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê erka xwe ya dîrokî bi baweriya layîqbûna ji şehîd Cûmalî, Çavrê, Botan û Zinarînan re bi cih tîne, di 5’ê Mijdara 2022’yan de di encama êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe. Em soza xwe dubare dikin ku em ê tim û tim girêdayî bîranîna hevrêyê xwe yê xwedanê gelek pratîkên serkeftî ye, bin.

BAWER QAMIŞLO

 

Hevrêyê me li Qamişloyê weke ferdekî ji malbateke welatparêz a gelê me yê Ereb ji dayîk dibe. Ji ber ku malbata wî çanda Erebî û nirxên civakî bi awayê herî sade temsîl dike hevrêyê me Bawer jî girêdayî cewhera xwe mezin dibe. Hevrêyê me yê ku 12 salan diçe dibistanê, beşeke perwerdeya xwe li dibistanên Şoreşa Azadiya Rojava dibîne. Ji ber vê yekê bi zîhniyeteke demokratîk, wekhev û azadîxwaz mezin dibe. Hevrêyê me yê ku têkoşîna me di zarokatiya xwe de nas dike, li gel Şoreşa Azadiya Rojava rastiya Rêber Apo zêdetir nas dike. Hevrêyê me Bawer ê ku dizane şoreşa pêk hatî ji felsefeya Rêber Apo ya azadiyê îlhamê digire, dilsoziya xwe ya ji Rêbertiya me re ku ev jiyana azad diyarî wan kiriye, bihêztir dike. Hevrêyê me Bawer ê ku ji pêşketina Şoreşa Azadiya Rojava, şerên rû didin û lehengiyên ji bo parastina gelê me tên nîşandan re şahidiyê dike, weke ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê gihîşt wê hizrê ku divê ew bi xwe jî li hemberî gelên me berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Hevrêyê me Bawer dibîne ku hêzên azadiyê yênli Rojava bêyî ferq û cudahiya nasname û baweriyan bi awayekî wekhev li nêzî hemû gelan dibîn û parastina hemû gelan dikin, ji tevlîbûna ciwanên ji gelê me yê Ereb bandor dibe û digihîje biryardariya tevlîbûnê.

 

Hevrêyê me Bawer ê ku girêdayî vê yekê beşdarî hêzên leşkerî dibe, piştî perwerdeyên dibîne di eniyên şer de cihê xwe digire. Hevrêyê me yê ku di pêvajoya ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava di rojevê de ne digihîje wm hizrê ku dema bicihanîna berpirsiyariyên li hemberî gelên me hatiye û dixwaze di eniyên herî pêş de li ber xwe bide. Tevî ku ne xwediyê tecrûbeya şer e jî ji ber hişmendiya berpirsiyariyên xwe û ruhê şoreşgerî di pêşniyara xwe de israr dike. Hevrêyê me Bawer ê ku yek ji wan hevrêyên me ye ku yekem bersiv dane êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêfayî wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, bi saya cesaret û tevlîbûna xwe ya fedaiyane di demeke kurt de tecrûbeyeke girîng a şerî bi dest dixe. Di berxwedana bi rojan de li gelek eniyên Serêkaniyê cih digire û derbên mezin li dijmin dixe. Hevrêyê me Bawer, piştî pratîka rû dibe lêpirsîna wê dike û kêmasiyên di pêvajoya şerî de derketine holê tespît dike û dike nava pêvajoya kûrbûneke mezin. Hevrêyê me yê ku tevî yekem tecrûbeya wî ya şerî ye jî encamên girîng bi dest dixe û tecrûbeyan bi dest dixe, girêdayî vê yekê zêdetir giraniyê dide perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk. Hevrêyê me yê ku digihîje wê baweriyê ku divê destpêkê xwe di warê leşkerî de bigihîne asteke profesyonel, xwe di warê çekên giran de pêş dixe. Hevrêyê me Bawer ê ku di bikaranîna gelek çekên giran ê di nava şerî de girîngiya wan gelek e hîn dibe, di qada xwe de dibe gerîlayekî pispor. Hevrêyê me yê ku di heman demê de xwe di warê îdeolojiya Apoyî de jî, bi qasî rastiya Rêber Apo fêm dike eleqe û dilsoziya xwe ya ji bo têkoşîna me ya azadiyê jî zêdetir dike. Hevrêyê me yê ku digihîje wê baweriyê ku hêrsa xwe ya tolhilanînê ya li hemberî dewleta Tirk herî baş li çiyayên Kurdistanê di pratîkê de nîşan bide, girêdayî vê yekê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîlayan dibe.

Hevrêyê me Bawer ê ku beriya niha çiya nedîtibûn û derbarê jiyana li çiyayan de tu agahiyê wê nebûn, di demeke kurt de adapteyî çiyayên Kurdistanê ên ku bi îdîayeke mezin tê wan, dibe. Hevrêyê me yê ku destpêkê di warê jiyanî de li rastî hin zehmetiyan tê, digihîje wê baweriyê ku çi qasî ji çiyayan hez bike wêçiya wî ew qasî wî biparêzin û wî bidin ber dilê xwe.  Hevrêyê me Bawer ê ku ji ber vê yekê roj bi roj zêdetir ji çiyayan hez dike, ji bo ku beriya niha tevlî nava refên gerîlayan nebûye, li ber xwe ket. Hevrêyê me yê ku mereqa Zagrosan ên ku ji gotinên hevalên xwe dizane û ixwaze di kurttirîn demê de wan bibîne, dizanî ku divê beriya wê ji perwerdeyeke berfireh derbas bibe. Girêdayî vê yekê li gel perwerdeyên distîne xwe li ser felsefeya Rêber Apo zêdetir kûr dike û di kesayeta xwe de taybetmendiyên milîtaniya Apoyî pêk tîne. Hevrêyê me Bawer ê ku her çend di warê leşkerî de xwediyê hin tecrûbeyan e jî di wê baweriyê de ye ku divê xwe li ser taktîkên şerê gerîlayan de kûr bike, bi coş û xwestekeke mezin beşdarî perwerdeyên leşkerî dibe. Hevrêyê me dikare di pêvajoya perwerdeyê de di kesayeta xwe de guherînên girîng pêk bîne, bi saya taybetmendiyên xwe yên weke fedekar, jidil, durist û kedkar ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin.

Hevrêyê me Bawer ê ku li ser pêşniyara xwe derbasî Zagrosan dibe ku dîtina wan xeyala wî bû û ji bo vê yekê bêsebir dibû, li qada Zapê beşdarî xebatan dibe. Hevrêyê me Bawer ê ku bedewiyên xwezayî yên herêma Zapê û heyraniya xwe ya ji bo çiyayên biheybet bi helbestên ku dinivîse, dineqişîne, anî ziman berxwedana ji bo van bedewiyan deyn û erkeke sereke ye. Hevrêyê me yê ku şiverêyê jê derbas dibe, kaniyên li ser avê vedixwe û berxwedana gerîlayan ya wan watedar dike, dike mijara helbestên xwe, bi saya vê taybetmendiya di dilê hemû hevrêyên xwe de dibe xwediyê cihekî mezin. Hevrêyê me Bawer ê ku li ser êrîşên dewleta Tirk ên di sala 2011’an de ên li ser Avaşîn û piştre jî ên li ser Zapê di eniyên berxwedanê de cihê xwe digire, dibe yek ji wan hevrêyên ku cara ewil pêşwaziya dijmin dike û bersivê dide dijmin. Di veguherandina keleha berxwedanê ya Zapê de ku artêşa Tirk di wê baweriyê de bû ku di demeke kurt de wê derê dagir bike, bû xwediyê kedeke mezin. Hevrêyê me yê ku hem di pêkanîna binesaziya şerî de hem jî bi awayekî çalak cihê xwe di nava berxwedanê de digire, bi cesareta xwe derket pêş. Hevrêyê me Bawer ê ku dixwaze di gelek çalakiyên li hemberî artêşa Tirk de cihê xwe bigire, hêrsa dilê xwe di van çalakiyan de nîşan da û bû wesîle ku encamên girîng werin bidestxistin. Hevrêyê me ê ku di berxwedana ku di sala 2022’yan de zêdetir mezin dibe de roleke çalak dilîze, bi taybetî jî di berxwedana biheybet a Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran de dibe xwediyê kedeke mezin. Hevrêyê me Bawer ê ku di vê berxwedana ku bi awayekî fedaiyane pêş dikeve de rê nade dijmin, heya nefesa xwe ya dawîn vê sekna xwe didomîne.

Hevrêyê me Bawer ê ku di şer û pevçûnên li hemberî dijmin ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran ên roja 5’ê Mijdara 2022’yan de li gel hevrêyên xwe bi awayekî fedaiyane şer dike, tevlî karwanê şehîdan dibe û dikare erkên xwe yên şoreşgeriyê di astên herî jor de bi cih bîne. Weke hevrêyên wî em ê teqez xeyala jiyana azad û civaka azad a hevrêyê xwe Bawer pêk bînin.

DILSOZ KOBANÊ

 

Hevrêyê me Dilsoz, li Kobanê ku weke bajarê berxwedanê ji aliyê hemû cîhanê ve tê naskirin û di nava malbateke ji eşîra Şêxî de ji dayîk dibe. Ji ber ku malbata wî girêayî nirxên welatparêziyê û civakî ye hevrêyê me Dilsoz jî girêdayî vê rastiyê mezin dibe. Bi saya terbiye û exlaqê ji malbata xwe distîne, dibe zarokekî ku pir tê hezkirin. Hevrêyê me yê ku tevî neçûye dibistanê jî gelekî jêhatî ye, xwe di gelek waran de pêş dixe. Hevrêyê me yê ku hê di zarokatiya xwe de ji bo alîkariya debara malbata xwe gelek karên cuda dike, bi saya fedakariya xwe ji aliyê malbat û derdora xwe ve gelekî hate hezkirin. Hevrêyê me Dilsoz ê ku weke hemû zarokên Kurd têkoşîna me ya azadiyê ji nêz ve nas dike, bi taybetî jî ji tevlîbûna gelek xizmên xwe yên nêz a ji bo nava têkoşîna azadiyê bandor dibe û dixwaze têkoşîna me nêztir nas bike. Hevrêyê me yê ku li gel Şoreşa Azadiya Rojava rastiya Rêber Apo baştir fêm dike, pê hesiya ku şoreşa pêk hatî berhema keda Rêber Apo ya bêhempa ye. Di sala 2014’an de êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê û berxwedana hevrêyên me ya bi awayekî fedaiyane bandoreke mezin li hevrêyê me Dilsoz dikin. Şehadet û berxwedana hevrêyên me ya ji bo rûmeta gelê me û parastina pêşeroja gelê me ya bi lehengî, tevî ku hê gelekî ciwan e jî xwesteka tevlîbûna hevrêyê me Dilsoz zêde dikin. Hevrêyê me yê ku difikire ku divê teqez ji şehadetan re bibe bersiv, herçend xwest tevlî nava refên têkoşînê bibe jî ev xwesteka wî ji aliyê hevrêyên wî ve guncav nehate dîtin. Hevrêyê me yê ku kûrbûnên xwe zêde dike û xwe roj bi roj ji bo kêliya tevlîbûna nava têkoşînê amade dike, li ser êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava ku dixwest vê yekê bi destêçeteyan bike lê belê nekarî, gihîşt wê baweriyê ku êdî dema tevlîbûna nava refên têkoşînê hatiye. Hevrêyê me di pêvajoya şerê dijwar de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîlayan bû.

 

Hevrêyê me Dilsoz perwerdeya şervanên nû li herêma Garê dît, bi van perwerdeyan di nava demek kurt de fêrî jiyana çiyê û gerîlayan bû. Bi saya enerjiya ciwantiyê û tevlîbûna xwe ya bi xwestek, bi rengekî aktîf tevlî hemû xebatan bû. Bi perwerdeyên îdeolojîk hem rastiya Rêber Apo hem jî dîroka me ya têkoşînê hîn baştir fêm kir. Hevrêya me bi taybetî ji bo bigihije kesayeta milîtan ket nava hewldaneke zêde; bi lêhêrbûna xwe, ji bo xwe di felsefeya Apoyî de biguhere îradeya xurt a raber kirî û xwesteka wî ya ji bo pêkanîna vê, ji hemû hevrêyên wî re bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Dilsoz ji bo ku her hevrêyek bikeve nava heman lêhêrbûnê, hewldan raber kir. Bi vê sekna xwe bû milîtanek mînak. Dema tevlî nava refên gerîla bû, ji ber êrîşên dijwar ên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrê Dilsoz xwest di warê leşkerî de xwe pêş bixe û demildest biçe qadên şer lê dijwar e. Hevrêyê me tevlîbûneke li gorî vê lêhêrbûn û xwesteka xwe raber kir, bi baldarî û cidiyeteke mezin nêzî dersên leşkerî bû. Hevrêyê me hemû agahiyên fêrî wî hatine kirin, fêm kir û di kêliyê de xiste pratîkê. Demek kurt pêşketinên girîng bi dest xist. Hevrêyê me di heman demê de ji tecrubeyên leşkerî yên hevrêyên xwe jî sûd wergirt, êdî xwe bi temamî ji bo pêvajoyeke şerê dijwar amade hîs kir. Hevrêyê me Dilsoz bi hevrêtiya xwe ya xurt a di pêvajoya perwerdeyê de, kesayeta xwe ya gihiştî, hewldana xwe ya ji bo pêşketinê û tevlîbûna xwe ya dirûst bû milîtaneke mînak. Rêzdarî û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrêyê me Dilsoz piştî ku perwerdeya xwe bi serketî temam kir, derbasî herêma Zapê bû. Derfet dît ku dersên di perwerdeyê de dîtî, bixe pratîkê. Hevrêyê me bi taybetî ji bo biçe çeperê herî pêş bi israr pêşniyar kirin û derbasî qada Çiyayêreş bû. Hevrêyê me demekê li vir ma û tecrubeyeke girîng bi dest xist. Li bendê ma ku li dijî artêşa Tirk a komkujiyan li dijî gelê me didomîne, derbasî çalakiyan bibe. Di vî warî de hevrê Dilsoz israr kir. Bi sekna xwe ya milîtanî û pisporiya xwe ya di gerîlatiyê de hevrêyên xwe îkna kir. Dema ku dewleta Tirk sala 2021’an li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin, hevrêyê me tevlî berxwedana aktîf bû û di gelek çalakiyên li dijî dagirkeran de cih girt. Hevrêyê me Dilsoz ku milîtanekî Apoyî yê bi wêrek e, bi van taybetmendiyên xwe ji hevrêyên xwe yên çalakiyan re bû çavkaniya hêzê. Êrîşên dijmin li ser tunelên şer ên li Şkefta Birîndara pir zêde bûn, hevrêyê me xwest derbasî wir bibe û berxwedana hevrêyên xwe mezin bike. Hemû zehmetî derbas kirin û gihişte hevrêyên xwe. Hevrêyê me li Qada Berxwedanê ya Şkefta Birîndara hem ji bo pêşxistina berxwedana tunelan hem jî taktîka gerîla ya bi tevger, bû xwedî par û kedeke girîng. Ji bo vir bibe kelheke berxwedanê bi roleke xurt rabû. Hevrêyê me Dilsoz bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin bû şevtirska dijmin. Bi rûkeniya xwe, hevrêtiya xwe ya samîmî û tevlîbûna xwe ya dirûst dilê hevrêyên xwe germ kir. Di pîvanên milîtaniya Apoyî de helwestek zelal raber kir û ev yek bi rengekî sade jiyan kir. Gerîlayê HPG’ê hevrê Dilsoz ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Têkoşîna xwe ya ku bi îdîa û biryardariyeke mezin domand, li lûtkeyê temam kir.

Hevrêyê me Dilsoz 5’ê Mijdara 2022’yan li Qada Berxwedanê ya Şkefta Birîndaran a girêdayî Zapê, di şerên li dijî dijmin de heya nefesa xwe ya dawî bi fedayiyane şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû, li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya xurt hişt. Weke hevrêyên wî em soz didin ku heya em armanc û xeyalên hevrê Dilsoz pêk tînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin
Nûçeya Pişt re KNK’ê alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogûllari: Di hilbijartinan de serketina dîrokî hate bidestxistin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku tevî hemû êrîş û hîleyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora Girtîgeha Tîpa S a Kavakliyê: Êşkence, muameleya xerab û provokasyon 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Mexmûrê: Hemû hewldanên me wê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo be 

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi pêşengiya jinan bi dirûşmeya “Xurtkirina Diyaloga bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KNK’ê alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Alîkariyên gelê Rojavayê Kurdistanê gihîşt Çemçemalê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Teziya Çiya Farqîn bi rengekî girseyî hat ziyaretkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK û PDK cara 14’an li hev rûniştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?