Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Zimanê Kurdî li Baselê bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Altûn û Kaytan li Londonê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê 3 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê 3 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Her qada ku lê bûn veguherandin keleha berxwedanê û rê nedan dagirkeran."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 20 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“12’ê Îlona 2020’î li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşeke dijmin de milîtanên Apoyî yên hêja hevrêyên me Canşêr, Demhat û Şerger şehîd bûn. Em hevrêyên xwe yên şehîd bûn bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Hevrêyên me Canşêr, Demhat û Şerger ku li hemberî dewleta Tirk a mêtinger a ku êrîşî hebûna gelê me dike û li ser vê bingehê her cûre zext, êşkence û komkujiyê rewa dibîne, bi armanca misogerkirina azadiya gelê me beşdarî nava refên gerîla bûn. di jiyana xwe ya têkoşînê de hewl dan vê mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bînin. Hevrêyên me Canşêr, Demhat û Şerger ku ewladên herî bijarte yên gelê me bûn, bi hera awayî jiyana xwe fedayî têkoşîna me ya azadiyê kirin û bi vê sekna xwe bûn mînak ji ciwanên Kurdistanê re. Hevrêyên me di heman demê de bi pratîka xwe nîşan dan ku rêbaza herî bi bandor a têkoşînê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a qirker, gerîlatiya li çiyayên Kurdistanê ye û ji ciwanên Kurd hemûyan re bûn banga berxwedanê. Hevrêyên me Canşêr, Demhat û Şerger li her bihosta Herêmên Parastinê yên Medyayê xwêdan rijandin, her qad veguherandin keleha berxwedanê û rê nedan dagirkeran. Bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi tevlîbûna xwe ya ji dil û durust weke milîtanên Apoyî yên mînak cihê xwe di nava dîroka me ya têkoşînê de girtin û em soz didin ku em ê xeyalên wan teqez pêk bînin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Canşêr, Demhat û Şerger em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê li Kurdistana Azad hesret û bîranînên van milîtanên hêja yên Apoyî bidin jiyîn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Canşêr Arnos
Nav paşnav: Sedat Atilgan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Nûriye-Şemsettîn
Dem û cihê şehadetê: 12’ê îlona 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Demhat Licê
Nav paşnav: Mîran Şahînlî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Mehtap-Abdî
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Îlona 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şerger Amed
Nav paşnav: Hasan Oz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sûltan-Zekî
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Îlona 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

CANŞÊR ARNOS

Hevrêyê me Canşêr li navçeya Miks a Wanê ji dayik bû. Hevrêyê me li cihekî weke Miksê mezin bû ku çanda Kurdîtiyê lê xurt e, bi kok û dîrokî ye. Weke kesayetekî dilsozê nirxê Kurdîtiyê mezin bû. Bi terbiyeya ji malbatê wergirtî li derdorê dihate hezkirin. Hevrêyê me Canşêr demeke kurt çû dibistanên sîstemê, kiryarên dewleta Tirk qebûl nekir û dest ji dibistanê berda. Ji bo karibe tevkariyê li aboriya malbata xwe bike ked da. Hevrêyê me di temenekî zû de ked nas kir û bû xwedî kesayetiyeke têgihiştî. Her ku temenê wî mezin bû, zext û zilma dewletê hîn baştir dît û kete nava lêpirsîneke kûr. Xwest bersivê ji nakokiyên xwe yên li ser jiyanê peyda bike. Ji lehengiyên di şerê li Kurdistanê de hêzeke mezin wergirt. Di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî de ji ber çalakiyên serketî û berxwedana destanî xwest tevlî nava refên gerîla bibe, lê belê neçar ma ku vê armanca xwe taloq bike. Piştî ku gihîşt temenekî ku karibe wezîfeyên gerîlatiyê bi cih bîne, xwest armanca xwe ya tevlîbûnê pêk bîne. Hevrêyê me Canşêr destpêkê beşdarî nava karên ciwanên şoreşger bû û derfet bi dest xist ku tevgera me hîn baştir nas bike. Di vî karî de exlaqê partiya me wergirt. Bi lîstikên dijmin zanîbû ku dixwaze ciwanên Kurdistanê ji cewhera xwe qut bikin û dejenere bikin, lewma hîn bi xurtî kar meşand. Hevrêyê me Canşêr fêhm kir ku tevgera me hêviya gelên bindest hemûyan e û li dijî her cûre ferasetên desthilatdarîperest têdikoşe, lewma biryara tevlîbûnê da û bi hesasiyetkee mezin karên xwe pêk anî. Li hemberî qirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê ya li Rojhilata Navîn bi taybetî ya li hemberî gelê Kurdistanê bêdeng nema û lêgerînên xwe hîn kûr kir. Şehadeta hevrêyên me yên di têkoşîna destanî ya li dijî DAÎŞ’ê de tevlî nava karwanê şehîdan bû, gelekî bi bandor bû. Di pêvajoya Berxwedana Kobanê de weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet tevlî nava refên berxwedanê bû û bi vê têgihiştinê berê xwe da çiyayên azad.

Hevrêyê me Canşêr sala 2014’an di ser Bakurê Kurdistanê re tevlî nava refên gerîla bû û li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî nava perwerdeya destpêkê bû. Hevrêyê me ku li gund mezin bû û xwedî kesayetiyekî sade bû, zû hînî jiyana gerîla bû. Di perwerdeyan de li her tiştî pirsî û di kesayetiya xwe de guhertin çêkir. Bi saya daxwaza xwe ya hînbûnê ya li perwedeyê û armanca xwe ya bûyîna gerîlayekî şareza, bû mînaka şênber ku di demeke kurt de çawa dikare bibe şervanekî serketî. Hevrêyê me Canşêr bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand û derbasî qada pratîkê bû, xwest hemû detayên jiyana gerîla hîn bibe. Hevrêyê me ji hevrêtiya jiyana gerîla hêzeke mezin wergirt û her roj li ser jiyana gerîla tiştên nû hîn bû. Xwest derbasî qada pratîkê bibe û hem ji aliyê şarezatiya leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bibe. Bi saya israr û hewldana xwe di dilê hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî. Hevrêyê me Canşêr ku di têkiliyên hevrêtiyê de bi kesayetiya xwe ya kedkar dihate naskirin, li her qada ku lê dima, wezîfe bi rengekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me bû xwedî tecrûbeya pratîkî û şarezatiya leşkerî û li djî konsepta êrîşê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabû. Hevrêyê me derbasî herêmên şerê giran bû ku ji bo gerîla qadeke mezin a têkoşînê bû û beşdarî gelek karî bû. Dilsoziya wî ya bi şehîdan re û biryardariya li ser armanca xwe jê re bû alîkar ku wezîfeyên gelekî zehmet jî bi cih bîne. Tevlî gelek karî bû, ked da, bi saya fedakarî, hevrêtiya xwe ya xurt û biryardariya xwe ya lêdana derbê ya li dijmin li her qadê bû milîtanekî Apoyî yê mînak.

Hevrêyê me Canşêr sekneke li gorî duhê demê di kesayetiya xwe de temsîl kir û weke milîtanekî Apoyî di êrîşa dijmin a 12’ê Îlona 2020’î de tevlî karwanê şehîdan bû. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyê me Canşêr ji me re hiştiye bi serketinê tacîdar bikin û bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna hemû şehîdan ditewînin.

DEMHAT LICÊ

Hevrêyê me Demhat li bajarê Amedê ji dayik bû ku ji bo têkoşîna me gelek berdêl da û ji bo dîroka gelê me bi mîsyona xwe ya dîrokî tê naskirin. Ji ber ku derdora wî ya nêz welatparêz û dilsozê nirxên azadiyê bû, hevrêyê me bi rengekî dilsozê cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me bi dilsoziya bi kevneşopî û hişmendiya welatparêziyê ya kûr mezin bû, di salên dibistanê de kete nava nakokiyan. Bû heyranê gerîla ku lehengê berxwedana destanî ya şerê li Kurdistanê ye. Di temenê ciwantiyê de ji bo karibe bersivê ji nakokiyên xwe yên dema zarokatiyê re bibîne lêgerînên xwe xurt kir. Weke şahidê zilm û êşkenceya dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê me, her tim kete nava lêpirsîna wijdanî. Di salên ciwantiyê de xwest bersivê ji lêgerînên xwe re bibîne. Hevrêyê me Demhat ji bo bersivê bide pirsgirêkên civakî yên gelê me, bi berpirsyariya wezîfeyên xwe yên civakî rabû. Hevrêyê me zanîbû ku tenê bi tevlîbûna li nava PKK’ê ku yekane hêza azadiyê ya gelê me ye, dikare bi cih bîne, lewma bi rengekî bê sebir li benda wê rojê ma ku tevlî nava refên gerîla bibe. Li dijî konsepta êrîşê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê me û tevgera me, xwest beşdarî nava berxwedana li Kurdistanê bibe. Ji têkoşîna milîtanên Apoyî yên ku li Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê destan nivîsandin, hêz wergirt û lêgerînên xwe yên ji bo tevlîbûnê xurt kir. Di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de piştî berxwedana li Sûrê ku bi pêşengiya hevrêyê me Şehîd Çiyager Hêvî – Cîhat Turkan hate kirin û derbeke mezin li dagirkeran xist, biryara tevlîbûnê da. Hevrêyê me Demhat xwest tevlî nava wan hevrêyên me bibe ku her cûre êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi rêbaza fedaî ya Apoyî têk birin û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin. Bi vê biryardariyê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Di demekê de ku şer giran bû û dewleta Tirk a faşîst bi hemû hebûn û derfeta xwe êrîşî tevgera me dikir, hevrêyê me Demhat gihîşt wê baweriyê ku dem hatiye tevlî nava refên gerîla bibe, wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bîne û sala 2015’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Demhat ku li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, piştî demeke kurt derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji germahî û eleqeya li nava gerîla hêzeke mezin wergirt û beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû. Di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û şert û mercên zehmet ên çiyê bû û di perwerdeyê bi pêş ket. Bi dersên wergirtî ji her alî ve xwe kûr kir. Bi taybetî di dersên îdeolojîk de tiştên ku hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir û hewl da her derê bike qada perwerdeyê. Di dersên leşkerî de li ser taktîkên demê kûr bû ku her cûre êrîşên dijmin pûç bike. Weke gerîlayekî şareza û serketî ji dewreya perwerdeya şervanên nû mezûn bû û tevlî nava karên pratîkî bû. Hevrêyê me di vê demê de tecrûbeya xwe ya destpêkê ya leşkerî bi dest xist û bi tevlîbûna xwe ya bi moral a li nava jiyanê her wezîfe bi rengekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me Demhat ku bi giraniya pêvajoyê zanî bû û ji bo pûçkirina her cûre êrîşên dijmin kûr dibû, xwest bibe gerîlayekî pispor. Weke gerîlayekî azadiyê ji bo bersivê bide pêvajoya şerê giran, pêşniyar kir ku derbasî perwerdeyên pisporiyê bibe. Piştî ku pêşniyara wî hate qebûlkirin hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de li ser taktîkên demê û materyalên partiyê kûr bû û xwest, bersivê bide bendewariyên pêvajoyê. Hevrêyê me Demhat bi daxwaza xwe ya di dersên leşkerî de û israra xwe ya ji bo pêkanîna armancên xwe li nava dilê hevrêyên xwe bû xweedî cihekî û weke gerîlayekî profesyonel derbasî qada nû ya wezîfeyê bû. Ji bo bicihanîna taktîkên gerîla yên hîn bû, bi israr xwest derbasî qada şerê germ bibe. Li hemberî operasyonên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyê me Demhat xwest wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne û di gelek karan de bi rola xwe rabû. Hevrêyê me ku bi kar de bi fedakarî û dilnizmiya xwe dihate naskirin, wezîfeyên demê bi rengekî hêja bi cih anî.

Hevrêyê me Demhat ku bi kesayetiya xwe ya sade, dilnizm û fedakar li ser xeta fedaîtiyê meşiya, 12’ê Îlona 2020’î li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku Kurdistana azad pêk bînin ku xeyala hevrêyê me Demaht bû û xwedî li bîranîna hemû şehîdan derkevin.

ŞERGER AMED

Hevrêyê me Şerger li bajarê qedîm ê Kurdistanê li Amedê ji dayik bû. Ji ber ku bajarekî cihê berxwedana dîrokî û welatparêziya kûr e, hevrêyê me jî di temenekî zû de gerîla nas kir û bû xwedî sempatî. Hevrêyê me ku di salên zarokatiyê de têkildarî bûyerên civakî yıên li derdora xwe baldar bû, rastiya dijmin zû nas kir. Piştî ku 8 salan çû dibistanên dijmin ku navendên yektîpkirinê ne, dest jê berda û xwest tevkariyê li têkoşîna jiyanê ya malbata xwe bike. Hevrêyê me Şerger ji şehadetan û berxwedana gerîla gelekî bi bandor bû û xwest bibe gerîla. Mîna her ciwanekî Kurd ê ku zilma dijmin a li gelê me dibîne, ji aliyê wijdanî ve kete nava lêpirsînê. Gihîşt wê baweriyê ku li hemberî neheqiyên têne kirin divê bi rengekî çalak têbikoşe. Weke her ciwanekî Kurd ê welatparêz di asta xwecihî de tevlî kar bû. Li gel vê yekê ji bo karibe piştgiriya aboriyê li malbata xwe bike di gelek karan de xebitî. Jiyaneke dûrî ji kedê bê wate dît û li gorî vê yekê tevgeriya. Li hemberî êrîşên tasfiyeyê yên dewleta Tirk a dagirker ku di bin navê ‘Plana têkbirinê’ de li dijî tevgera me da destpêkirin, kete nava lêpirsînên kûr. Hevrêyê me di Berxwedana Xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê de fêhm kir ku li dijî dewleta Tirk a mêtinger ku komkujiyê li gelê me dike divê têkoşîneke çalak bê meşandin û bi vî rengî tevgeriya. Şahidî ji berxwedana dîrokî ya li Sûrê re kir ku dewleta Tirk bi hemû hebûn û teknîka xwe êrîş kir. Ji lehengiyan hêzeke mezin wergirt. Fêhm kir ku tenê li nava refên azadiyê dikare bersivê ji lêgerîn û nakokiyên xwe re peyda bike û bi vî rengî biryar da ku tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bibe.

Sala 2017’an di demekê de ku şer giran bûbû, hevrêyê me Şerger tevlî nava refên gerîla bû û bi îdîaya bicihanîna wezîfeyên xwe yên dîrokî gihîşt çiyayên azad, beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû. Ji jiyana komunal û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bi bandor bû. Hevrêyê me bi coş û moraleke mezin tevlî perwerdeyan bû û zû bi pêş ket. Bi dersên îdeolojîk ên wergirtî kete nava kûrbûnên xurt. Di dersên dîroka Kurdistanê û dîroka partiyê de ji lehengiyên di dîroka me de bi bandor bû û xwest di kesayetiya xwe de guhertinên xurt pêk bîne. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi daxwaz a li nava jiyanê û hewldana sûdwergirtina ji tecrûbeyên hevrêyên xwe, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Bi hêza di perwerdeya şervanên nû de wergirtî bû gerîlayekî serketî û gihîşt wê astê ku derbasî qadên pratîkê bibe. Li gel ku gerîlayekî nû bû xwe ji bo Zagrosan pêşniyar kir ku qadeke ji şert û mercên zehmet ên xwezayî ye. Li qada ku lê dima pratîk kir û bû xwedî tecrûbeyên leşkerî û jiyanî û xwe ji wezîfeyên herî zehmet re pêşniyar kir. Bi cidiyet û hestiyariyeke mezin nêzî karên perwerdeyê bû û ji aliyê îdeolojîk ve xwest bibe xwedî danheviyê. Piştre kete nava lêgerîna wê yekê ku derbasî qadên şer bibe, ji aliyê leşkerî ve jî derbên mezin li dijmin bixe û hem di nava tîmên li qadê hem jî pêvajoya amadekariya şer de gelek kar kir. Kesayetiya wî ya sade û durust kir ku li nava hevrêyên xwe bibe cihê hurmetê. Di demeke kurt de cihek nehişt ku neçû, tevlî her karî bû û ji bo derbê li dijmin bixe timî xwe kûr kir, xwe gihand wê astê ku bi berpirsyariyê rabe. Bi kesayetiya xwe ya têgihiştî û dilnizm bû gerîlayek ku her tim çareseriyê biafirîne. Di pêvajoya amadekariyê de ku lingekî herî girîng ê şer e, bi rengekî çalak tevlî bû. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi têgihiştineke dîrokî tevgeriya. Ji bo karibe tola kiryarên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a mêtinger û dagirker a di pêvajoya Berxwedana Sûrê de kir hilîne, hevrêyê me Şerger tevlî gelek çalakiyên serketî bû. Hevrêyê me hêrsa xwe ya li hemberî dijmin her carê mezin kir û di bicihanîna taktîkên demê de ji hevrêyên xwe re bû alîkar, bû yek ji parêzvanê xurt ê pîvanên partiya me. Hevrêyê me Şerger bi vê sekna xwe weke milîtanekî Apoyî navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsî.

Hevrêyê me Şerger ku li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê, lêgerîna xwe ya heqîqetê ya ku li Bakurê Kurdistanê destpê kir, li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihand asta herî bilind. Hevrêyê me Şerger 12’ê Îlona 2020’î li gel hevrêyên xwe Canşêr û Demhat dema ku bi erka xwe radibû di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Şerger ji bo azadiya gelê me ji bo têkiliyekê jî teredût nekir. Em soza xwe dubare dikin ku li Kurdistana azad xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Şerger derkevin û têkoşîna ku wî ji me re hiştiye bi ser bixînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ciwan 4 roj in li dijî dagirkeran li ber xwe didin
Nûçeya Pişt re Di êrîşên dewleta Tirk de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 15’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

DEDAŞ’ê bi ser gund de girt û gefa qutkirina elektrîkê xwar

DEDAŞ li Kurdistanê bûye yek ji amûrên zordariyê ya dewleta Tirk. DEDAŞ’ê li navçeya Bismil…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Newroza Stenbolê de beyana îradeyê: Em bi Rêber Apo re ne

Kurdan di Newroza Stenbolê de careke din dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û Tevgera…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?