Duşem, 29 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Gefa DAÎŞ û avaniyên weke wê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê banga beşdarbûna mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di operasyona DAÎŞ’ê de 3 polîsan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekmen: Divê zemînekî siyasî ku hiqûq û demokrasî derkeve pêş were amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Yalovayê operasyona li dijî DAÎŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, şer dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê protestoyên li dijî bêdaletiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ezîze Muradiyan 8 roj in di greva birçîbûnê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhedê banga ji bo mîtîngê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdîn û Şirnexê rê hatin girtin: Xwendekar asê man

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê ji bo diyarkirina aqûbeta Heval Şahîn bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Lolanê 21 kes ji ber berfê winda bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê Armanc Azadî bi hurmet bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê Armanc Azadî bi hurmet bi bîr anî

HPG'ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir û got, "Hevrêya me Armanc wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn û pêşengiyê ji hevrêyên xwe re bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, fermandara fedaî hevrêya me Armanc ku bi lehengî li Tunela Şehîd Pîrdogan berxwedaneke dîrokî kir, di 29’ê Kanûna 2024’an de şehîd bû.

Hevrêya me Armanc li dijî êrîşên pergala kapîtalîst û dewleta serweriya mêr ku ji bo jinê jiyaneke ji mirinê xiraptir rewa dibîne, tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû ku navnîşana jiyana azad û bi rûmet e. Ji destpêkê ve tevlîbûna fedayî ya li ser xeta şehîdan kir armanc. Hevrêya me Armanc ku bi baweriya xwe ya kûr a ji bo felsefeya azadiyê ya Apoyî xwe ji nû ve afirand û bû xwediyê têkoşînekî bêyî navber, bû nûnera jina azad a zana, rêxistinkirî û jiyanê li ser xeta azadiyê afirand. Bi kesayeta xwe ya dirust, jidil, zîrek, wêrek û hiperaktîf, wekî fermandarekî YJA Starê ya mînak û mîlîtana fedayî ya Apoyî bi fedayiyane tevlî têkoşîna salên dawî bû. Wekî jinekî Kurd a azad bi îradeya jinê ya têknaçe ya di kesasyeta xwe de nîşan kir, hem hişt ku berxwedana li Tunela Şehîd Pîrdogan têkneçe û hem jî wekî fermandara Hêzên Taybet navê xwe li dîrokê neqşand.

Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Armanc em sersaxiyê ji gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û li pêşberî bîranîna hêja ya şehîda xwe ya leheng bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.

Agahiyên nasnameya hevrêya me ya şehîd bûye bi vî rengî ne:

Nasnav: Armanc Azadî 
Nav û paşnav: Şehrîban Alturk 
Cihê jidayikbûnê: Şirnex 
Navê dayik û bav: Besîme – Abdullah 
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Kanûna 2024’an/Zap 

Hevrêya me Armanc ku bû yek ji milîtanên nebez ên xeta fedayî ya Apoyî, li navçeya Qileban a Şirnexê di nava derdorekî welatparêz a ji eşîra Goyî ya qedîm ji dayik bû. Hevrêya me ku ji zarokatiya xwe ve bi dilsoziya li çanda xwe ya bi kok mezin bû, bi exlaq û kesayeta wergirtî şêwe girt. Wisa bû ku dema malbata wê piştre koçberê Dîlokê bû û li wê derê di nava derdorekî cuda de mezin bû jî, her tim dilsozê cewhera xwe ma. Bi taybet bi vegotinên dayika xwe hezkirina welat a di dilê xwe de, zimanê Kurdî û dilsoziya xwe ya bi çanda xwe re her tim parast. Tevî hemû polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê têkoşiya. Hevrêya me di vê wateyê de hemû dezavantajan kir sedema têkoşînê û bi vî rengî bingehên kesayeta xwe ya serhildêr, berxwedêr û têkoşer avêt. Ji ber welatparêziya malbata xwe girêdayî têkoşîna ku li Kurdistanê dewam dike, jiyan kir.  Bi taybet pir ji şehadet û pêşangiya mamê xwe, hevrêyê me Şehîd Harûn  (Faîk Alturk) a di nava refên gerîla de bandor bû. Hevrêya me ku ji ber têkoşîna destanî ya hevrêyê me Şehîd Harûn serbilind bû, kete nava lêgerînê ku bibe layiqê vê heqîqetê. Hevrêya me Armanc ku ciwanek zîrek bû, li zanîngehê beşa bijîşkî qezenc kir û ji bo ku bibe bijîşk çû Wanê. Hevrêya me li Wanê jî lêgerîna xwe ya azadiyê domand, li vê derê zêdetir bi rastiya Kurd û Kurdistanê re rû bi rû ma. Ji ber ku gelê me li hemberî hemû êrîşên dijmin bi berxwedanekî têknaçe têkoşiya û tevî zext û êşkenceyan ji helwesta xwe tawîz neda, ev yek bandorekî mezin li ser hevrêya me Armanc kir. Li aliyekî serbilindiya bûyîna ferdek a gelekî wiha jiyan kir û li aliyekî jî kete nava lêgerîna bûyîna layiqê vê rastiya gel. Hesta tolhildanê ya hevrêya me Armanc bû yek ji faktorên ku beralî armancekî diyar bibe. Bi taybet di komkujiya Roboskiyê de qetilkirina bi dehan zarok û ciwanên ji eşîra Goyî û parastina kujeran ji aliyê dewletê ve, dîsa helwesta cudaker û faşîzan a dewleta Tirk ya di erdhêja Wanê de ku heman salê pêk hat, ji bo hevrêya me bû sedemên herî girîng. Hevrêya me ku di vê pêvajoyê de bi lêhûrbûnên xwe di rastiya pergala kapîtalîst û pirsgirêkên jinan de bû zêdetir bû xwedî hişmendî, van jî kir sedema têkoşîna xwe. Tevlîbûna li nava PKK’ê wekî helwestekî herî bi rûmet û aqilane nirxand. Hevrêya me Armanc li ser vê bingehê di sala 2014’an de Fakulteya Bijîşkî di refa çaran de hişt, da pey şopa mamê xwe Şehîd Harûn û berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

Hevrêya me Armanc ku perwerdehiya şervanên bû li Zagrosan dît, zû ferî jiyana gerîla bû ku bi îdiayên mezin tevlî bû. Di encama perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî de diyar kir ku ew di PKK’ê de azadî û hezkirinê dîtiye. Di nirxandinekî xwe de wiha dibêje, “Ez di nava PKK’ê e gihiştim hemû hêstên pîroz ku min nêbûna wan hîs dikir. Ji ber vê girêdanbûna min a ji bo çiya û jiyanê roj bi roj zêdetir bû.” Hevrêya me Armanc ku dizanîbû gelê me ji pêvajoyekî dîrokî derbas dibe, wekî milîtana Apoyî xwest erkên xwe yên demê bêyî kêmanî bi cih bîne. Bi vê daxwazê armanc kir ku ewilî xwe di qada leşkerî de pêş bixe û bibe gerîlayek şaraza. Li ser vê bingehê tevlî perwerdeyên dibîstanên operaasyonê bû û ji bo ku xwe bigihîne vê armanca xwe ked da. 

Hevrêya me Armanc her ku rastiya Rêber Apo û têkoşîna me nas kir, xwest asta tevlîbûna xwe mezintir bike û di vê aliyê de kete nava lêgerînan. Di encama vê de biryara tevlîbûna li Hêzên Taybet da û xwest di xeta fedayîtiyê de tevlî têkoşînê bibe. Bi vê armancê di sala 2015’an de tevlî perwerdeyên Hêzên Taybet bû. Bi perwerdeyên wergirtî, rastiya fedayîtiyê ya têkoşîna me ya azadiyê, di şexsê hevrêyên me yên şehîd de zêdetir fêm kir û hewl da di kesayeta xwe de guhertinên bi kok çêbibe. Bi saya kesayeta xwe ya cewherî û fedayî, zû ferî tîştên dihatin hînkirin bû û di demekî kurt de pêşketinên girîng çêkir. Hevrêya me Armanc ku bi taybet di femkirina îdeolojiya azadiya jinê û afirandina rêgezên jina azad di kesayeta xwe de israrker bû, bi ked û hewldana xwe rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêya me ku rewşa koletiya jinê ya di nava pergala kapîtalîst de ferq kir û analîz kir, lêhûrbûnên xwe yên di vî aliyê de kûr kir. Hevrêya me ku li çiyayan û dûrî pergala kapîtalîst derfet dît ku bi tendurist lêhûrbûn bibe, li dijî bandorên pergalê ya li ser kesayeta xwe têkoşiya. Bi vî rengî nasnameya jina azad bi layiqî di kesayeta xwe de temsîl kir.

Hevrêya me Armanc ku piştî perwerdeyên xwe bi serkeftî temam kir, di gelek qadên têkoşînê de û xebatên stratejîk ên girîng de cih girt, bi tarza xwe ya disiplîn û encamgir kedekî mezin da û hişt ku encamên girîng werin girtin. Lê hesta tolhildanê û hêrsa xwe ya li dijî dijmin, xwest di qada şer de bi xwe bixe pratîkê. Ji ber vê yekê xwest derbasî qadên ku şer lê giran e bibe. Hevrêya me Armanc ku di pêvajoyekî ku êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bû de derbasî Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû, bi lez tevlî xebatên li vir bû. Hevrêya me ku ji perwerdeta hevrêyên xwe heta çêkirina tunelên şer di her xebatê de cih girt û hewldanekî mezin da, bû xwediya helwestekî li gorî mîsyona pêşengiyê ya YJA Starê. Jiyana azad û şerkirina rast fêrî hevrêyên xwe kir, kedekî mezin da û bi gavên bawer ber bi bûyîna yek ji fermandarên fedayî yên Apoyî ku serkeftînê tînin, meşiya. Dema artêşa Tirk di Tîrmeha 2022’an de êrîşî tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kir, dest bi pêşengîkirina berxwedanê kir. Hevrêya me Armanc bû yek ji fermandar û qehremanên pêşeng a destana ku li vir hat nivîsandin û karî ku bi performansaya xwe ya mezin, meziyetên xwe yên fermandariyê, fedakarî û helwesta xwe ya zelal a di fedayitiya Apoyî de artêşa Tirk rawestîne. Di heman demê de bû fermandek ku di aliyê taktîkî de artêşa Tirk asê kir û hemû êrîşên wî yên li dijî mirovahiyê yên bi çekên kîmyewî, bombeyên nukleer, teqemenî û her curê çekan têk bir. Li aliyekî hêz da berxwedana li tunelên şer li aliyê din jî rasterast bi hevrêyên xwe yên ku di pêvajoya şer de birîndar bûn û nexweş ketin re eleqeder bû. Bi saya kêrhatiyên xwe yên di bijîşkiyê de gelek hevrêyên xwe ji şehadetê rizgar kir. Bû xwediya kedên mezin ku berxwedana Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê heta roja me ya îro dewam bike. Hevrêya me Armanc ku baweriya wê ya serkeftinê di asta herî bilin de bû û li gorî vê pratîkê kir, bi morala xwe ya bilind, kesayeta xwe ya hiperaktîf, karekterê xurt, tevlîbûna cewherî û hevrêtiya jidil ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û îlhamê. Bû fermandarek ku artêşekî bi deh hezaran ku bi her curê çekan hatiye rastin, bi salan di mewziyekî de rawestand û bi vî rengî navê xwe li dîrokê nivîsand. Hevrêya me Armanc têkoşîna xwe ya azadiyê ya pîroz ku bêyî navber meşand, roja 29’ê Kanûna 2024’an bi şehadeta xwe tacîdar kir. Hevrêya me Armanc wê her tim bi kenê xwe ya bedew, îradeya xwe ya têknaçe û helwesta xwe ya qehremanî were bibîranîn, her tim di têkoşîna me de be û pêşengiya me bike. Em di şexsê hevrêya xwe Armanc de carekî din soz didin ku em ê girêdayî bîranîna şehîdên xwe bin û xeyalên wan teqez pêk bînin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mûînî: Di vê pêvajoya dîrokî de divê hêzên Kurd bi hev re tevbigerin
Nûçeya Pişt re Îsraîlê bi 40 balafiran bombe kir, DYE amadekariya êrîşê dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Brukselê çar rojên ji çanda Kurd

Hefteya Çanda Kurd a 8'emîn piştî çalakiyên çand û hunerî yên 4 rojan bi şahî…

Ji aliyê Stêrk TV

Fransa: Têkoşîna birêxistinkirî ya jinan wê aştiyê bîne cîhanê

Bi hezaran jinên ku li Fransayê beşdarî çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar…

Ji aliyê Stêrk TV

TEV-DEM’ê ji bo Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir

Endamên Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê, li Kobanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê protestoyên li dijî bêdaletiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ezîze Muradiyan 8 roj in di greva birçîbûnê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Serhedê banga ji bo mîtîngê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mêrdîn û Şirnexê rê hatin girtin: Xwendekar asê man

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?