Wateya hebûnê ya ku bi awayê herî çeleng, zerîf û bi kok xwe di nav mirovahiyê de bi cîh kiriye û ava kiriye, huner e. Mirovahî bi hunermendane çîroka xwe girtiye dest. Li ser dîwêrên şikeftan, şikêran, kevir û heriyê û her wiha li ser bedena xwe, vê destgirtina mirovahiyê honandiye. Di serpêhatiya givrokbûna xwe û şun de mirovahî bi bedewiyê xwe ava kiriye. Bedewî hevalbenda herî qedîm a çîroka me ye. Peydakirina bedewiyê û bi bedewiyê wate li hebûna xwe barkirin serpêhatiya me ya herî kevnare.
Pirsa qedîm a di vê serpêhatiyê de ev e; bê gelo hunera me ji bo pêkanîna çi ye, her wiha ferqa wê çi ye? Em hemû jî dizanin bê çand û huner çi ava dike, çawa bandor dike û di heman demê de jî çawa weke çekek li hemberî civak û tak tê bikaranîn. Di hêla çand û hunerê de tu tiştekî bê wate nîne. Her tiştek wateyekê li xwe bar dike. Li gorî vê barkirina hêza wateyê gelekî grîng e. Em bi barkirina wateya xwe ferqa xwe ya herî mezin jî ava dikin.
Lê di heman demê de, weke jin ev wateya vê serpêhatiyê, ferqekê di nav xwe de dihewîne. Wateya hunerê weke jin xwe gihandina kokên xwe, hebûn, civaka xwe û azadiyê ye. Wateya me dîtina me ya ji bo jiyanê ye û bi rêbazê hunerê bilêvkirina heqîqetê ye. Hevsengiya hest û mejiye. Her wiha dîtina bedewiyê û çêkirina wê ye. Ku ev taybetmendî bêtir aîdê hebûna jinê ye ku weke hêza newayê, bikaranîna zimanê helbestî ji hêla jinê ve pêş ketiye. Heke em di vê mijarê de, berê xwe bidin Rêber APO ku di dibêje; ‘Huner weke şêwazekê heqîqetê bi hişmendiya ol û mîtolojiyê re di nav peywendiyeke şidiyayî de ye. Weke muzîk û xêz dixwaze wateyê pênase bike. Lêkolînkirina wateya ku li muzîkê, li wêne û peyker hatiye barkirin, xebateke gelekî grîng a heqîqetê ye.’ vê peywendiyê pir baş tîne ser ziman
Bi wateya xwe ya hişmendî, xebatên çand û hunerê xebatên gelekî binyadî yên inşaya takekes û civakê ne. Bi hêza xuliqdariyê avakirina civak û takekes, sepandina herî xwirt a çand û hunerê ye. Û ev xuliqdarî jî herî zêde weke hebûn bi jinê re di nav ahengekê de ye. Jiyana ku bi hebûna jinê tê pênasekirin, vê xuliqdariyê digihîne asta herî bilind. Lê di rastiya heyî de dema ku em lê mêze dikin, mesafe herî zêde di navbera jin û çand û hunerê de pêş ketiye. Jina ku avakara hunerê ye, di roja me ya îro de êdî ne weke kirdar û xuliqdara hunerê lê weke amûra hunerê bicîh kirin êrîşeke pir dijwar a li ser hebûna jinê ye. Ev yek ji derveyê xwezayê ye. Ji bo vê bi taybetî li derdora jinê pêkanîna rêxistinkirina xebatên çand û hunerê, wê bi xwe re formekî cewherî bîne. Bi taybetî parvekirin û bihêzkirina derfetên ku jin bikaribin berhemên xwe, xeyal û hewildanên xwe pêk bînin gelekî grîng e. Di vê mijarê de tişta ku herî zêde zemîna me xwirt bike di vê qadê de didara jinan bi xwe ye. Serpêhatiya me ya herî bedew a bi xeyalê azadiyê dagirtî bi jinê re bedewtir dibe.