Hunermendên Hunera Mizgîn û Tev-Çandê hunermend Bavê Teyar (Cuma Xelîl) ê li Tişrînê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû,bi bîr anîn û bang li hemû hunersaz, rewşenbîr, ronakbirên ku rastiya gelê xwe re yekbûne kirin ku vîna şehîdên Bendava Tişrînê veguherînin hemû qadên têkoşînê û xwedî li Rojava derkevin û wiha gotin: “Çi dibe bila bibe em ê xwedî mîrasa şehîdan derkevin û hunerekî li gor rastiya wan bişopînin.”
Daxuyanî bi vî rengî ye:
Îro Rojhilata Navîn de şerê man û nemanê li gelan tê ferzkirin. Yek jî wan gelan gelê Kurd e ku sedsalekî şer û polîtîkayên komkujiyê re neçar tê hiştin. Rexmî hemû pêkanînên tunekirinê jî bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ve 50 sal e ku nirxên hebûn û azadiyê li cîhanê berbelav dike. Ji ber vê yekê îro bi pêşengtiya dagirkeriya komara Tirkiyeyê hemû eniyan de hebûna gelê Kurd tê hedefgirtin. Di Rojava de ew pêkanîn her roj di astek herî dijwar de xwe nû dike. Neqebûlkirina faşîzma Tirkiyeyê ya li ser gelê Kurd û taybetî jî statuya Kurd a Rojhilata Navîn hemû qirkerên dîrokê pey xwe dihêle. Nîşaneya vê yekê ya herî berbiçav jî bi hilweşandina rejîma Baasê ve tifaqa bi çeteyan re ye ku her roj êrîşkariyek bênavber di rastiya Bendava Tişrîn de li ser Rojava tê kirin e. Komara Tirkiyeyê bêyî ku exlaq û wijdanek mirovahî esas bigire sivîl, zarok, jin ,rojnamevan, rewşenbîr, siyasetmedar û mezinan qetil dike. Herî dawî jî di bombebarana li ser sivîlên di nobeta Bendava Tişrînê de hunermendê Kurd ê qedîm û welatparêz Bavê Teyar (Cuma Xelîl) jî nav de, endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Menîce Haco Heyder û 4 welatparêzên me jî şehît bûn.
’HUNER DI ŞEXSÊ BAVÊ TEYAR DE VEGUHERÎ BERXWEDÊRIYÊ’
Îro carek din li hemû cîhanê hat nîşandan ku neyartiya faşîzma Tirkiyeyê ti nirxên Kurdewarî qebûl nake û her kêliyê de êrîşkarî û polîtîkayên komkujiyê bêrawestan didomîne. Em wê rastiyê haydar in. Lê rastiyek ku divê raya giştî jî jê haydar be kesayeta Kurd a ku Tevgera Azadiyê afirandiye û îro di şexsê hunermendê Kurd Bavê Teyar de veguheriye berxwedêriyê. Di rastiya Kurd de huner û şoreş heman tişt in. Huner û şoreşgertî nîşaneya heman pîrozahiyê ne ku wekî her demê pêşengtî ji têkoşîna civaka xwe re kiriye. Bêyî vê zelal eşkere bûye ku ti pîvan li Kurdistanê nikarin nefes jî bistînin. Roj bi roj komkujî tên plansazkirin û pêkanîn. Rewşa ku Rojava tê jiyîn hemû cîhan dişopîne. Lê di pêvajoyê de rast rol lîstin kêm dimîne. Em jî wekî şopdarê Bavê Teyar, şopdarê Hozan Mizgîn, Hozan Sefkan, Xelîl Dag û Delîlayan, xwe di hemû pêvajoyan de erkdar dibînin û pîvana wan wekî pîvana sereke dibînin. Çand û huner encax bi rastiya têkoşîna gelê xwe qîmet bibîne. Çanda berxwedanê û rastiya hunermendiya Kurd di têkoşînê de xwe saz kiriye. Yekane rê di vê de israrkirin û layiqbûne.
‘VÎNA ŞEHÎDÊN TIŞRÎNÊ VEGUHERÎNIN HEMÛ QADAN’
Ew çand îro di bangawaziya Bavê Teyar de xwe eşkere nîşan daye. Hunermedî di heman demê de şoreşgertî ye. Vîna serketinê kêlî bi kêlî civaka re parve dike û pêşengtiyê dike. Êdî eşkere zelal bûye ku encax kesayetên wisa di dilê gelê xwe de xwe bi cih bikin. Ne ku kesên ji populîzmê re xwe helandine û hunermendiyê tenê gotina stran û çêkirina şanoyekî bibînin in. Em ne ew hunermend in ku cihê xwe de bisekinin û wan qehremaniyan bi hinek gotinan şêlû bikin. Ew sekn şanoya rasteqîn a dilê Kurdan e ku berxwedêrî û serketinê tacîdar dike. Bûye şano û hunerek neteweyî. Em wekî hunermendên gelê xwe wekî hunermendên Tev-Çand û Hunera Mizgîn kesayetiya şehîd Cuma Xelîl ango Bavê Teyar de hemû şehîdên gelê xwe bi bîr tînin. Û em bang li hemû hunersaz, rewşenbîr, ronakbirên ku rastiya gelê xwe re yekbûne re dikin ku vîna şehîdên Bendava Tişrînê veguherînin hemû qadên têkoşînê û xwedî li Rojava derkevin. Heya welatek û gelekî azad nebe ti car wê hunerek azad neyê afirandin. Ew hunera bêkirin jî bêyî welatê azad encax xizmetê neyarên xwe bike.
‘EM Ê XWEDÎ LI MÎRASA ŞEHÎDAN DERKEVIN’
Divê hemû derdor xwe berpirsyar bibîne ku komkujiyên Komara Tirkiyeyê li hemû raya giştî re eşkere û teşhîr bike. Bîra civaka me tê hedefgirtin û tunebûna hemû nirxên Kurdewar di plana wê faşîzmê de ye. Tenê riyek li ber me heye ew jî xwedî derketin û helwestdayîna çalakger e. Ji xeynî wê ti sekn me li heqîqeta civaka xwe re nake yek. Heya awaz, qêrîn, deng, vegotinek nebe bingeha welatek azad ti qîmeta xwe nîne. Em di şexsê hunermend Bavê Teyar de bejna xwe li ber berxwedana şehîdên Tişrînê ditewînin û gotina wî ya ku dibêje ‘Heya azadiya Serokatî pêk neyê, heya Şoreşa Rojava mîsoger nebe em ê tu rê qebûl nekin’ em ê wek şîara têkoşînê bibînin. Em carek din êrîşên li ser Rojava û Bendava Tişrînê ku Komara Tirkiyeyê dike, şermezar dikin. Çi dibe bila bibe em ê xwedî mîrasa şehîdan derkevin û hunerekî li gor rastiya wan bişopînin. Û em ê vê pêngavê bi azadiya Serokatî û mîsogerkirina destketiyên Rojava re tacîdar bikin.”