Hate diyarkirin ku li ser îxbarê polîsan bi hinceta “stranên siyasî gotine” bi ser dawetên li 3 taxên cuda yên navenda Colemêrgê de girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di daweta ku li taxa Sumbul hat kirin de hunermendên xwecihî û xwediyê dawetê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin, di saetên sibehê de jî ji bo îfadeyê bang li kameravanên dawetê kirin.
Ji 7 kesên ku îfadeyên wan li Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê hatin girtin, xwediyê dawetê K.D û kamerevanê dawetê piştî karûbarên îfadeyê hatin berdan, endamên koma muzîkê “Koma Ozgun” ji bo îfadeyên dozgeriyê sewqî edliyeyê hatin kirin.
Dozgerî endamên komê N.T., B. U., İ. A. û A.O. T. bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Colemêrgê kir. Dadgerî piştî lêpirsînê N.T., B. U., İ. A. û A.O. T. bi hinceta “propagandaya rêxistinê” girt.