Hunermendê Kurd Şêxmûs Demîr ku bi navê Apê Şêxmûs dihate naskirin, li bajarê Gîssen ê Elmanyayê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Şêxmûs Demîr ku sala 1953’an li gundê Taqa yê navçeya Mîdyat a Mêrdînê ji dayik bû, di sala 1993’an de koçî Elmanyayê kiribû.
Şêxmûs Demîr bi gelek stranên xwe yên weke ‘Şengal’, ‘Barî Baranek Barî’, ‘Şehîd Mamed’ û ‘Dersim’ xizmet ji çand û hunera Kurd re kir.
Yek ji xizmetên wî yên ji çand û hunerê re avakirina Koma Zerdeştê Kal bû.
Koma Zerdeştê Kal sala 1994’an ava bû û di nava hunera Kurd de bû xwedî cihekî girîng.
Cenazeyê Şêxmûs Demîr wê li goristana Xalbubê ya gundê Taqa bê veşartin.