Avakirin û teyisandina nirxên xwe û jiyîna jiyaneke li gorî van nirxan, bi taybetî di roja me ya îro de, serxistineke newazeye û para her mirovekê/î nîne. Wate barkirina hebûna xwe, avakirina xwebûnê rêwitiya herî bedew a bîrmendên raserî dem û mekanê ne. Ev rastî dibe ku li serê lutkeyên çiyayan be, dibe ku li biyabanan be, her wiha dibe ku li binya darekê be û herî dawî jî dibe ku li giravekê be. Cîh, ji vê rêwitiyê re dibe malzarokeke xuliqdariyê.
Grava Îmraliyê di roja me ya îro de, xwedî cihekî wisa ye. Rastiya ku îro ji grava Îmrali derdikeve û pêl bi pêl guhertineke binyadî dide avakirin, li ser me jî hizirandin û ponijandineke taybet dixwaze. Girava Îmrali beriya her tiştî çarenûsa ku li ser hatibû ferzkirin guherand û ji ber ku ev guherandin binyadî bû, bi hişmendî û bi wate bû, guhertin û veguhertina binyadî, hişmendî û ya bi wate li ser derdora xwe jî ferz kir. Li gorî çîroka çêbûna ya Îmraliyê ku di mîtolojiyan de cihê xwe digre, di vê serdema ku weke serdema fezayê tê zanîn, wateya ya xwe ya mîtolojîk jî pêk tîne. Mîtolojî dibêje; dêwê bi yek çavî yê bi navê Besbîkos kevirekê diavêje, ev kevirê weke şikêra ji hêla Persephone ve ku raqîbê dêwe, vediguhere gravekê. Di mîtolojiya avabûna gravê bi xwe de vegûhertin heye. Ev rastî di roja me ya îro de jî bi awayê herî watedar berdewam dike.
Îmrali, kurteyeke dîroka komara Tirkiyeyê ye. Piştî Peymana Lozanê ya sala 1923an, di sala 1924an de mubadeleya nifusê pêk tê û civaka li giravê yê di hale xwe de jiyan dike bi yekcarî dişînin Yewnanîstan. Di sala 1935an de, grav vedigûherînin zindaneke nîvvekirî, dêra ku li gravêye û dîwêrên wê nîv hilweşiyayî ji nû ve lê dikin û vedigûherînin cihên ku zindanî lê bimînin. PErgala komarê her tim ev der weke modeleke xwe ya cezayê bi dest girtiye, ceribandiye û bi encam kiriye. Di encama Dadgehên Yassiadayê yên salên 1960-61 komar, serokwezîrê xwe Adnan Menderes, wezîrê karên derve Fatîn Ruştu Zorlu û wezîrê darayî Hesen Polatkan bi cezaya darvekirinê ceza kiriye û vê cezayê li giravê pêk aniye. Îmrali di asta herî bilind de sembola vê pergala darvekirinê ye. Herî dawî jî ji sala 1999an ve, di encama komploya navnetewî ya li dijî Reber û bîrmend Ocalan, heman girav veguheriye pergaleke şidiyayî ya netewperest û qirker a komarê. Guhertineke binyadî ya xwedî wateyeke dijber, qirker û tecrîdeke mutleq li giravê pêk hat. Di sembola vê de ev hişmendî li ser tevahî gelan dihate sepandin.
Piştî 27 salan, di heman wan rojên pêkanîna vê pergala qirker de, li grava Îmrali banga veguhertinê ji hêla Rêber APO ve hate kirin. Ev bang ne ji nişkêve bû. Paşxaneyeke têra xwe dagirtî û hevgirtî li pişt vê bangawaziyê hebû. Banga ‘aştî û civaka demokratîk’ banga veguhertineke binyadî, wateyî û heqîqeta avakirina jiyanê bû. Îmrali bi vê bangê jibîneve hîmên ku li ser hatibû avakirin vedigûherand.
Çarenûsa Îmraliyê ya ku weke mirin dihat ferzkirin, vediguherî jiyanê, dorpêça li giravê dişekest û pêlên xwe digihand tevahî azadîxwazan. Diyalektîka mirin û mirin, derfeta jiyan û jiyanê peyda dikir. Ev veguhertin, veguhertineke dîroki ye ku di kêliyê de rabirdû û dahatûyê di hundirê xwe de dihewîne.