Duşem, 11 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê her kes di bin vê sîwanê de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sezaî Temellî: Di mijara qanûnan de divê gav bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê pêkanînên şerê taybet – V

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo meşa 16’ê Gulanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza cînayeta malbata Dîrîl de qeydên telefonê: ‘Ez zilamê dewletê me’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên Mizgîna Leheng bangawaziya azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan li Dersimê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 1025’an a nobeta li Mexmûrê de peyama têkoşînê hat dayîn  

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûhafizên Şoreşê êrîşa li ser baregeha Komala li ser xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kasim Firat: Dem dema lihevkirin û aştiyeke bi rûmet e
Kurdistan

Kasim Firat: Dem dema lihevkirin û aştiyeke bi rûmet e

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo nirxand û got, "Gelê Kurd berdêlên giran da; êdî daxwaza lihevkirineke welê dike ku hêjayî berxwedana sed salî û aştiyeke bi rûmet dikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat nîqaşên bi banga Rêber Apo destpê kirin nirxand û anî ziman ku divê gelê Kurd bi hemû pêkhateyên xwe li gel vê pêvajoyê be. Firat destnîşan kir ku girîng e piştgirî ji rêveberên vê pêvajoyê re bê dayin û got, “Haya aliyê Kurd êdî ji meseleyê heye; têkoşîn meşandiye, xwedî wê hêz, agahî û danheviyê ye ku karibe danûstandinan bike. Ji ber vê yekê hemû hêz û rêxistinên Kurdan, qadên têkoşînê û dînamîkên gelê me divê bi vê sekna bi rûmet re bin.”

‘BI KUŞTIN Û ÎNKARÊ EV PIRSGIRÊK ÇARESER NABE’

Kasim Firat anî ziman ku gelê Kurd di pêvajoyeke gelekî hesas re derbas dibe û got, “Zêdeyî sed sal in gelê Kurd berxwedaneke bi rûmet dike, berdêlan dide û mirovên wan têne qetilkirin. Li gel van şert û mercên giran hemûyan gelê me hîn bi sergbilindî li ser piyan e. Hîn jî bi berxwedana xwe dibe cihê hurmetê, li gel her tiştî jî xwe venakişîne û xwedî li nasname, hebûna xwe derdikeve. Îro cîhan jî vê rastiyê dibîne. Bi kuştinê, bi înkar û îmhayê ev mesele çareser nabe. Di asta heyî de avakirina aştî, maf û edaletê êdî ferz bûye. Cîhana vê serdemê jî vê yekê dixwaze, gelê Kurd jî heman tiştî dixwaze.”

‘GELÊ KURD XWEDÎ TÊKOŞÎNEKE REWA Û DAXWAZÊN MAFDAR E’

Firat ragihand ku muxatabên gelê Kurd divê bi aqlê selîm vê pêvajoyê binirxînin û êdî cîhan jî di mijara çareseriya vê pirsgirêkê de guncaw bûye û got, “Rastiya cîhanê jî êdî dibêje,’ Werin bi hev re biaxivin, çareseriyê biafirînin’. Em dikarin jiyaneke hevpar tenê bi edalet û aştiyê ava bikin. Em hatine vê astê.”

Di dewama axaftina xwe de Kasim Firat got, “Divê ev pêvajo bi berpirsyarane, aqlê stratejîk û li gorî hevsengiyên giştî yên cîhanê bê meşandin. Gelê Kurd gelekî qedîm e û xwediyê rasteqîn ê vê xakê ye; têkoşîna xwe rewa ye, daxwazên xwe mafdar e. Lê belê ev yek di vê serdemê de têrê nake. Hêzên li hemberî gelê Kurd disekinin divê li ber çavan bêne girtin. Divê em jî bi sekneke rasteqîn, berpirsyarane û bi biryar li gel vê pêvajoyê tevbigerin.

‘AŞTIYEK LI SER BINGEHA HIQÛQ Û EDALETÊ’

Mirov îro ji bo aştiyê li hev kom dibin. Divê Kurd û muxatabên wan xwedî li vê pêvajoyê derkevin, bi aqlê selîm û berpirsyariyê em vê pêvajoyê bimeşînin. Ev rê divê bi rengekî rast û hevseng bê meşandin.

Allah û Teala di Sureya Hucuratê Ayeta 9’emîn de wiha dibêje: ‘Eger ji mumînan du kom şer bikin, navbera wan çêbikin. Eger yek neheqiyê li yê din bike, li hemberî neheq bisekinin û bi edaletê aştiyê pêk bînin’. Em bi vê têgihiştinê tevdigerin. Divê hem em tevlî pêvajoyê bibin hem jî li gel aştiyê bin. Ev yek jî pêwîste li ser bingeha maf, aştî, edalet û hiqûqê bê kirin. Sed sal in mafê gelê me nehatine naskirin. Divê êdî dawî li vê neheqiyê bê anîn. Divê kes mafên Kurdan ji nedîtî ve neyên. Gelê Kurd divê bi hemû dînamîkên xwe beşdarî vê pêvajoyê bibe, pêvajoya aştiyê ji bo Kurdan li ser zemîneke wekhev û bi rûmet bê rûniştandin.

‘ALIYÊ KURD XWEDÎ WÊ TECRÛBEYÊ YE KU VAN DANÛSTANDINAN BIMEŞÎNE’

Hin derdor bi bêhizûrî û bêsebir nêzî vê pêvajoyê dibin; ev helwest rast nîne. Gelê Kurd divê bi sebir be. Divê neyê jibîrkirin ku Kurd xwedî dîrokeke demdirêj a têkoşînê û hişekî xurt ê berxwedanê ye. Yên ku îro bi navê Kurdan li dora maseyê rûniştine, xwedî wê hişmendî û tecrûbeyê ne ku karin mafên Kurdan biparêzin. Divê em hemû li gel vê pêvajoyê bin. Haya aliyê Kurd ji vê meseleyê heye; têkoşiya ye, xwedî agahî, danhevî û wê hêzê ye ku kare danûstandinê bike. Rêxistinên siyasî yên Kurdan, saziyên xwe yên civakî, hemû qadên xwe yên têkoşînê, yanî gelê me divê bi hemû dînamîkên xwe yên siyasî bi vê sekna bi rûmet re be. Gelê Kurd berdêlên giran da. Îro jî ev gel daxwaza lihevkirinekê dike ku hêjayî berxwedana wê ya sed salî, maf, aştiyeke bi rûmet dike. Em piştgiriyê didin vê pêvajoyê û bang li gelê xwe dikin ku bi sebir vê pêvajoyê bişopîne.

Bi vê wesîleyê dixwazim vê yekê jî bibêjim; em spekulasyonên di çapemeniyê de li ser Rojava têne kirin qebûl nakin. Destketiyên li Rojava destketiyên hevpar ên gelê Kurd e û ev mesele meseleyeke welê ye ku di çarçoveya xwe de di nava dewleta di nav de ye wê bê çareserkirin, ne meseleya vê derê ye. Nîqaşkirina van destketiyan, rojevkirina wê bi rengê provokekirinê nêzîkatiyeke rast nîne. Em rast nabînin ku destketiyên ku gelê Kurd bi danhevî û fedakariya xwe bi dest xistiye bibin mijara nîqaşê. Ev pêvajo divê bi aqil û îradeya hevpar a gelê Kurd bê meşandin û bi vî rengî em karibin bi aştiyeke bi rûmet tacîdar bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 13’Ê ADARA 2025’AN
Nûçeya Pişt re ‘QSD azadiya gelan diparêze’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên PYD’yî beşdarî seferberiyê bûn

Bi dehan jinên ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihandin ku ew beşdarî seferberiyê bûne.

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta Demokrasiyê ya endamên CHP’ê dewam dike

Nobeta Demokrasiyê ya CHP’ê li dijî desteserkirina îradeyê daye destpêkirin, di roja xwe ya sêyemîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Aydin: Heta pêvajoya rûbirûbûn, heqîqet û sererastkirin pêk neyê, çareserî çênabe

Hevserokê ÎHD'ê Cîhan Aydin, anî ziman ku di rapora komîsyona meclîsê de cih ji ti…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rapora Efrînê: Binpêkirin û bêcezabûn bi rengekî sazîbûn didome

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?