Şemî, 17 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mal û milkên welatiyên Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gezer: Desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê: Kes nikare êrîşî nirxên me yên pîroz bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê bertek nîşanî wekîlê CDU’yê da: Mafê hêviyê ji bo Rêber Apo jî derbasdar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê 7 komxebat hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Însiyatîfa Navneteweyî ya Edalet ji bo Nagîhan Akarsel bang kir
Jin

Însiyatîfa Navneteweyî ya Edalet ji bo Nagîhan Akarsel bang kir

Însiyatîfê, diyar kir ku tevî gelek delîl hene ku Nagîhan Akarsel bi organîzasyona rayedarên dewleta Tirk hatiye qetilkirin jî kujerên rastî nayê darizandin û nerazîbûn nîşan da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Însiyatîfa Navneteweyî ‘Ji Nagîhan Akarsel re Edalet’, der barê doza rojnamevan, akademîsyen û çalakvana mafên jinan Nagîhan Akarsel ku beriya 2 sal li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin, daxuyaniyek da. Însiyatîfê, da xuyakirin ku tevî ku delîlên berbiçav hene ku Nagîhan Akarsel ji hêla rayedarên dewleta Tirk ve hatiye kuştin, tenê Îsmaîl Rasîm Rifat Peker hatiye cezakirin. Însiyatîfê destnîşan kir ku, li dijî teşwîqkar an jî hevkarên din yên kuştinê organîze kirine, hê ti gaveke hiqûqî nehatiye avêtin û ji bo ku pêşî li kuştinên siyasî yên din were girtin ti tedbîrê siyasî nehatine standin.

Însiyatîfê destnîşan kir ku “Heta ku dewleta Tirk ji ber cînayetên ku kiriye neyê darizandin, lêgerîna me ya edaletê wê bidome” û daxwazên xwe yên ji bo tedbîrên lezgîn ên ji bo parastina jiyan û mafên jinên Kurd û rojnamevanan rêz kir.

Daxuyaniya Înîsiyatîfa Navneteweyî ‘Ji Nagîhan Akarsel re Edalet’ bi vî rengî ye:

Înîsiyatîfa ‘Ji Nagîhan Akarsel re Edalet’ beriya salekê hat avakirin. Salek beriya wê jî di 4’ê Cotmeha 2022’yan de rojnamevan, akademîsyen û çalakvana mafên jinan a Kurd Nagîhan Akarsel dema ji mala xwe derdiket li navenda bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê/Iraqê bi suîqastê hat qetil kirin. Sala borî zêdetirî 150 rêxistinên jinan ji hemû parzemînan û pîşeyên cuda nameyek vekirî ji NY’ê, Konseya Ewropa û Hikûmeta Iraqê re nivîsandin û daxwaza zelalkirina piştperdeya vê kuştina siyasî û dadgehkirina berpirsan kirin. Her wiha bang hat kirin kû pêşî li kuştinên siyasî a jinan bê girtin û tedbîrên yasayî û siyasî werin girtin.  

Di 24’ê Kanûna 2023’yan de, qatîl Îsmaîl Rasîm Rifat Peker ku hemwelatiyê Tirkiyê ye, li gorî xala 2.2 ya Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê ji aliyê Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê ve bi îdamê hat mehkûmkirin. Lê ne ji raya giştî û ne jî malbat û xizmên Nagîhan Akarsel re der barê lêpirsîn û pêvajoya dadgehê de agahî nehat dayîn. Bi vî awayî malbata wê ji mafê beşdarbûna dozê bi rêya nûnertiya hiqûqî bêpar kirin. Li gorî biryara dadgehê û agahiyên ji çapemeniyê hatin girtin, Îsmaîl Peker beriya niha li Tirkiyeyê bi hinceta ku di Kanûna 2017’an de bi satûrê êrîşî jinekê kiriye hatiye girtin.  

Peker tevî ku 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, piştî 4 sal û 2 mehan di sala 2022’yan de hat berdan. Îsmaîl Peker piştî kuştina Nagîhan Akarsel, di daxuyaniyên xwe yên ji rayedarên Başûrê Kurdistanê re li xwe mikur hat ku, di dema girtina wî ya li Tirkiyeyê de, ji aliyê ‘rayedarekî dewleta Tirk’ ve ji bo kuştina Nagîhan Akarsel biçe Silêmaniyê û pere jî jê re hatiye dayîn. Wî destnîşan kir ku di dema plansazkirin û pêkanîna vê cînayetê de ji aliyê endamên MÎT’ê ve ve hatiye birêvebirin û di dema ku li Silêmaniyê maye jî bi wî re di nava danûstandinê de bûye. Ji bo ku sûc bike çek dane wî. Rastiya ku Peker di MÎT’ê de dixebitî, bi daxuyaniya Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Alî Riza Guney jî ku çend roj piştî qetilkirina Nagîhan Akarsel hat qetilkirin hat piştrastkirin.  

Tevî ku gelek şahid û delîl hebûn ku rayedarên dewleta Tirk qetilkirina Nagîhan Akarsel organîze kirine û gelek kes tevlî sûcê bûne jî, tenê Îsmaîl Rasîm Rifat Peker hat mehkûmkirin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, ne tenê ji bo pêşîgirtina li kuştinên siyasî yên din ti tedbîrên siyasî nehatine girtin, lê belê heta niha jî der barê teşwîqkarên kuştinê yan jî hevkarên din de jî ti tedbîrên hiqûqî nehatine girtin.  

Nûnera Rêveberiya Yekitiya Ewropayê ya Karûbarên Derve li Iraq, Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê di bersiva nameya me ya sala borî de wiha got, ’Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê li ser şopandina pirs û lêkolînên cuda yên derbarê vê kuştinê de dewam dike’. Lê xuya dike ku ji bo parastina jiyan û azadiya ramana parêzvanên mafên jinên Kurd ti tedbîr nehatine girtin. Berovajî vê, helwesta Herêma Kurdistanê û rayedarên Iraqê, nebûna mueyîdeyên mekanîzmayên hiqûqa mafên mirovan ên navneteweyî û bêhelwestîya siyasî ya saziyên navneteweyî, desthilatdariya AKP-MHP’ê re cesaret dide da ku li Tirkiyeyê û dervayî Tirkiyê kuştinên siyasetmedar, pêşeng û rojnamevanên Kurd zêde bike.  

Qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a di 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsê, bi êrîşa hewayî ya bêmirov qetilkirina Zeyneb Saruhan di 22 Îlona 2022’yan de li qada Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, qetilkirina jina têkoşer Emîne Kara li Parîsê, di 20’ê Hezîrana 2023’yan bi êrîşa hewayî ya bêmirov a artêşa Tirk a li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina Leyman Şiwêş û Yuşra Derwîş û kuştina Firyal Silêman Xalid li Kerkûkê / Başûrê Kurdistan-Iraq di 18’ê Çileya 2024’an de. Herî dawî jî di 23’yê Tebaxa 2024’an de li bajarê Silêmanî yê Herêma Başûrê Kurdistanê ya Iraqê, balafireke bêmirov a artêşa Tirk wesayîta ku rojnamevanên Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn tê de bûn kir hedef û qetil kir. Piştî operasyonên qirkirinê yên Saddam Huseyîn ên ‘Enfal’ê, niha jî artêşa Tirk li heman herêmên Başûrê Kurdistanê gundên Kurdan û Suryaniyan bombe dike û vala dike, daristanan dişewitîne û sivîlan -zilam, jin û zarok- qetil dike. Ji sala 2023’yan heta Tîrmeha 2024’an li xaka Başûrê Kurdistanê 4 jê zarok bi giştî 30 sivîl ji aliyê artêşa Tirk ve hatin qetilkirin.  

Em bang li Konseya Ewropayê û saziyên Neteweyên Yekbûyî û welatên endam dikin ku ji bo pêşî li binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê kiriye bê ceza nemînin û ji bo kesên ku rastî van cînayetên siyasî hatine mafên wan ên jiyanê û hiqûqî bên parastin, tedbîrên lezgîn û bi bandor bigirin.  

Ji bo ku Nagîhan Akarsel û hemû jinên din ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, edalet pêk were û pêşî li kuştina jinan bê girtin, em bang li rojnamevan, akademîsyen, hunermend, rêxistinên mafên mirovan û mafên jinan ên herêmî û navneteweyî dikin ku, bi rêya çapemeniyê, bi weşan, gotar û çalakiyên curbecur li ser kiryarên siyasî ya van kuştinan bisekînin da ku teşwîqkarên rastî yên kuştinan bên darizandin.  

Di vê wateyê de em daxwazên xwe yên ji bo parastina jiyan û mafên parêzvanên mafên jinên Kurd û rojnamevanan dubare dikin:

-Dadgehkirin û mehkûmkirina tawanbarên ku di kuştina Nagîhan Akarsel û hemû berpirsên kuştinên din ên bê dadwer û her wiha kesên tevlî van suîqastan bûne. 

-Girtina qada esmanî ya Iraq û Sûriyê ji bo Hêzên Esmanî yên Tirkiyê, di nav de balafirên bêmirov ên çekdar û bêçek (balafirên bêmirov). 

-Bang li Tirkiyê hat kirin ku dawî li êrîş, polîtîkayên dagirkeriyê, şer û kuştinên sîstematîk ên li dijî gel û parêzvanên mafên jinan ên li her herêmeke Kurdistanê, bi taybet li xaka Iraqê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîne. 

-Sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê -di nav wan de qirkirin û kuştina jinan- ji aliyê Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê ve li gorî hiqûqa navneteweyî bên darizandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li DYE’yê bahoz: Herî kêm 63 kes mirin
Nûçeya Pişt re HPG’ê, fermandarê fedaî yê Apoyî Baz Azad Pîro bibîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Bendava Tişrîn ji bo me jiyan e û em ê vê jiyanê biparêzin’

Gelê herêma Bakur û Rojhilartê Sûriyeyê yên ku vê kêliyê li Bendava Tişrînê nobet digrin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez mewlûd hate dayin

Ji bo bîranîna gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez a li Qendîlê şehîd bû, mewlûd hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îtalyayê hemwelatiya fahrî dan sê jinên ku cezayê îdamê lê hatine birîn

Li bajarê Fabriano yê Îtalyayê hemwelatiya fahrî dan Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhammedî û Werîşe Muradî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Mal û milkên welatiyên Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gezer: Desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dibîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?