Piştî êrîşa bi fuze ya Îranê ya 1’ê Cotmehê li hemberî Îsraîlê kir, fikarên li ser êrîşa Îsraîlê ya li dijî Îranê zêde dibe. Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Abbas Arakçî li Kûweytê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, “Hemû welatên cîranên me bawerî dan ku wê nehêlin xaka wan an jî qada wan a hewayî li dijî Komara Îslamî ya Îranê bêne bikaranîn.”