Li gorî nûçeya Rojnews’ê re rejîma Îranê bi dronan êrişî fêrgeha berê ya dibistana Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê kir, lê dibistan demek dirêje vala ye.
Di heman demê de droneke xwekuj êriş bire ser baregeha Sazmanî Xebat a navçeya Rizgarî ya dikeve sînorê Hewlêrê. Li gorî agahiyên destpêkê kesek birîndar bûye.
Sazmanî Xebat yek ji Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye di nava Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistan Îranê de cih digire.

