Ajansa Nûçegihanên Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li DYA’yê ye, derbarê binçavkirinên ku di du rojên dawî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin, raporeke nû weşand.
Di raporê de hat diyarkirin ku di du rojên dawî de 114 welatî ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve, bêyî ku biryareke fermî ji wan re bibe û bi bikaranîna zorê hatine binçavkirin. Hate ragihandin ku welatî bi tawanên wekî “ji bo xapandina raya giştî belavkirina nûçeyên derew” û “kişandina wêneyên herêmên hatine bombekirin” hatine binçavkirin.
Her wiha hat ragihandin ku îfadeyên welatiyên ku bi îşkenceyê neçarî îtîrafê hatine kirin û hatine tomar kirin, dê di rojên pêş de di televîzyona dewletê ya Îranê de werin weşandin.
Hate eşkerekirin ku binçavkirin li bajarên wekî Xuzistan, Qezvîn, Gîlan, Kirman, Seqiz, Semnan, Tahran, Şîraz, Serdeşt, Pîranşar, Ahvaz, Yezd û Loristanê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne.
Îranê piştî şerê bi DYA û Îsraîlê re, binçavkirin û girtin dijwartir kirin. Nemaze binçavkirinên ku piştî agirbestê zêde bûne, binpêkirinên giran ên mafên mirovan û dibetiya sizayên darvekirinê tînin bîra mirovan. Li gorî hejmarên nefermî, ji destpêka şerê Îsraîl/DYA û Îranê ve heta niha zêdetirî çar hezar welatî hatine binçavkirin.

