Hat zanîn ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê de, du fermandarên din jî yên Îranî mirin.
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Îranê daxuyanî da û ragihand ku fermandarên Îranî Gulam Riza Mehrabî û Mehdî Rabbanî hatin kuştin.
Hat destnîşankirin ku Gulam Riza Mehrabî alîkarê serfermandarê ji karên îstixbaratê yên artêşa Îranê berpirsyar, Mehdî Rebanî jî alîkarî serfermandarê ji operasyonên leşkerî berpirsyar bû.
Di êrîşên ku Îsraîlê duh li ser Îranê pêk anîn de, Fermandarê Hêza Qudusê ya Îranê Îsmaîl Kaanî û Fermandarê Artêşa Parêzvanên Şoreşê Huseyîn Selamî jî hatibûn kuştin.