Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Sa’ar li Wezreta Karên Derve di civîna xebatê ya bi çavkaniyên sivîl re de rewşa li Sûriyeyê nirxand û bal kişand ser gefên li dijî Îsraîlê û bêîstîkrariya hikûmeta nû.
Sa’ar geşedanên siyasî û leşkerî nirxand û fikarên xwe yên der barê îstîkrara rejîma nû de wiha anî ser ziman: “Li seranserê cîhanê qala guhertina rejîmê ya organîzekî ya li Sûriyeyê tê kirin, lê ne mijara gotinê ye ku hikûmeta nû bi awayekî demokratîk hatiye hilbihijatin û tevahiya Sûriyeyê bi rê ve dibe. Ev çeteyekî terorîst e ku pêşî Îdlîb, piştre paytext Şamê û herêmên din desteser dike. Cîhan dixwaze rejîmeke nû û biîstikrar bibîne. Lê rewş ne wisa ye. Di şerîda peravê de pevçûn bi Elewiyan re heye. Gefên eşkere ya Erdogan heye ku dixwaze xweseriya Kurd ji holê rake û destdirêjiyên wî yên li dijî civaka Xirîstiyanan a li Sûriyeyê heye.”
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Sa’ar destnîşan kir ku hikûmeta nû rejîmeke Îslamî ye ku wê hewl bide li ser tevahiya Sûriyeyê kontrolekî yekbûyî ava bike.
‘PIRSGIRÊKA ME NE BI ÎSRAÎLÊ RE YE’
Waliyê Şamê Mahîr Merwan li ser navê serokê HTŞ’ê Ahmed el-Şara ji NPR’ê re axivî ku saziya weşana giştî ya DYE’yê ye û wiha got: “Tu tirsa me li dijî Îsraîlê nîne û pirsgirêka me ne bi Îsraîlê ye. Em naxwazin têkilî tîştekî bibin ku gefê li ewlehiya Îsraîlê yan jî welatekî din bikin. Em aştiyê dixwazin.”
Merwan dilnerihetiya ewil a Îsralê ya piştî hilweşandina rejîma Beşar Esad asayî nirxand û wiha got: “Dibe ku Îsraîlê tirsiya be, ji ber vê yekê hinek pêş ve çû, hinek bombebaran kir û hwd.”
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netantahu di serê meha Kanûnê de ev hişyarî kiribû: “Her kesên ku bide pey şopa Esad wê heman çarenûsa Esadê bijî. Em ê nehêlin ku rêxistineke terorê ya Îslamiya tund ji derveyî sînoran li dijî Îsraîlê bikeve tevgerê. Em ê ji bo ji holê rakirina gefan her tiştê bikin.”