Li gorî nûçeya rojnameya Îsraîlî Yedioth Ahronoth, plana ku ji aliyê Serfermandarê Giştî Lîtnant Eyal Zamîr ve hatiye pejirandin, armanc dike ku bakurê Xezeyê bi temamî were desteserkirin û Hamasê li kampên penaberan ên li navendê tine bike.
Di çarçoveya planê de wê di rojên pêş de li ser hûrgiliyên operasyonê danûstandin werin kirin û wê agahiyê bidin tugay û tumenên peywendîdar. Tê pêşbînîkirin ku operasyon bi taybetî li herêmên niştecihan ên rojava û herêmên ên li bakurê Xezeyê wê heta sala 2026’an bidomin.
Zamîr di hefteya borî de diyar kir ku ji ber kêmbûna personel û westandina leşkeran bi temamî desteserkirina Xezeyê xeternak e û hişyarî da ku ketina nav bajêr wê jiyana kesên ku tê gotin dîl hatine girtin bixe xetereyê.
Lê kabîneya ewlehiyê tevî hemû hişyariyan plana ku ji hêla Serokwezîr Binyamin Netanyahu ve hatibû pêşkêşkirin pejirand. Biryar hem li hundir û hem jî li derveyî welat rastî nerazîbûnê hat.
Li Xezeyê nêzîkî milyonek kes dijî û ev jî nêviyê nifûsa Xezeyê ye. Pispor hişyar dikin ku berfirehkirina şer wê rewşa herêmê ya ku di krîzeke mirovî ya giran de ye, xirabtir bike.