Îsraîl di aliyê parastinê de bi şîrketên weke Rafael û Elbit Systems peyman çêkir û armanc dike ku hêza parastina hewayî ya Îsraîlê zêde bike.
“Iron Beam” wekî pergaleke lazerê ya ku ji bilî pergalên parastina hewayî yên heyî yên Îsraîlî hatî çêkirin, derdikeve pêş.
Hat diyarkirin ku ev pergala bi taybetî li dijî balafirên bêmirov (ÎHA) bibandor e û wê bibe alîkar ku Îsraîl balafirên bêmirov ên ku Hîzbûllah a Lubnanê bi berfirehî bikar tîne asteng bike. Sala borî balafirên bêmirov ên Hizbûllahê parastina hewayî ya Îsraîlê binpê kiribûn û di encamê de hem leşker û hem jî sivîl miribûn.
Wezareta Parastinê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku bi pêşdebirên bingehîn ên Rafael û Elbit Systemsê re bi qasî 2 milyar şekel (nêzîkî 530 mîlyon dolar) peyamana berfirehkirina parastina lazerê çêkirine. Rayedarê Wezaretê Eyal Zamîr diyar kir ku pergala Iron Beam divê di nava salekê de bê bikaranîn.
Îsraîl jî herî dawî ragihandibû ku ji Amerîkayê pakêteke nû ya alîkariya leşkerî ya 8,7 milyar dolarî wergirtiye. Ji vê alîkariyê 5,2 milyar dolar ji bo başkirina pergalên parastina hewayî yên heyî û pergalên nû yên parastinê yên li ser bingeha lazerê hatiye veqetandin. Tê plankirin ku Iron Beam li ser balafirên biçûk ên sivîl were danîn û ji balafirên bêmirov bigire heta fuzeyên balîstîk gelek xetereyan wê bike hedef.
Sîstema parastina hewayî ya pir-qatî ya Îsraîlê ji qatên wek Arrow ji bo fuzeyên balîstîk û Iron Dome ji bo roket û fuzeyên menzîl kurt pêk tê. Bi zêdekirina Iron Beam armanc dike ku hêza parastina hewayî ya Îsraîlê xurttir bike.