Li gorî sê rayedarên Îsraîlî yên ji Reutersê re axivîn, ev mijar şeva yekşemê di rojeva civîna kabîneya ewlekariyê ya Serokwezîr Binyamin Netanyahu de bû.
Hîna zelal nebûye ku wê kîjan herêman bigire nava xwe. Di nava îhtimalan de tenê niştecihên Yahudî yên heyî, hin herêmên bijartî yan jî qadên stratejîk ên mîna Geliyê Urdun hene.
Tê payîn ku Fîlîstînî û civaka navneteweyî nerazîbûnên tund nîşanî gaveke wiha bidin. Şerîaya Rojava li navenda xaka ku Fîlîstînî ji bo siberoja xwe daxwaz dikin e. Neteweyên Yekbûyî (NY) û gelek welat vir weke “xaka di bin dagirkeriyê de” pênase dikin, Îsraîl vê weke “herêma bi nîqaş” dibîne.
Fransa, Îngilistan, Awûstralya û Kanadayê di meha Îlonê de li Lijneya Giştî ya NY’ê armanca xwe ya ji bo naskirina dewleta Fîlîstînê eşkere kiribûn. Îsraîl aciziya xwe ya li hemberî vê yekê anîbû ziman.
Li aliyê din, rastgirên tund ên li hikûmeta Netanyahu ev demek dirêje dixwazin Şerîaya Rojava bi fermî bibe parçeyekî Îsraîlê. 20’ê Tebaxê projeyeke niştecihiyê ya bi nîqaş a bi navê “E1” ku wê Şerîaya Rojava bike du parçe, hatibû erêkirin.