Îsraîlê ragihand ku li hemberê azadkirina 20 Îsraîlîyên dawî yên ku ji aliyê Hamasê ve li Xezeyê dîl hatibûn girtin, hezar û 968 girtiyên Filistînî serbest berdane.
Servîsa Girtîgehên Îsraîlê diyar kir ku girtiyên hatine berdan di çarçoveya agirbestê û “peymana vegerandina dîlan” a di navbera Îsraîl û Hamasê de hatî îmzekirin de ne. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi giştî hezar û 968 terorîst hatin berdan. Hin ji wan ji girtîgeha leşkerî ya Ofer a li Şerîa Rojava ber bi aliyê rojhilatê Qudsê ve hatin veguhestin, hinên din jî ji girtîgeha Ktziot a li başûrê Îsraîlê ber bi Xezeyê ve hatin şandin.”
Di nav kesên hatine berdan de, gelek kesên ku ji ber êrîşên kujer ên li dijî Îsraîlê hatibûn mehkûmkirin û zêdetirî hezar û 700 Filistîniyên ku ji destpêka şer ve li Xezeyê hatibûn girtin jî hene. Her wiha 250 Filistîniyên ku bi hinceta “ewlehiyê” hatibûn binçavkirin jî di nav kesên hatine berdan de hene.