Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji 10 baroyan daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîş
Rojane

Ji 10 baroyan daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîş

Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, têkildarî mirina bi guman a Rojîn Kabaîş daxuyaniya hevpar a bi mohra baroyên Wan, Amed, Mêrdîn, Dîlok, Bedlîs, Şirnex, Riha, Êlih, Îdir û Mûşê xwend.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, têkildarî mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê daxuyaniyeke hevpar a bi îmzeya baroyên Wan, Amed, Mêrdîn, Dîlok, Bedlîs, Şirnex, Riha, Êlih, Îdir û Mûşê da. Daxuyanî, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Wanê hate dayin. Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û gelek kes tev li bûn.

Li ser navê baroyan Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Mariye Bîldîrîcî Borazan daxuyanî da.

Mariye Bîldîrîcî, wiha got: “Di dosyayê de bi rêya biryara sînorkirinê û ji bo ewlehiya lêpirsînê bi raya giştî re kêmek agahî hatin parvekirin. Lê di vê pêvajoyê de ewraqên ku bi hinceta biryara nepeniyê ji wekîlên miştekiyan hatin veşartin û nehatin teslîmkirin, bi rêya kanalên muxtelîf ve hatin weşandin. Her wiha Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi heman kanalan re hevpeyvîn kir. Ev yek nîşan dide ku biryara nepeniyê tenê ji bo parêzeran hatiye cîbicîkirin. Daxwaznameyên li dosyayê hatine zêdekirin û bi xebata medyaya civakî yên demek nêz berê hat xwestin ku biryara sînorkirinê were rakirin. Rakirina biryara sînorkirinê dê bike ku kêmasiyên di dosyayê de bên tespîtkirin û çareseriyê hêsantir bike.”

Bi domdarî Mariye Bîldîrîcî da zanîn ku di rapora ATK’ê ya ewil a di dosyaya Rojîn Kabaîşê de gelek kêmasî hene û ji bo temamkirina van kêmasiyan îtîraz hatiye kirin. Mariye Bîldîrîcî, wiha domand: “Li ser îtîraz û daxwazan raporeke zêdek li dosyayê hate zêdekirin lê bersiva tu pirsan nehate dayin. Tenê beşda encamê hate guherandin û weke ku bibêjin hewce nake agahiyên nû li dosyayê bên zêdekirin. Tekane guherîna di raporê de ew bû ku gotine mayina di avê de ya Rojînê û roja windabûyî hev digirin. Nepêkan e ku rapor bi vî halê xwe were qebûlkirin. Daxwaz û îtîrazên li dijî rapora zêdek pêşkeşî dosyayê hatine kirin.

Di berdewamê de Mariye Bîldîrîc anî ziman ku medyaya nêzî îktîdarê ji roja ewil ve hewl da weke ku Rojîn Kabaîşê “întîhar” kiribe nîşan bide û wiha pê de çû: “Tevî biryara sînorkirinê ya ji bo dosyayê jî hin malper û kesayetan agahiyên bêbingeh parve kirin û me derheqê wan de serlêdanên sûc ên pêwîst kirin. Di raporên ATK’ê de bi awayekî teqez nehatiye gotin bê ka Rojînê întîhar kiriye yan qeza kiriye yan di encama cînayetê de jiyana xwe ji dest daye. Nehatiye zelalkirin bê ka bi kîjan awayî di avê de xeniqiye yan jî di aveke çawa de xeniqî ye. Di rewşekî wiha de mimkin nîne em qebûl bikin ku mirina jinekê ya bi guman bi îdiaya întîharê were veşartin. Peywira meqamên darazê ye ku rastiya mirinên wiha biguman derxînin holê.”

Mariye Bîldîrîcî diyar kir ku di bûyerên windabûnê de roja ewil pir girîng e û wiha bi dawî kir: “Tenê li ser îxtîmala întîharê sekinî ne û vê jî rê li ber xemsariyan vekiriye. Heta ku delîlên teqez dernekevin holê, em ê ji îdiaya întîharê bawer nekin û têkoşîna xwe bidomînin. Di dosyayê de hêj tu gumanbar nehatine diyarkirin, rapora kesên pispor nehatiye amadekirin, daneyên di telefona Rojînê de nehatine eşkerekirin û xwediyên mînakên DNA’yê yên li ser cenazeyê Rojînê hatine dîtin nehatine tespîtkirin. Ev kêmasî, di mijara cidiyeta lêpirsînê de rê li ber gumanên mezin vedike.”

Herî dawî jî Mariya Bîldîrîcî spasiya baroyan, rêxistinên civaka sivîl kir û got ku dê têkoşîna wan bidome.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê ye
Nûçeya Pişt re Sirri Sureyya Onder: Em ê aştiyê ava bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

Amnesty International diyar kir ku şerê ku Îsraîl li Xezeyê dimeşîne bandorên neyînî li jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

ÇHD: Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ye nebaş e, divê daxwazên wan pêk bên

Şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya girtiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sûriyeyê cezayê darvekirinê li Beşar Esad hate birîn

Dadgehek li Sûriyeyê ji ber "sûcên şer" û "sûcên li dijî mirovahiyê" yên di dema…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?