Ji 7 partiyên Kurd ên Rojhilat bangawazî ji bo NY’yê
Navenda Diyalog û Hevkariyê ya di navbera Partiyan de, di nameyeke vekirî de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navneteweyî kir û got: “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsyariya xwe ya dîrokî hilgire ser milê xwe û di pratîkê de rê li ber vê ‘rejîma kujer’ bigire.”
Li Rojhilat, Navenda Diyalog û Hevkariyê ya di navbera Partiyan de ku 7 partiyên siyasî di nav de ne, bi nameyeke vekirî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navneteweyî kir. Name li ser malpera fermî ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hate weşandin.
Di nameyê de zextên rejîma Îranê yên li ser gelê ku serî hildaye wekî “sûcê li dijî mirovahiyê” hate pênasekirin û wisa hate gotin:
“Rejîmê bi hezaran mirov kuştin û girtin. Bi birîna înternetê xwest komkujiyên xwe veşêre. Hêzên ewlehiyê heta astengiya veşartina cenazeyên qurbaniyan jî dikin. Ji bo radestkirina cenazeyan, ji malbatan mîlyarek riyalê Îranê daxwaz dikin. Tevî mîlîtarîzekirina bajarên wekî Îlam, Kirmaşan û Loristanê, gelê Kurd bi grevên giştî bersiv da banga partiyên xwe û têkoşîna xwe domand. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne û bi awayekî pratîkî pêşiya vê ‘rejîma kujer’ bigire. Ji bo mafê diyarkirina çarenûsa neteweyên li Îranê, gihîştina azadiyê û guhertina rejîmê, hewcedarî bi piştgiriya navneteweyî heye.”
7 partiyên ku name îmze kirine ev in:
Partiya Azadiya Kurdistanê
PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê)
Sazîyê Xebat ê Kurdistana Îranê
Komele
Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komunîst a Îranê
Komeleya Karkerên Kurdistanê
Komeleya Şoreşger a Karkerên Kurdistanê

