Li Stenbol, Enqere û Rihayê vê sibehê di serdegirtina malan de 9 rojnamevan hatin binçavkirin.
Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê hatin kirin de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, ji Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û xebatkarên çapemeniya azad Salîha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balcî, Şîrîn Ermîş û rojnamevan Erdogan Alayumat hatin binçavkirin.
Li Enqereyê di serdegirtinên malan de nûçegihanê MA’yê Ahmet Aslan û her wiha li Rihayê jî nûçegihanê berê yê MA’yê Dogan Kaynak hatin binçavkirin.
Derheqê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine binçavkirin de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn.