Duşem, 29 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di operasyona DAÎŞ’ê de 3 polîsan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekmen: Divê zemînekî siyasî ku hiqûq û demokrasî derkeve pêş were amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Yalovayê operasyona li dijî DAÎŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, şer dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên Roboskî: Bila berpirsyar bêne darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ez bawerim ku wê ciwan bi rola pêşengiyê rabin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê ji bo diyarkirina aqûbeta Heval Şahîn bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Lolanê 21 kes ji ber berfê winda bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemal Şerîk: Hevala Berfîn miroveke zana bû ku rê nîşan dida

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Roboskiyê li Mexmûrê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiyên li Amedê hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber berfê deriyên sînor Kêlê û Hacî Omeran hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji Amedê ber bi Enqereyê ve pira aştiyê: Jin dê bi daxwazên xwe bimeşin!
Jin

Ji Amedê ber bi Enqereyê ve pira aştiyê: Jin dê bi daxwazên xwe bimeşin!

TJA, bi dirûşma "Bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê ber bi Enqereyê ve dimeşe. Kesên ku wê di meşê de cih bigirin gotin: "Em ê ji bo dabînkirina aştî û dadê bimeşin. Em ê ji bo daxwazên xwe têkoşînê bidomînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma “Bi hêvî ber bi azadiyê dimeşin” di 1’ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşekî dide destpêkirin. Meş wê ji Amedê dest pê bike û di 7’ê Cotmehê de li ber Girtîgeha Jinan a Sincanê ya Enqereyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bibe. Tê payin ku nêzî 250 jin beşdarî meşê bibin û meş wê li gelek navendan pêk were. Ji bilî aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl ên jinan jî wê beşdarî meşê bibin. Jin wê di meşê de banga aştî û civaka demokratîk bikin. Jin wê ji bo mafê hêviyê, siyaseta demokratîk, bidawîkirina qetilkirina jinan, rakirina qeyûman û avêtina gavên berbiçav bi otobusan dest bi rêwîtiyê bikin.

 

‘MAFÊ HÊVIYÊ DIVÊ BIKEVE MERIYETÊ’

Yek ji kesên ku wê di meşê de cih bigire, Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan e, ku qeyûm tayînî şûna wê kiribûn. Orhan agahiyên meşa ku wê di 1’ê Cotmehê de ji Amed, Curnê Reş, Dîlok, Edene û Mêrsînê dest pê bike û di 7’ê Cotmehê de li Enqereyê bi dawî bibe, vegot. Bîrsen Orhan armancên bingehîn ên meşê anî ziman û got: “Daxwaza me ya yekem, sepandina mafê hêviyê ye. Mafê hêviyê yê ku wê li ser Birêz Abdullah Ocalan bê sepandin, ne tenê azadiyeke takekesî ye; di heman demê de ji bo azadiya gelê Kurd û çareseriya demokratîk jî gaveke diyarker e. Ji ber vê yekê, em jin ji bo mezinkirina hêviya aştiyê û pêşxistina vê pêvajoyê dimeşin.”

‘BALA XWE BIDIN XIZANIYA JINAN’

Bîrsen Orhan bal kişand ser bandora şer û xizaniya li ser jinan û wiha berdewam kir: “Em jin in ku koçberî, xizanî û jiyana di bin sîwana şer de bi awayekî kûr hîs dikin. Em dizanin ku banga aştî û civaka demokratîk a di 27’ê Sibatê de hatî kirin ji bo jinan çiqasî watedar e. Êdî bidawîbûna şer û xizaniyê, xurtbûna hêviya aştiyê pir biqîmet e.”

‘DIVÊ GAVÊN BERBIÇAV WERIN AVÊTIN’

Bîrsen Orhan anî ziman ku divê komîsyona di bin banê TBMM’ê de hatiye avakirin êdî gavên berbiçav bavêje. Bîrsen Orhan daxwaz kir ku bi Rêber Apo re hevdîtin bê kirin, şaredariyên ku bi qeyûman hatine desteserkirin dîsa radestî vîna gel û hevşaredar dîsa dest bi kar bikin. Bîrsen Orhn destnîşan kir ku divê zimanê dayikê û mafên çandî bên parastin û hemû maf li ser bingeheke zagonî bên misogerkirin. Bîrsen Orhan diyar kir ku jin ji bo bilindkirina daxwaza aştiyê û azadiyê ev meş dane destpêkirin û wê bi biryardarî bidomînin.

Bîrsen Orhan wiha domand: “Em jin, ne tenê ji bo mafên xwe, lê ji bo azadiya gelên me, aştiyê û demokrasiyê jî dimeşin.” Orhan bal kişand ser girîngiya meşê ji bo xuyabûna deng û daxwazên jinan.

‘MEŞA ME JI BO DAD Û AŞTIYÊ YE’

Aktîvîsta TJA’yê Zemzem Feda jî diyar kir ku jinên Kurd, têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê û desteserkirina vînê bi vê meşê ber bi Enqereyê ve dibin û got: “Bi vê meşê em ê hem azadiyê hem jî dadweriyê bi dengekî bilind daxwaz bikin.”

Zemzem Fedaî wiha berdewam kir: “Ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan ku ji gelê Kurd re bûye ronahiya hêviyê, em jin dimeşin. Komîsyon hat avakirin, em dixwazin ku ev lijne divê zûtirîn demê bi Ocalan re hevdîtinê bike. Divê dev ji hişmendiya serdestiya mêran û polîtîkayên mîlîtarîst bê berdan. Divê di nav gel de hawirdoreke baweriyê bê afirandin. Ev yek jî armancên me yên sereke ne.”

Aktîvîsta TJA’yê Zemzem Fedaî bal kişand ser wê yekê ku azadbûna jinan wê rê li ber azadbûna gelan jî veke û got: “Em mîratdarên têkoşîna azadiyê ya bi salan in. Jin wê azad bibin, gel wê azad bibin. Birêz Ocalan wê azad bibe. Em vê meşê ji bo dad, aştiyê û demokrasiyê pêk tînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aslan: Mafê hêviyê mafek e ku nabe bê taloqkirin!
Nûçeya Pişt re Hikumeta veguhêz rêya Heleb-Reqayê girt
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Derya Egeyê bi mezinahiya 6.0 pileyî erd hejiya

Li Derya Egeyê bi mezinahiya 6.0 pileyî erd hejiya.

Ji aliyê Stêrk TV

DEDAŞ’ê bi ser gund de girt û gefa qutkirina elektrîkê xwar

DEDAŞ li Kurdistanê bûye yek ji amûrên zordariyê ya dewleta Tirk. DEDAŞ’ê li navçeya Bismil…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta Îmraliyê serdana Partiya DEVA kir

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku piştî hevdîtina bi Rêber Apo re serdanên partiyên siyasî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?