Serokê diaspora Kurdên Çêliyabînskê Sêvdîn Davoyî da diyarkirin ku gelên Rojava ne bi tenê ne û got, “Gelê me divê bizane ev roj roja man û nemanê ye. Eger Rojava bikeve Başûr jî wê bikeve. Dijminê me yê hov bi serwêriya Tirkiye û hevalbendên wê Emerîka, Îngilistan û hwd hebûna Kurd înkar dikin. Doh van hêzan digotin em hevalbendên we ne, lê îro pişta xwe dane me, destek didin terorîstan. Dijminê me bila baş bizanibe, xeteriya wan ji me re anî bû sebem ku hemû Kurd bê cudatiya partî û ol bibin yek. Dijmin nikare me tune bike, em ê li berxwe bidin, em bawerin serkeftin wê ya me be! Em dibêjin bijî berxwedana Rojava!”
Piştre Ezîzê Îsko axaftin kir û got: “Heta yekîtî çênebe em ê tiştekî bi dest nexin. Dijmin çaralî dora me girtine, me hemûyan wê di komkujiyê re derbas bikin. Eger em hemû bê cudatî, ji her beşên welat bibin yek, em ê bi serkevin. Welat welatê me ye, dijmin li ser serê me bûn desthilatdar. 74 ferman li dijî gelê me yê Êzidî çêbûn, ew dem gerîla ew rizgar kirin, îro Rojava ketiye vê rewşê. Divê em hemû bibin yek, li berxwe bidin, serkeftin ya me ye.”
Di dawiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava!”, “Bijî Serok Apo!” û “Bijî gelê Kurd!” hatin berzkirin.

