Sêşem, 31 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Baregeha artêşa Tirk a li Bamernê bi dronan hat hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 846 kes binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo qonaxa duyemîn divê teqwîmek bê diyarkirin û eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Girtîgeha Dûmlûyê tecrîda girankirî heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Çareseriya entegrasyona demokratîk nêzîkatiya li ser bingeha civakê ji xwe re dike esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Altan: Girseya Newrozê wê veguhere hêza rêxistinbûyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Projeya Neteweyî banga konferansê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Rêber Apo li Qerejdaxê dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê nerazîbûnên xwe nîşanî tehrîbata li Şirnexê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojbûna Rêber Apo li Şengalê bi çandina daran hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li nêzî Balafirgeha Hewlêrê teqîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Koye mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Ji bo derîvekirina li aştiyê çi ji destê me bê em ê bikin’
Kurdistan

‘Ji bo derîvekirina li aştiyê çi ji destê me bê em ê bikin’

Gerîlayên HPG û YJA Starê ragihand ku Pêngava 15’ê Tebaxê hebûna gelê Kurd misoger kir û gotin, “Wateya fîşeka destpêkê çi be, karê ku îro ji bo aştî û civaka demokratîk tê meşandin xwedî heman wateyê ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tebax 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi wesîleya Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivîn. Gerîlayan Cejna Vejînê li gelê kurd û Rêber Apo pîroz kirin û bal kişandin ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Gerîlayên HPG û YJA Starê ragihandin ku ew bi saya fîşeka destpêkê ya ku 15’ê Tebaxa 1984’an hate teqandin gihîştin vê astê û gotin, ji niha û pê ve jî wê bi ruhê 15’ê Tebaxê têkoşîna azadiyê bimeşînin.

WÊ ROJÊ HIŞYARBÛN PÊK HAT

Eylem Xoşmêr: Sala 1984’an fîşeka destpêkê hate teqandin. Ji wê rojê û vir ve têkoşîneke bêhempa hate meşandin. Têkoşîna çekdarî ne tenê li çiyê hate kirin, li çar aliyên Kurdistanê belav bû. 15’ê Tebaxê ji bo me Cejna Vejînê ye. Wê rojê hişyarbûnek pêk hat. Hevrê Egîd bi fîşeka ku teqand tovên jiyaneke nû reşand. Îro hîn jî bi ruhê wê fîşeka destpêkê bi hezaran Egîd tevlî dibin. Polîtîkayên îmha û înkarê hebûn. Gelê Kurd li hemberî vê yekê xwe parast û rahişt çekê. Ev yek di nava xwezayê de jî bi vî rengî ye; hemû zindî xwe diparêzin. Hebûna têkoşîna çekdarî ji bo parastinê ye. Em hêvîdar in ku ev gav ji bo gelên cîhanê rêya azadî û serketinê veke.

DIGOTIN ‘ME KURD BINAX KIRIYE, BETON LI SER RIJANDIYE’

Armanc Wan: Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd nîşaneya hebûnê ye. 41 sal in ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîna çekdarî tê meşandin. Bêguman ev têkoşîn ji ber xwe ve destpê nekir; li hemberî Kurdan polîtîkaya îmhayê dihate meşandin. Dagirkeran digotin, ‘Me Kurd binax kir, beton li ser rijand’. 15’ê Tebaxê li hemberî vê polîtîkaya îmhayê hate destpêkirin. Ji ber vê yekê fîşeka destpêkê girîng û dîrokî ye. Gelê Kurd bi saya wê fîşekê jinûve bi ser xwe ve hat. Lewma em dibêjin 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ye. Rahiştina çekê di heman demê de tê wateya parastina xwe ji komkujiyan. Gelê Kurd ji bo parastina rûmet, çand û hebûna xwe neçar ma rahêje çekê. 15’ê Tebaxê paşeroja me diyar kir. Em deyndarê vê dîrokê ne. Beriya 15’ê Tebaxê rewş cuda bû, îro rewşa gelê Kurd gelekî cuda ye. Cîhan êdî Kurdan nas dike. Niha pêvajoyek enû heye; partiya me xwe fesix kir û li hemberî dewleta Tirk têkoşîna çekdarî sekinand. Lê belê weke ku min di destpêkê de got, çek garantiya hebûna me ye. Niha paradîgmayeke nû heye, em li gorî wê tevlî dibin û ji bo serxistina vê pêvajoyê em ê têkoşîna xwe hîn bilind bikin. Em hatin tevlî Rêber Apo bibin û em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin. Eger li hemberî hebûna gelê me metirsî hebe, çek wê careke din bibe amûra parastinê.

WEKE JIN EM Ê HER TIM XWEDÎ LI MÎRATEYA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ DERKEVIN

Bêrîvan Mîrkan: 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, gelê me û hevrêyên me pîroz be. Pêngava 15’ê Tebaxê ji aliyê hevrê Egîd ve hate destpêkirin. Hevrê Egîd ji bo gelê Kurd bû çavkaniya hêviyê û bi vê pêngavê re bersiv ji qîrîna li zindana Amedê re hate dayin. Kesî bawer nedikir ku şerekî bi vî rengî wê destpê bike. Hevrê Egîd da destpêkirin û ev têkoşîn hîn jî dewam dike. Weke gerîlayên azadiyê em li ser şopa hevrê Egîd dimeşin.

Gelê Kurd weke şaxê hişkbûyî yê darekê bû, mîna kulîlkeke şîn nedibû. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re gelê Kurd got, ‘Edî em hene’. Tovên 15’ê Tebaxê li Kurdistanê şîn bû û gihîşt vê serdemê. Gelek ked û fedakarî hate kirin. Gelê Kurd xwedî li hebûna xwe derket, ji gelên cîhanê re bû mînak. Hevrêyên jin jî tevlî vê pêngavê bûn. Weke jin em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya vê pêngavê derkevin.

WEKE EGÎD, ZÎLAN Û BÊRÎTAN EM Ê BIDIN PEY HEQÎQETÊ

Edessa Roj: Bi teqandina fîşeka destpêkê re me şoreşa xwe dan destpêkirin; bi pêşengiya hevalê Egîd têkoşîna çekdarî hate destpêkirin. Em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya vê têkoşînê derkevin. Bi 15’ê Tebaxê re jiyaneke nû ji gelê Kurd re hate dayin. Çawa ku li gerdûnê her tişt xwe nû dike, gelê Kurd jî bi vê pêngavê re xwe nû kir. Em niha derbasî qonaxeke nû dibin; divê em fîşeka destpêkê derbasî qonaxa aştî û demokrasiyê bikin. Bi taybetî weke tevgera azadiyê em ê bi ruhê 15’ê Tebaxê her tim xwe nû bikin. Weke fermandarên xwe Egîd, Zîlan û Bêrîtan em ê bidin pey heqîqetê. Banga me li her kesî ew e ku beşdarî vê pêvajoya azadiyê bibin. Gelê me, bi taybetî jî ciwan divê vê pêvajoyê rast binirxînin û tevlî bibin.

EM Ê XWEDÎ LI NIRXÊN 15’Ê TEBAXÊ DERKEVIN

Koçerîn Cîlo: Hevalê Egîd bi pêngava 15’ê Tebaxê re rêya têkoşîneke nû vekir û bi hezaran fedaiyên vî welatî dan ser şopa wî. Ji Zîlan û Bêrîtanan heta bi Rojger û Asyayan ev xet xeta fermandar Egîd e. Weke şervanên jin em tevlî vê pêvajoyê bûn û em hîn jî têkoşînan xwe dewam dikin. Em ê heta dawiyê xwedî li nirxên 15’ê Tebaxê derkevin.

EM BI RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ TEVLÎ PÊVAJOYÊ BIBIN

Nûda Meydana: 15’ê Tebaxê ji bo me gerîla pêngava destpêkê bû. Fîşeka destpêkê ne tenê li qada leşkerî hate teqandin, bi vî rengî nehat destpêkirin; ew fîşek hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê leşkerî ve li hemberî dagirkeriyê derbeke mezin bû. Teslîmiyeta ku li gelê Kurd dihate ferzkirin hate şikandin û gelê Kurd jinûve rakir ser piyan. Di dema dawî de me agahî ji Rêbertî wergirt, ev yek ji bo me bû moral û kelecaneke mezin. Weke jin em ji her demê bêhtir amade ne. Banga min li jinan hemûyan e; Em xwe li gorî banga Rêber Apo bi rêxistin bikin. Silavê Rêber Apo ji bo hebûn e. Em bi ruhê 15’ê Tebaxê tevlî pêvajoyê bibin û serketinê ava bikin.

YA KU HEVALÊ EGÎD KIR, FÊHMKIRIN Û BICIHANÎNA RÊBER APO BÛ

Nûjiyan Alman: Em di saleke gelekî cuda de ne. Hebûna gelê Kurd êdî piştrast bû. Ev yek bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê bû. Ev berxwedan û biryardarî ji bo gelan hemûyan bû hêviya azadiyê. Gelê Kurd bi vê gavê re bû mînak. Gelek gel têkoşiyan, lê belê nekarîn bi ser bikevin; lê belê gelê Kurd bi têkoşîna xwe bû pêşeng ji azadî û demokrasiyê re. Li gel ewqas êrîşan jî Kurdan rahiştin çekê û li hemberî dagirkeriyê derketin serê çiyê. Vê yekê jî nîşan da ku em çiqasî bi rêxistin in û hêza me heye. Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê gotin, her wiha pratîk jî nîşan da. Hevalê Egîd bi teqandina fîşeka destpêkê re ispat kir ku gelekî nikare xwe biparêze, bi çi rengî dikare parastina hebûna xwe bike. Îro jî her kesên xweedî wijdan û exlaq divê tevlî vê pêvajoya azadiyê bibe. Çalakiya herî mezin ev e. Tişta ku hevalê Egîd kir fêhmkirina rast û bicihanîna rast a Rêber Apo bû. Ya ku dibe para me jî ev e. Li hemberî mejiyê netewe-dewletê divê manîfestoya Rêber Apo esas bê wergirtin û em li gorî vê yekê bersivê bidin çalakiya hevalê Egîd. Jin jî divê pêşengiyê ji aştî û civaka demokratîk re bikin. Yên ku herî zêde pêwîstiya xwe bi azadiyê hene em in, ji ber vê jî yên herî zêde bixebitin divê em bin.

ŞER JÎ AŞTÎ JÎ HÊZA RÊBER APO NÎŞAN DIDE

Sema Agirî: Dîrokeke şer a 41 salî, dîrokeke serketinê hate afirandin. Fîşeka destpêkê li ser bingeha ispatkirina hebûna gelê Kurd hate teqandin. Êdî kes nikare hebûna gelê Kurd bike mijara nîqaşê û înkar bike. Ev yek mîrateya 15’ê Tebaxê ye, encama ked û berdêla şehîdan e. Bi pêşengiya Rêbertî derî li azadî û demokrasiyê vebû. Hatine vê astê ne hêsan bû. Bi destpêkirina 15’ê Tebaxê re bi artêşa şehîdan bû. Hevrêyên şehîd bi fedakariya ku ji bo azadiyê kirin em gihîştin vê astê. Raperîna wan mîrateya me ye û em serbilind in ku vê yekê dimeşînin. Niha em di qonaxeke cuda de ne. Rêbertî pêşengiyê ji vê pêvajoyê re dike. Şer jî aştî jî hêza Rêber Apo nîşan dide. Em li ser şopa Rêber Apo ne. Ji bo vekirina deriyê aştiyê, ji bo mayindekirina azadiyê, ji bo pêkanîna armancên hevrêyên xwe yên şehîd çi ji destê me bê em ê bikin. Bêguman em ê xwedî li mîrateya 15’ê Tebaxê derkevin. Wateya fîşeka destpêkê çi be; îro jî karê ji bo aştî û civaka demokratîk tê meşandin bi heman wateyê ye. Em şervanên Rêber Apo ne; soza ku me dane hevrêyên xwe yên şehîd em ê bi cih bînin.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dogû: Divê nasnameyeke welatparêziya Tirkiyeyî bê avakirin ku her kesî vedihewîne
Nûçeya Pişt re Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê serî li dadgehê hate kirin

OHD û Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê serdî li Dadgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Bahçelî ji bo nexşerêyê bang kir: Bila komîsyonekî 100 kesî were avakirin

Devlet Bahçelî piştî biryarên kongreya PKK’ê bi beşdara partiyên li Meclîsê banga avakirina “Komîsyona Yekîtî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PJAK’ê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Komîteya Projeya Neteweyî banga konferansê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo azadiya Rêber Apo li Qerejdaxê dar hatin çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê nerazîbûnên xwe nîşanî tehrîbata li Şirnexê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?