Konferansa bi navê “Em ê Bişkîvin Ji ber ku Şer Nikare Kokên Me Tune Bike” ya ku ji aliyê “Tora Jinan Pêşerojê Dihûnin” ve bi hevkariya tevgerên jinan ên Amerîkaya Latîn hat rêxistinkirin, bi hemû giranî û coşa xwe berdewam dike.
Konferans li paytexta Kolombiya Bogotayê tê lidarxistin. Di roja duyemîn de; ji tenduristiyê heta xweparastinê, ji medyayê heta rêxistinbûnê di gelek mijaran de atolye hatin lidarxistin. Tê hêvîkirin ku encamên atolyeyan îro di rûniştina giştî de bi beşdariya hemû delegeyan werin parvekirin.
Endamên “Tora Jinan Pêşerojê Dihûnin” Dilar Dîrîk û Zîlan Diyar ku ezmûnên xwe yên herêmî parve kirin, nêrînên xwe yên derbarê konferansê -ya ku tê de îradeya avakirina xeta têkoşîna hevpar a li dijî mêtingerî, pergala baviksalar û kapîtalîzmê hat destnîşankirin- ji ANF’ê re nirxandin.
Dilar Dîrîk anî ziman ku konferans ji bo avakirina konfederalîzma demokratîk a jinên cîhanê gaveke dîrokî û girîng e û di navbera Abya Yala û Kurdistanê de pireke xurt hat avakirin. Dîrîk diyar kir ku li ser pêwîstiya perspektîfeke nû ya enternasyonalîzmê ya ku dê têkoşînên jinan bi hev ve girê bide lihevkirinek çêbûye û axaftina wê wiha ye:
‘PÊWÎSTÎ BI ENTERNASYONALÎZMEKE NÛ HEYE’
“Em li bajarê Bogota yê Kolombiyayê, di konferansekê pir taybet û dîrokî de ne ku bi dirûşma ‘Ji Abya Yala heta Kurdistanê Em ê Bişkivin, Ji ber ku Şer Nikare Kokên Me Tune Bike’ tê lidarxistin. Li vir bi sedan jin amade ne. Amadekariyên vê konferansê jî pir dirêj û zehmet bûn. Em dibînin ku ji başûrê Amerîkayê jinên berxwedêr û yên ku axa xwe diparêzin hatine vir.
Ev demekî dîrokî ye; ji ber ku ji Kurdistanê jî şandeyek hat. Em dibin şahid ku jin di rojên wiha de bi hev re têkoşîn û pêşeroja xwe ava dikin. Ev konferans di pêşengiya tora ‘Jin Pêşerojê Dihûnin’ de hat amadekirin. Lê belê ne tenê ev rêxistin; ji Abya Yalayê jî gelek rêxistin hem di pêvajoya amadekariyê de hem jî di bernameyê de amade bûn. Jin ev çend roj in bi hev re li ser pirsgirêk û çareseriyên li Abya Yalayê nîqaş dikin. Hem atolye hem jî panel tên lidarxistin. Di panelan de ji El Salvador, Haîtî, Kolombiya, Venezuela, Şîlî û gelên herêmê gelek jinên ku ji destpêka dîrokê ve vê axê diparêzin, wekî axivîner cih girtin. Em dibînin ku her kesî tespîta hewcedariya enternasyonalîzmeke nû kiriye, ya ku dê têkoşîna jinan wekî kezîyên (hûnandina por) li Kurdistanê bi hev ve girê bide. Her wiha em dibînin ku tevgera jinên Kurd ji bo jinên li vir jî bûye asoyek. Li vir em hem bi hev re nîqaş dikin hem jî danûstandina nêrînan dikin, em gelek tiştan ji hev fêr dibin.
‘JI BO AVAKIRINA KONFEDERALÎZMA JINÊN CÎHANÊ GAVEKE MEZIN E’
Hinek sernavên ku li vir hatin nîqaşkirin; mîlîtarîzm, mêtingerî, pirsgirêkên ku modernîteya kapîtalîst di jiyana jinan de afirandine, qirkirina ekosistemê û girêdayî vê yekê kuştina jinan û bi taybetî qetilkirina jinên têkoşer bûn. Di vê konferansê de em dibînin ku malbatên şehîdên me yên ji Abya Yalayê jî li vir in. Malbata Berta Caceres a ku beriya 10 salan li Hondurasê ji aliyê hêzên paramîlîter ve hatibû qetilkirin û malbata şervana YPJ’ê Legerîn Çiya (Alina Sanchez) jî li vir in. Yanî em dibînin ku hemû jinên li vir rêxistinkirî ne. Em dibînin ku li Abya Yala pêwîstiya jinan bi têkoşîna hevpar heye û divê ev têkoşîn bi têkoşînên jinan ên din ên li cîhanê re bibe yek. Ev yek jî perspektîfa jinên Kurdistanî yên ku dixwazin konfederalîzma jinên demokratîk ava bikin, nîşan dide. Ji ber vê yekê em dibînin ku ev konferans ji bo avakirina konfederalîzma jinên cîhanê a demokratîk gaveke dîrokî û mezin e. Em dizanin ku li Abya Yala gelek têkoşîn û tevgerên civakî yên cuda hene ku di asta herêmî de hatine rêxistinkirin. Ji ber wê jî em dibînin ku asîmîlasyona ruhî û çandî, her wiha rola bawerî û hêviyê ya di têkoşînê de jî tê nîqaşkirin.”
KONFERANS, DI NAVBERA ABYA YALA Û KURDISTANÊ DE PIREK E
“Em dikarin bêjin ku rewşa li vir, ji aliyê qirkirina xwezayê, hêzên paramîlîter, faşîzm û tundiya ku bi taybetî li ser jinan tê meşandin ve, pir dişibe Kurdistanê. Ji ber vê yekê, em dibînin ku ji bo çareseriyên pêşerojê divê hinek tişt werin nîqaşkirin. Di atolyeyan de jin dê pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û piştre binirxînin ka ji bo çareseriyê û ji bo avakirina konfederalîzma jinên demokratîk li Abya Yala divê çi gav werin avêtin. Ji ber vê yekê her kes pir bi heyecan e. Her kes dibîne ku ev konferans ne konferanseke asayî ye û balê dikşîne, lewma ji vê hêzê digirin.
Bi taybetî em ji vir silavan ji jinên Rojava re dişînin ku li dijî faşîzmê û pergala baviksalar têdikoşin. Tam ji ber vê yekê, em dikarin bêjin ku ev konferans di navbera Abya Yala û Kurdistanê de pirek e. Em hêvî dikin ku xebat û konferansên bi vî rengî di pêşerojê de jî werin kirin.”
‘DI KONFERANSÊ DE ZIMAN JÎ XÛYA BÛN’
Zîlan Diyar jî destnîşan kir ku ev hevdîtin ne tenê konferansek e, zemînekî rêxistinbûyî yê dîrokî ye ku tê de têkoşînên cuda hevdu temam dikin. Zîlan Diyar diyar kir ku konferans “pir bi liv û tevger” derbas dibe û wiha dewam kir:
“Gelek komên xwedî ezmûnên cuda hatine cem hev û hemû pirsgirêkan bi awayekî girêdayî hev nîqaş dikin. Bi taybetî li ser tifaqa mayînde ya di navbera kapîtalîzm, baviksalarî, dewlet û mêtingeriyê de, her kes li gorî perspektîfa xwe analîzan dike û nîqaşên xurt li ser awayê têkoşîna li dijî vê yekê tên kirin.
Bi rastî ez bawer dikim ku divê mirov hinekî behsa beriya konferansê jî bike. Ji ber ku di vê konferansê de armanc ew bû ku hemû tevger fêm bikin ku ezmûnên wan ne tenê yên wan in û xalên wan ên hevpar hene. Di vê xalê de amadekarî jî pir girîng bûn. Yanî fêmkirina vê yekê û bi wê berpirsyariyê nêzîkbûna her tevgerekê girîng bû. Û her tevgerek, di vê konferansê de bû parçeyek ji şêwaza hûnandina vê torê. Vir bûye cineta pankart, sembol û alayan. Bi taybetî hinek tevgeran nîşan da ku ka çanda xwe an jî kevneşopiyên xwe di kîjan xalên hevpar de bi kevneşopiyên tevgerên din re digihînin hev.
Konferans ne tenê ji nîqaşên di panelên fermî de pêk tê. Bû konferansek ku her kesî nirxên xwe anîn vir û ji bo naskirina tevgerên din materyalên cuda bi kar anîn.
Hûrguliyeke din a girîng jî ev e: Di vê konferansê de wekî Tevgera Jinên Kurd, nêzî 50 rêxistinên ku em ji mêj ve pê re di têkiliyê de ne hene; wekî Feministas Abya Yala, li Meksîkayê Mujeresla Sexta, li Hondurasê Copinh û li Kolombiyayê Cric.
Ji bilî van, ji welatên mîna Haîtî yan jî gelên xwecihî yên li Amazonê ku zêde nayên dîtin an hatine jibîrkirin, gelek gelên xwecihî li vir bi zimanên xwe axivîn. Ev yek tam mîna dema xwe ya li Kurdistanê ye; ji ber ku gelê Kurd jî ji bo vê yekê pir ked da. Mîna ku rojekê li Kurdistanê bû; bi tenê bi çend peyvan û çend hevokên ku felsefeya wî gelî vedibêjin, hewl didin serwerî wî zimanî bibin. Ji aliyê xwe xuyakirin û axaftina van zimanan ve ev yek pir girîng bû.
Xaleke ku bi taybetî bala min kişand; li Haîtiyê gelên xwecihî yên ku di serdema mêtingeriyê de hem bi bedenî hem jî li ser axa xwe hatibûn kolekirin, ji bo li dijî vê li ber xwe bidin, zimanê Fransî ji hev xistine û bi zimanên xwecihî re amade kirine û zimanekî nû afirandine. Nûnera wan bi wî zimanî axivî û ji bo bi delegeyên li vir re bibe yek, di dewama axaftina xwe de bi Îspanyolî berdewam kir.
Gelên xwecihî yên ku li Amazonên Brezîlyayê li ber xwe didin jî di konferansê de cih girtin. Bi taybetî li Kanadayê… Ji ber ku wekî hûn dizanin Kanada wekî welatekî Amerîkaya Bakur tê dîtin, lê Kanada perçeyek axê ye ku Amerîka ew mêtingeh kiriye û hebûna gelên xwecihî ên li wir bi temamî ji holê rakiriye.
Ew, Abya Yala an jî Amerîkayê bi giştî wekî axeke ku kolonyalîzmê dagir kiriye dibînin û berxwedana gelên xwecihî yên li vir jî bû mijara nîqaşê. Gelek ziman tên axaftin; belkî bi sedan hene.”
‘BERXWEDANA GELÊN XWECIHÎ LI VIR JINDAR E’
“Tenê li Kolombiyayê 115 gelên xwecihî dijîn û di jiyana rojane de bi zimanên xwe diaxivin. Yanî berxwedana gelên xwecigîli vir jindar e. Gelek nûnerên gelên xwecihî behsa ‘femînîzma civakî’ (feminismo comunitario) kirin, ku ev yek têkoşîna li dijî serdestiya mêr bi çanda gelên xwecihî re dike yek; her wiha behsa wan nirxan kirin ku femînîzmê daye wan. Ji vî alî ve jî pir girîng bû.
Dîsa hûrguliyeke din a girîng ku bala min kişand ev e: Li vir girîngiyeke pir mezin didin manewiyatê. Kevneşopî an jî gelek rîtuelên wan hene ku gelên xwecihî didin jiyandin; tam mîna li Kurdistanê. Bi taybetî, axaftina nûnera konfederasyona gelên xwecihî ya Ekvadorê pir girîng bû ku got: ‘Rîtuelên me ne tenê rîtuel in, di heman demê de helwesteke polîtîk in.’ Bi rastî ev jî xaleke din a hevpar a bi Kurdistanê re bû.
Xaleke din a ku di konferansê de bala min kişand û min jê hez kir, amadekirina bernameyeke taybet ji bo zarokan bû. Nêzî 20 zarok hene û bernameyeke cuda bi wan re tê meşandin. Di deklarasyona encamê ya konferansê de, deklarasyona zarokan jî dê were xwendin. Li vir xwedîderketin an jî têkiliya bi zarokan re ne tenê wezîfeya dê û bavan e, wekî wezîfeya hemû delegeyên konferansê tê dîtin.
Di dirêjahiya konferansê de gelek axaftin hatin kirin ku bal kişandin ser hêza yekparê ya Tevgera Jinên Kurd a di nav vê civakê de.
‘DI HÛNANDINA VÊ TORÊ DE HER TEVGERÊ XWE BERPIRSÎYAR DÎT’
Di encamê de, ev gava yekem e. Di hûnandina vê torê de, xwe berpirsyar û perçeyek vê torê dîtina her tevgerekê, pir girîng e. Ji ber ku ne tenê motîfek heye; motîfên cuda hene ku hevdu temam dikin. Tevgerên cuda hene ku ber bi hev ve diherikin. Ji vî alî ve jî konferans pir balkêş bû.
‘RUHÊ KONFERANSÊ SÊ JINÊN HATIN QETILKIRIN DIYAR KIR’
Konferans bi taybetî diyarî Berta Caceres, Alina Sanchez a ku sala 2018’an li Rojava hat qetilkirin û Heval Sara (Sakine Cansız) a ku li Parîsê hat qetilkirin, hatibû kirin. Tesadûfeke pir balkêş e; em bêjin enerjiya gerdûnê ye. Keça Berta Caceres di nav heman rêxistinê de vê têkoşînê dimeşîne û di asta pêşengiyê de ye.
Wê got ku dema li zanîngehê dixwend, bi tesadûfî Alina Sanchez nas kiriye û Alina Sanchez gelek caran behsa têkoşîna li Kurdistanê jê re kiriye. Wê diyar kir ku ev her sê jinên ku di encama polîtîkayên tundiya mêr-serwer de hatine qetilkirin, belkî ne bi fîzîkî bin, lê ruhê vê konferansê diyar kirine. Vê kêliyê wekî me, hemû delege jî hestiyar kirin.
Ev gav dê di pêşerojê de encamên pir bi hêz bide.”

