Sêşem, 25 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim krîza dil derbas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Hewildanên hinek aliyan, li dijî min komploye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başakşehîrê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Sancaktepe di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB û FEDA: Werin em li dijî êrîşa li ser karkerên Kurd li ba hev bisekinin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Otobus û tanker li hev ketin: 35 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Malbatên şehîdan: Têkoşîna wan hêz û hêvî da me

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatan piştî 9 salan gora zarokên xwe yên hatine texrîbkirin ziyaret kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Geverê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê li pey şopa şehîdan bimeşin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê taziye: Bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê ji bo gerîlayên şehîd konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TJK-E pêngavê derbasî qonaxeke nû dike: Tîrêjên Rojê
Jin

TJK-E pêngavê derbasî qonaxeke nû dike: Tîrêjên Rojê

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) pêngava bi daxwaza 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' tê meşandin, bi kampanya 'Tîrêjên Rojê' derbasî qonaxeke nû dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Îlon 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona TJK-E’yê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku bi kampanyayeke nû re wê fikrên Abdullah Ocalan bigihînin ‘her kesî, her malê, her kolanê, her dibistanê’.

Têkildarî kampanya nû ev agahî hatin dayin: “Rêber Apo li dijî komploya navneteweyî 25 sal in di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de berxwedan û têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Li dijî vê komploya qirêj a ku 25 sal in dewam dike, di serî de jin û ciwanên Kurd gelê Kurdistanê û dostên wan berxwedaneke mezin nîşan dan. Gelê me ku her tiştên xwe jê hatiye standin û polîtîkayên înkar û tinekirinê li ser hebûna wê hatiye ferzkirin, di nava ti şert û mercî de ji têkoşîna xwe ya rûmetê paşve gav neavêtiye, her tim li ser jiyana azad biryara xwe daye û li dora Rêber Apo bûye yek, gerîlayên azadiyê jî li dijî rejîma AKP-MHP’ê ya qirker û faşîst têkoşîneke mezin a azadiyê meşandiye. Sedema esasî ya êrîşkariya qirkerî û dagirkeriyê ya îro li Kurdistanê tê kirin ew e ku ev berxwedan li Rojhilata Navîn bilind dibe, di şexsê Rêber Apo de dibe yek, vediguhere meşaleya azadiyê, roj bi roj gerdûnî dibe û di nava vê rewşa tengav û kaos de dibe rêya rizgariyê.

Paradîgmaya Jiyana Azad û Demokratîk a Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bi taybetî jî ji bo gelên Kurdistanê bûye hêvî. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn, çareseriya pirsgirêkan, azadiya jinê, jiyaneke hevpar a wekhev bûye rêya yekane. Ji ber ku ev felsefe her roj hîn bêhtir tê şopandin û sempatiya jê re mezin dibe, vê yekê dewleta Tirk û serwer aciz kiriye. Ji ber vê yekê êrişên berfireh, sîstema êşkenceyê û tecrîd li ser Rêber Apo têne ferzkirin. Ev êrîş û îzolasyona li ser Rêber Apo êrîşek li dijî tevahiya gelên Kurdistanê û mirovahiyê ye. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst bi rengekî bêperwa êrîşî destketiyên gelê Kurd hemûyan dike, bi navê Kurdîtiya Azad çi hebe dixwaze tine bike. Di serî de Konseya Ewropa û CPT, bêdengiya saziyên navneteweyî dibe sedem ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê van polîtîkayên xwe hîn giran bike. Bêdengiya saziyên navneteweyî wan dike şirîkê sûcê kiryarên li dijî mirovahiyê.

Rêber Apo ne tenê ji ber ku daxwaza azadiya gelê Kurd dike, di heman demê de ji ber ku paradîgmaya azadiyê ya gelên cîhanê hemûyan afirandiye li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin û di nava sîstema tecrîdê de îmha lê tê ferzkirin. Rêber Apo rastiya jinê ya bi hezaran sal in bindest e, tê qetilkirin ji nû ve nirxand û li ser bingeha ‘Azadiya civakê bi azadiya jinê dibe’ tevgeriya, bi vî rengî bal kişand ser girîngiya têkoşîna azadiya jinê. Şoreşa Rojava bûye mînaka herî baş a vê yekê, ev şoreş weke şoreşa jinê li rûpelên dîrokê hatiye nivîsandin. Di heman demê de ji bo têkoşîna jinê ya navneteweyî bû çavkaniya hêvî û sûdwergirtinê. Piştre jî dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li berxwedana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê deng veda ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir û ev yek jî nîşan dide bê Rêber Apo xwedî bandoreke çawa ye. Dema ku mirov van herdu pêşketinên 10 salên dawî binirxînin jî ku bandor li tevahiya cîhanê kiriye, wê bê dîtin bê Rêber Apo gihîştiye rastiyeke çawa ya Rêbertiyeke mezin.

Di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ku 10’ê Cotmeha 2023’an ji aliyê dostên gelê Kurd ên entrasnyonal ve hate destpêkirin, di nava salê de gelek çalakî, konferans hatin lidarxistin. Em jin jî mîna ku 25 salên dawî me kirin, bi rengekî çalak em tevlî kampanya ji bo azadiyê ya sala dawî bûn, me pêşengî jê re kir. Bandora girîng a kampanya azadiyê li holê ye. Beriya her tiştî kampanyayeke welê girîng e ku mirovahiya cîhanê li dora nirxên hevpar li hev civandiye. Lewma pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ gaveke nû avêtiye. Ji gelek gel, civak, komên baweriyan mirov li dora daxwazeke hevpar gihîştin hev û ‘dengek kirin hezar deng’, dengê bi hezaran mirovî jî gihand bi milyonan mirovî ku ev yek di sedsala 21’ê de ku du mirov nikarin li hev kom bibin, nîşaneya berxwedaneke bêhempa ye. Lewma kampanya azadiyê gelek gavên nû avêtiye.

Di rewşa heyî de pêwîstî pê heye ku pêvajoya komployê bi temamî bê têkbirin, tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo bê şikandin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin, ji bo vê jî têkoşîn hîn bêhtir radîkal û mezin bibe. Weke Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) em radigihînin ku em ê pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ bi kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ derbasî qonaxeke nû bikin. Kampanya me tê wateya hevgirtina li dora Rêber Apo. Em ê fikrên Rêber Apo bigihînin her kesî, her malê, her kolanê, her dibistanê û ronahiya rojê bigihînin her devera tarî maye. Em zanin ku tarîtiya herî kûr jî li pêşberî tîrêjên rojê wê ji holê rabe. Meclîs, komun, înîsiyatîf, sazî û komîteyên me yên di bin sîwana Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) de cih digirin, wê bi ruhê seferberiyê, bi reng û gotinên xwe bi rengê herî xurt tevlî kampanyayê bibin. Çalakiyên ku em ê di dema bê de lidar bixin wê me hîn bêhtir nêzî azadiyê bikin. Li ser vê bingehê em bang li jinan hemûyan dikin ku beşdarî kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ bibin ku wê di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ bê lidarxistin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê NASA’yê qada elektrîkê ya li dora cîhanê keşif kir
Nûçeya Pişt re Li Pirsûsê serdegirtin: 7 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Wanê operasyonên qirkirina siyasî

Li navçeya Rêya Armûşê serê sibehê polîsan operasyonên qirkirina siyasî kirin û gelek kes binçav…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya DEM Partiyê bi rojeva ‘Qanûna Çarçoveyê’ dicive

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo nirxandina pêşnûmeya "Qanûna Çarçoveyê" îro bi rengekî…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Zêdebûna aloziya leşkerî li ser xeta Dêr Hafir-Meskenê dewam dike

QSDˊê diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker êrişên bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim krîza dil derbas kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Malbatên şehîdan: Têkoşîna wan hêz û hêvî da me

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Hewildanên hinek aliyan, li dijî min komploye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DAKB û FEDA: Werin em li dijî êrîşa li ser karkerên Kurd li ba hev bisekinin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?