Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) rapora xwe ya têkildarî girtîgehan eşkere kir. Daxuyanî, li pêşiya Kampusa Girtîgeha Amedê hate dayin. Rapora bi sernavê “Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Tirkiyeyê ya 2024’an” ku daneyên wê dê di rojên pêş de bên eşkerekirin, 92 girtîgehan dihewîne.
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter, Hevserokên Giştî yên MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn û Kerem Canpolat û gelek endamên OHD û MED TUHAD-FED’ê yên bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya OHD’ê Ayşe Şehrîban Demîrel ve hate xwendin.
Ayşe Şehrîban Demîrel diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û wiha got: “Rapor, li ser serlêdanên hatine kirin hatiye amadekirin. Girtî, rastî cezayên disiplînê yên keyfî û derhiqûqî tên.” Ayşe Şehrîban Demîrel, bi bîr xist ku Rêber Apo ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha di tecrîdê de tê ragirtin û wiha got: “Normên herî biçûk ên hiqûqê jî tên binpêkirin û cezayên disiplînê yên neheq tê dayin, daxwaza hevdîtina bi malbat û parêzeran re tên astengkirin û ev yek, mînaka herî şênber a tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e.”
Ayşe Şehrîban Demîrel, bi domdarî diyar kir ku bi hevdîtinên di 23’yê Cotmehê û 28’ê Kanûnê de yên bi Rêber Apo re tecrîd ji holê ranebûye û wiha got: “Ji bo jiholêrakirina bêhiqûqiya bi salan tê domandin divê gavên şênber bên avêtin. Divê demildest di çarçoveya mafê hêviyê de ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan gav bên avêtin. Salên domdirêj e mafê hevdîtinê yê bi parêzer û malbatan re yên birêz Abdullah Ocalan, birêz Omer Hayrî Konar, birêz Hamîlî Yildirim û birêz Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên ragirtin, bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin. Tevî vê rewşê jî CPT’yê di 13- 22’yê Sibata 2024’an de ji bo armanceke taybet serdana Tirkiyeyê kiriye. Lê belê rapora xwe eşkere nekir û bi vê yekê nîşan da ku li ser şopa Tirkiyeyê ye. Di çarçoveya mafê hêviyê de hewceye pêvajoya hiqûqî ya derheqê birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên din ên di rejîma muebbeta girankirî de tên ragirtin, tavilê were destpêkirin.”
Ayşe Şehrîban Demîrel, got ku yek ji pirsgirêkên herî mezin a di pergala înfazkirina cezayê ya Tirkiyeyê de jî girtiyên nexweş in û wiha pê de çû: “Girtiyên rewşa wan giran, tevî serlêdanan jî serlêdanên wan bi demê re tên vehêlandin û bi hinceta raporên saziyên tipa edlî yên ne li gorî pîvanên zanistê hatine amadekirin tehliyeyê girtiyên nexweş tên astengkirin. Bi vê yekê re mafê jiyanê tê binpêkirin. Berdana gelek girtiyan tê taloqkirin û astengkirin. Mafê ewlehiya hiqûqî tê binpêkirin, nirxandinên subjektîf tên kirin û bi pêvajoyên îdarî yên kefî re gelek caran daxwaza tehliyeya bişert tên redkirin. Têgeha ‘başhaliyê’ ku yekser bandorê li mafê azadî û ewlehiyê dike, bi vî awayî ji biryarê keyfî yên rayedarên girtîgehê re hatiye hiştin. Bi hincetên weke derbasî qawîşên kesên serbixwe nebûne, zextên poşmantiyê, hincetên weke girtî teserûfa bikaranîna av û ceyranê nekiriye, cezayên disiplînê yên berê hatine dayin, ji pirtûkxaneya girtîgehê biqasî tê xwestin pirtûk nexwendiye, biryarên fikaredar e yên ji bo nameyên hatine şandin, ji bo gardiyanan nebûne alîkar, navbera wî/wê ya bi personelan re nîne û hwd. ên lijneya îdare û çavdêriyê tehliye tên astengkirin. Ji bo ku girtiyên mafê wan ê tehliyeya bişert hatiye astengkirin tavilê bên tehliyekirin, divê karûbarên pêwîst bên kirin.”
Ayşe Şehrîban Demîrel, da zanîn ku li gorî agahiyên ji girtiyan girtine, di demên dawî de gelek girtî li girtîgehên cuda hatine sirgunkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sewqên ji bo girtîgehên dûr tên kirin hem ji bo girtiyan hem jî ji bo malbatên wan dibe pirsgirêk. Zext li malbat, vasî û parêzerên ji girtiyan re pereyan dişînin dikin. Kes tên binçavkirin, derheqê wan de doz tên vekirin û ceza tên dayin. Girtinên bi îdiaya ‘fînansoriya rêxistinê dikin’ hêj didomin. Ji ber vê zextê, girtî nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin û ev yek jî bi xwe re hem pirsgirêkên fîzîkî hem jî yên ruhî tîne. Kesên rastî zexta darazê tên jî tên binçavkirin, doz lê tên vekirin û girtin. Ev yek li ser xizmên girtiyan rê li ber encamên jêneveger vedike. Ji karên xwe dibin, ji azadiya xwe mehrûm dibin û ji hêla civakî zirar digihije wan.
Nameyên girtî ji malbatên xwe re jî dinivîsin bêyî hincetek were nîşandan tên astengkirin. Bi taybet jî nameyên bi Kurdî yên girtî dişînin an jî yên ji girtiyan re tên şandin, tên astengkirin. Ev yek nîşan dide ku zexta li ser Kurdî li girtîgehan jî didome. Di heman demê rojname û kovar bi awayekî keyfî tên qedexekirin. Mafên azadiya xweîfadekirinê û ragihandinê yê girtiyan ku bi qanûnên navneteweyî û destûra bingehîn hatine misogerkirin jî tên binpêkirin. Di vê çarçoveyê de pirtûk hatine bisînorkirin, rojname û kovar tên asetngkirin. Divê ev qedexe û astengkirin tavilê bi dawî bibin. Divê demildest sepanên keyfî, derhiqûqî û mafan bisînor dikin tavilê bên bidawîkirin. Divê derheqê xebatkarên cemaweriyê yên bi awayekî fiîlî derhiqûqî tevdigerin de mekanîzmayên lêpirsînê bi awayekî çalak bikevin meriyetê. Em ê binpêkirinên li girtîgehan bişopînin û ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafan em banga berpirsyartiyê li her kesî dikin.”